Dîrokê ji ber ciyê Kurdistanê ya coxrafîk qedera hemû kurdan bihev ve girêdaye.
Loma jî heta ku li beşên din yên Kurdistanê jî kurd negihîjin azadiya xwe ne mimkûn e ku li başûr kurd rehet bikin.
Serok û siyasetmedarên başûr çi bikin jî, çiqasî bixwazin îşê xwe ji têkoşîna kurdên din neynin jî, nikanin li derî vî şerî bimînin.
Ev yek ji ber sebebên netewî, coxrafî û madî ne mimkûn e, ”bela” kurdên din ewê tim û tim di wan bigire.
Ji ber ku em kurd miletek in, ne mimkûn e ku dilê me ji bo hev lênexe, ne mimkûn e ku em ji bo hev negrîn û ji bo hev dilşa nebin û alîkariya hevûdu nekin.
Weke her miletî, kurd jî xwedî şiûr û hestekî netewî ne.
Ev şiûr û hestê netewî bi biryaran, bi zorê, bi bombeyan û bi tehdîdan tune nabe.
Perçekirina Kurdistanê û kişandina sînorên sûnî, tu carî nikanîbûye kurdan û qedere wan ya mişterek ji hev biqetîne.
Kurdistan derî îradeya kurdan, bi darê zorê hate perçekirin û hemû kurd jî bi hev ra ketin bin nîrê bindestiya çar welatan.
Lê wisa xuyaye ku kurd ewê bi hev ra jî ji bin nîrê vê bindestiyê xelas bibin û bigihîjin azadiay xwe.
Heta ku li herçar perçeyên Kurdistanê hemû kurd negihîjin azadiya xwe, li tu perçeyî rehetî ewê ji kurdan ra tunebe.
Tehdîd û êrîşên Tirkiyê û Îranê yên salan û beyana Erdogan ya dawî vê rastiyê radixe ber çavên me.
Ev serê 20 salan e ku kurd li başûrê Kurdistanê xwedî statuyeke siyasî ne û azadiyeke nisbî bidest xistine.
Lê têkoşîna kurdan ya li Kurdistana Îranê û Tikriyê tesîreke rasterast li kurdên başûr jî dike û vê statuya wan dixe xeterê, bêîstîkrar dike û dibe sebeba êrîşên Tirkiyê û Îranê.
Siyasetmedarên başûr çiqasî bixwazin xwe ji têkoşîna kurdên Îranê û Titkiyê dûr bixin jî ev yek ne mimkûn e, miletek ji hev cuda nabe.
Ji bo ku satatuya kurdan li Kurdistana Îraqê bibe xwedî îstîkrar û bigihîje ewlekariyeke saxlem dibê li Îranê, li Tirkiyê û li Sûriyê kurd bigihîjin azadiya xwe, mesela kurd li van welatan dibê bi şiklekî çareser bibe.
Heta ku kurd li Sûriyê, li Îranê û li Tirkiyê wiha bindest bin û şer û liberxwedanên wan wiha dom bikin, ne mimkûn e ku li başûr kurd jê muteesîr nebin û di şer negerin.
Dibê em hemû kurd, lê bi taybetî jî kurdên başûr vê rastiya dîrokî, coxrafî û netewî bibînin û li gorî wê hereket bikin.
Îranê, Sûriyê, Îraqê û Tirkiyê heta nuha ji bo bindesthîştina kurdan siyaseteke mişterek meşandine, piştgirî dane hev û alîkariya hev kirine.
Lê ji buha û pê va dibê ew jî dev ji vê siyaseta xwe ya tunekirina kurdan berdin û ji dêlî wê ve, ji bo çareseriyeke demokratîk bi hev ra li rê û hevkariyên mişterek bigerin.
Dîrokê em hemû kurd bi hev ra xistin vî halî, wisa xuyaye ku ewê me hemûyan bi hev ra jî ji vî halî xelas bike.
06 november 2011
Bêkesiya kurdan Erdogan çavsorî kiriye
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, di peyama xwe ya cejnê da careke din peyama operasyona derveyî sînor da û got, ” pêşmerge piştgirî nedin jî ewê bi xwe operasyonê bikin.”
Erdogan derbarê hevdîtina xwe ya bi serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ra jî got:
”Em li bendene ku pêşmergeyên Rêveberiya Herêma Bakurê Îraqê (Erdogan hîn jî navê Kurdistanê nagre devê xwe) li gel me cih bigirin û em bi hev ra operasyonê bikin. An na, emê bi xwe operasyonê bikin."
Rast e, heger bikanibin ewê bikin, çimkî bêkesiya kurdan Erdogan çavsorî kiriye...
Yek , ji ber ku Emerîka li pişt wan e.
Dudu, çavê wan kurdan dibire, dizanin ku çi bînin serê kurdan jî cîhan dengê xwe nake, ewê ji wan ra bimîne.
Erdogan, Gul û Davutoglu bi çavê ”peza qurbanê” li kurdan dinêrin, loma jî qet guh nadin rica û pêşniyarên serokên kurdan, qêrîn û hawaran dayikên kurd.
Dibêjin na, ya hûnê teslîm bibin, ya jî emê we hemûyan bikujin, bi bombe û napalman bikin komir.
Ji xwe ji ber vê biryara şer e ku Fethulah Gulen ji artêşê ra dibêje, ”bira ne 500, bira 5 hezar bin, bi ra 50 hezar bin. Hûn milyoneke çekdar in, hemûyan cihê cihê lokalîsera bikin û ji ortê rakin. ”
Yanî Gulen jî ji hukûmetê ra dibêje, şer bidomînin û miheqeq qezenz bikin.
Meriv ji vê beyana Erdogan ya cejnê jî fêm dike ku hukûmetê riya diyalogê, çareseriyeke siyasî û aştiyane ji rojeva xwe derxistiye û xwe angajeyî qezenckirineke bi riya şer kiriye.
Îcar ji ber ku armanca Erdogan "qezenckirina" şer e, ne çareserkirina mesela kurd e, loma jî qet guh nade pêşniyarên Mesûd Barzanî yên diyalogê û dîtina riyeke aştiyê.
Erdogan, ji dêlî van pêşniyarên Barzanî yên diyalogê û çareseriyeke demokratîk, bi rengekî zorba alîkariya şer li ser kurdên başûr ferz dike, dibêje hûnê bi me ra zarokên xwe bikujin.
Erdogan vê zorbatiyê dike, ji ber ku îro xwe pir xurt dibîne, loma jî dixwaze di şer da zora kurdan bibe û dilê xwe yê nîjadperest honik bike.
Bi dîtina min êdî her babet hevkarî, dostanî û piştgiriya bi hukûmeta AKP-ê ra şaş e, şirîkatiya vê siyaseta Erdogan ya şerxwaz e.
XXX
Ji ber ku di ”jest” û ”şovên” wiha da tu zirareke wan ya siyasî tuneye, bi vê çûna xwe ne mafekî didin kurdan û ne jî ji bo çareserkirina mesela kurd gavekê davêjin.
Çi ye, çi ye, Gul cejna xwe li Wanê pîroz dike!
Gul, cejna xwe li Wanê pîroz bike çi feyd...eya wê ji kurdan ra heye, neke çi feyddeya wê ji kurdan ra heye?
Qet!
Serokkomar Gul, ji bo kuştina zarokên waniyan sonda ”heyfgirtinê/întîqamê” dixwe û emrê qetlîama zarokên wan dide û îro jî diçe pîrozbahiya cejna dê û bavên van zarokan!
Kurd êdî ne bêmeju ne…
Kurd, ji Gul ji pîrozkirina cejnê bêtir awestandina şer û mafên xwe yên netewî dixwazin.
Heger Gul pir dilşewatê waniyan e, bira bombebarankirina zarokên waniyan rawestîne, bira nehêle zarokên waniyan bi napalm û çekên kîmyayî bibin rejik.

Pîrozbahiya xapandinê
Serokkomar Abdullah Gul û serokê giştî yê CHP-ê Kemal Kiliçdaroglu, ji bo xapandinê weke taktîk îro çûn Wanê.

05 november 2011
Civatek çawa dikane hewqasî zalim be?
Li Tikriyê ji alî hukûmetê, dewletê, medyayê û çapemeniyê ve li hemberî kurdan dijminatiyeke dûrî aqilan heye, kîn û nefretke bêsînor di vana civatê da tê belavkirin.
Û ev dijminatî jî ne veşartî, bi rengekî pir vekirî tê kirin. Dijminatiyeke pir qebe, pir bêûjdan...
Ev çend roj in ez bala xwe didim rojname û malperên tirkî, beyanên siyasetmedarên tirk û çavê xwe li nivîsên rojnamevanan(yên qunciknivîsan) digerîninm.
Dijminatiya ku li hemberî kurdan tê pompekirin dûrî aqilan e, meriv pir û pir ditirsîne...
Civbatek, li hemberî însanên ku bi wan ra dijîn çawa dikane hewqasî bêûjdan, hewqasî zalim û kîndar bibe aqilê min nagre!
Di çapemeniya tirk da tu bela xwe didî kîjan rojnameyê, kîjan malperê, tu li kîjan kanala telewîzyonê temaşe dikî bi sedan, bi hezaran însan weke gurên har êrîşê dibin ser kurdan, ji bo ku kurdan û daxwazên wan neheq nîşan bidin bêbextiyên herî mezin li wan dikin, gotinên nemayî ji PKK-ê, KCK-ê, HPG-ê, BDP-ê, ji hemû serok û birêvebirên wan ra, ji gerîlayên tên kuştin ra dikin, xebrên pir pîs didin, heqaretên nemayî li kurdan dikin.
Li hemberî vê bûjdanîya, bêxlaqiya, zalimî, kîn û nefreta ku li hemberî siyasetmedarên kurd û miletê kurd tê kirin meriv hişê xwe berdide.
Û dema ew van heqaretan li kurdan dikin, qet kes guh nade ku hevalên wan yên kurd hene, ew bi kurdan ra li eynî welatî dijîn, bi kurdan ra dixebitin, bi kurdan ra diçin eynî dibistanan, bi kurdan ra diçin eynî mizgeftan, eynî zanîngehan, bi kurdan ra eynî rojnameyan dixwînin û li eynî kanalên telewîzyonan temaşe dikin.
Her rojname, her rojnamevan, her malper, her telewîzyon, her radyo, her siyasetmedar, her berpirsiyarê dewletê, her mele, her xoce, her îmam welhasil her tirk fena ku li Tirkiyê, li bajarê wan , li ciyê karê wan, li mizgeft û li der û dora wan da qet kurd tunebin hereket dikin, bi wê rehetiyê ji kurdan ra gotinên nemayî dikin, xebran didin û heqaretên pir mezin li kurdan dikin.
Weke Fetulah Gulen, nifirên wisa li kurdan dikin ku xwîna meriv dicemide. Merivekî weke Gulen, li kurdên ku doza mafên xwe yên netewî dikin nifirên pir giran dike, dibêje:
"Ya Rebî tu koka wan biqelînî, tu agir bera mala wan bidî, tu wan mehû bikî, tu yekîtiya wan xera bikî, tu koka wan biqelînî, wan hişk o ola bikî..."
Ev neyartiya civata tirk ya li hemberî miletekî weke kurdan mezlûm, bindest û bêmaf min matmayî dihêle, xofeke pir mezin dixe dilê min.
Ev civata ku bi hestên nasyonalîzmê dîn û har bûye, hiş berdaye, ronî di çavan da û aqil serî da nemaye, ji hemû hestên mirovahiyê dûr ketiye aqilê min disekinîne.
Civatek çawa dikane hewqasî zalim, hewqasî bêûjdan û bêmerhemet bibe?
Miletek, civatek, dewletek, hukûmetek, dîndar, siyasetmedar û ronakbîrên miletekî, medya û çapemeniya welatekî li hemberî însanên ku hemwelatiyên wan in çawa dikanin hewqasî zalim, nîjadprest bin û hewqasî hîsterîk hereket bikin?
Ez fêm nakim, aqilê min nagre...
04 november 2011
Medyaya tirk li dijî kurdan şerekî psîkolojîk dimeşîne
Dewlet li hemberî PKK-ê di warê psîkolojîk da jî şerekî pir mezin dimeşîne. Çend qelemên demokrat ne têda, hemû çapemenî û medayaya tirk, li gorî daxwaz û dîrektîfên Erdogan û hukûmetê, li hemberî kurdan vî şerê psîkolojîk bi rengekî bêaman dimeşînin.
Çapemenî û medyayê hewayeke wisa xuliqandine, fena ku dewletê di warê leşkerî da PKK şikandiye û hêzên gerîla jî êdî li ber belav bûnê ne.
Loma jî dibê rojekê berî rojekê, hemû gerîla û PKK-yî teslîmî dewletê bibin hîn ku ew jî nehatine kuştin.
Hemû telewîzyon, rojname û melperên tirk qela xwe kirine yek û bi yek devî ji kurdan ra dibêjin, ”law birevin pûlis hat! Zû teslîm bibin hîn hûn jî nehatine kuştin!”
Mesela Emre Uslu di quncikê xwe yê rojnameya Tarafê da, ”Banga dawî ya berî mirinê” li kurdan, li PKK û gerîla dike, dibêje werin teslîm bibin, ya na hûnê jî werin îmhakirin.
Emre Uslu, ji alî din da jî ji hukûmetê ra jî dibêje, dev ji êrêşan û operasyonan bernede, heger hûn wiha dom bikin, di demeke nêz da hûnê PKK-ê biqedînin. Emre Uslu ji hukûmetê ra dibêje:
”Ez pir vekirî dibêjim, heger stratejiya mewcûd were domandin, heta buhara pêş me PKK ewê were îmha kirin.”
Huseyîn Gulerce yê xwedêgiravî xwedî ”hinek ûjdan” li kesên weke Hasan Cemal , ji ber ku ew li dijî operasyonên KCK-ê derdikeve, wî rexne dikre û dibêje, ”êdî li ortê kesên ku azadiya kurdan dixwazin tunene, vana gurûbek qatilên destbixwîn in.”
Kesên weke Musta Akyol ku li gorî gelekan hîn bi ”merhamet” in û goy dixwaze hukûmet hin mafan bikde kurdan, ji hukûmetê ra dibêje, dozaca şîdetê zêde pêşda nebin, bi ”ço” ra bira ”gizêr” jî tim di destê we da be.
Mustaf Akyol dibê: ”Weke Sedat Lçîner jî di nivîsa xwe da rêz kiriye, dibê, parastina bi kurdî, dersên kurdî ya bi hilbijartinê û daxwazên navên ciyan yên bi kurdî werin qebûlkirin…”
Hûn dibînin di nava dîndaran da qelama herî bi ”ûjdan” ji bo kurdan kîjan mafan dixwaze?
”Di dadgehan da axaftina bi kurdî, di mekteban da dersên bi hilbijartin û paşdedana navên bi kurdî!”
Xêra Xwedê, heger kurd bi van mafan jî neyên serî pir neheq in(!)
Mêrik, di mahkemeyanda axaftina bi zimanê xwe ne weke mafekî însanî yê xwezayî, weke lutfekê, weke gaveke siyasî dibîne.
Bi kurtî, hukûmetê û medyayê, çapemeniyê qela xwe kirine yek û dixwazin tevgera kurd ya netewî bifetisînin.
Hukûmet ji çareseriy mesela kurd bêtir, li dû qedandina PKK-ê ye, dixwaze bi şer zora kurdan bibe û kurdan teslîm bigre.
Medya û çapemenî jî ji bo rastgerandina vê armanca hukûmetê, bi hemû hêza xwe alîkariya hukûmetê dike.

03 november 2011
Ji bo me kurdan çend nimûneyên mişt ders
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro saet di 17-an da gihîşt Stenbolê.
Li gorî ajansa Firatnewsê dinivîsîne, Mesûd Barzanî, li Balafirxaneya Ataturk ji alî cîgirê waliyê Stenbolê Ahmet Aydin ve hatiye pêşwazîkirin.
Baş e ku bekçiyekî qereqolê neşandina pêşwazîkirinê.
Helbet ev muameleya hikûmeta AKP-ê heqareteke pir mezin e him li serok Barzanî û him jî li tevayiya miletê kurd.
Her kurdê bi xîret, xwedî xurûreke netewî dibê vê muameleya li hemberî serokê herêma Kurdistanê, birêz Mesûd Barzanî ji bîr neke…
Helbet bi vê muameleya dijminane Mesûd Barzanî biçûk nakeve, tenê nemirovî û dijminatiya hukûmeta AKP-ê ya li hemberî kurdan diyar dibe.
Kurd van heqaretên Erdogan di quncikekî dilê xwe da qeyd dikin...
Rojnameya Resmî û malpera wezîrê derve jî ji bo ku nebêjin ”serokê Herêma Kurdistan”, gotibûn ”Serokê IKB”.
XXX
Li ser vexwendina serokwezîrê Tirkiyê Edrogan, Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî îro diçe Tirkiyê.
Malpera Wezareta Derve û Rojnameya Resmî ya T.C-ê(Komara Tirkiyê), ji bo ku navê Kurdistanê nenivîsînin, nebêjin ”Serokê herêma Kurdistanê”, gotine ”Serokê IKB-ê” Mesûd Barzanî îro tê Tirkiyê.
”IKB”, kinkirina navê ”Irak Kurdistani Başkani yanî Serokê Kurdistana Iraqê.”
Lê ne vekirî, tenê herfên serî weke ”IKB” nivîsîne.
Ji bo telafuznekirina navê Kurdistanê û sifetê Barzanî, ev jî îcadeke hukûmeta AKP-ê ya nuh e.
Bi dîtina min, ev nimûne jî nîşan dide ku hukûmeta AKP-ê hebûna statuya kurdên başûr jî hîn qebûl nake.
Hukûmeteke ku hîn nexwaze sifet û meqamê serokekî kurd vekirî û rast binivîsîne, ji bo vê yekê serî li riyên hîleyan bide, ev hukûmet ewê çawa mafê kurdan bide û mesela kurd çareser bike?
Erdogan û Davutoglu hîn naxwazin navê ”KURDISTANÊ” bigrin devê xwe û di malperên dewletê yên resmî da biweşînin.
Yanî hukûmeta AKP-ê hîn statuya kurdên başûr û ya Mesûd Barzanî qebûl nake.
Îcar ev hukûmet ewê çawa mafekî bidin kurdên xwe?
Min nuha bala xwe da malperên tirkî, teqrîben hemû malperan jî eynî weke Rojmnameya Resmî(Resmî Gazete) gotine ”Serokê IKB”ê Mesûd Barzanî bikar anîne.
XXX
Rast e derew e baş nayê zanîn, lê tê îdîakirin ku ev nifira helbestkî ya li jêr ji Alî Yavuz Sultan Selîm ve li Mûşê li ser kaniyekê hatiye nivîsîn.
Helbest wiha ye:
”Fersendê nede kurd ya Reb, bira sultanê welat nebe
bira çaroxa nigê wî teng be, tu carî îflah nebe
lêxe bi ço, bigre nan ji dest, bira zikê wî têr nebe,
ji vê kaniyê bira gawir vexwe, rûm vexwe, ji kurd ra nesîb nebe
XXX
Kürde fırsat verme ya Rab, dehre* sultan olmasın,
Ayağını sıksın çarık, asla iflah olmasın,
Vur sopayı, al ekmeği, karnı bile doymasın,
Ol çeşmeden GAVUR içsin, RUM içsin, kürde nasip olmasın
*Welat, yanî bira nebe sulatanê welêt.
XXX
Li Tirkiyê zulmê dest guherand. Berê yên hukumdar leşker bûn, nuha hukumdar sivil in.
Berê serdar û fermandarê hêzên zulmê serokerkan bû, nuha serokwezîr e.
Berê, zulm û çavsorîya mezin leşkeran dikir.
Nuha sivîl dikin.
Dewlet ji destê leşkeran derket, ket destê pûlisan.
Berê Tirkiye dewleteke leşkerî bû, nuha bû dewleteke polîsan.
Berê serokerkan berpirsiyarên çapemeniyê, medyayê dicivandin, emir û ferman dida wan…
Nuha serokwezîr wî karî dike, îcar ew li hemberî kurdan emir û fermanê dide wan.
Yanî ji bo kurdan ne zulm, zulumkar, ne îşkence, îşkencekar hatin guhertin.
Berê leşkeran bi qundaxan li kurdan dixistin, nuha pûlis û tîmên taybet bi copan lêdixin.
Ferq tenê ev e.

Mêrik him sûcdar e him zimandirêz e
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan do li Almanyayê dîsa siyaseta Almanyayê ya entegrasyonê bi tundî rexne kir û got ”ez qebûl nakim ku birayê min ê tirk li vir werin asîmîlekirin.”
Mêrik rexneyên wisa li Almanyayê girt, fena ku ew ne serokwezîrê welatekî ku hebûna 20 milyon kurd înkar dike be.
Fena ku li Tikriyê kurd û gelên din hemû xwedî maf û azadî bin, zimanê her miletî serbest be, zarokên her miletî bi zimanên xwe perwerde dibînin.
Mêrik li Tirkiyê, di meclîsa xwe da çawa dipeyive, quretî û çavsoriyê dike, li Almanyayê jî bi eynî termînolojiyê peyivî û wiha got:
”Min di her fersendê da anî zimên, ez îro li vir jî dibêjim; birayê min ê li vir miheqeq dibê almanî fêr bibe. Heger heq dike bira bibe hemqelatiyê Almanya. Lê belê dibê tu kes ji me nepê ku emê zimanê diya xwe ji bîr bikin. Em naxwazin piştî 50 salên din civateke ku tenê paşnavê wan bi tirkî be, civateke ku asîmîle bûbe bibînin. Em dixwazin civateke ku bi zimanê xwe, bi kultura xwe, bi urf û adetên xwe, bi baweriyên xwe li ser niga mayî û di her warî da di xizmeta civatê da bibînin.”
Erdogan van dîtinên xwe yên li dijî asîmîlasyona tirkên Ewrûpa ne li Almanya tenê, li hemû welatên Ewrûpayê dubare dike.
Ji hemû lîderên ewrûpayî ra dibêje, tirk li welatên we bi sedsalan jî bimînin nabe ku hûn wan bihelînin, bikin alman, fransiz, îngîlîz û hollandî, dibê ew heta û heta tirk bimînin, bi zimanê xwe bixwînin û kultur, urf û adetên xwe biparêzin.
Serokwezîrê dewleteke weke Tirkiyê, bira perwerdeya bi kurdî li wir bimîne, hebûna kurdan û bi dehan miletên din qebûl nake, çawa diwêre ji Merkel ra wiha bibêje?
Û Merkel ya jî siyasetmedarekî alman yê din jî newêre bibêje, tu bi xwe li welatê xwe hebûna kurdan înkar dikî, elîfba û navên bi kurdî qebûl nakî û di ser da jî tu tê van gotinan ji me ra dibêjî !
Tiştê ku tu li bvir ji bo tirkên karkir ji mer dixwazî, tu berê li welatê xwe bide kurdan û miletên din, dû ra were van daxwazan ji me bike.
Lê yek serokê ewrûpî jî newêre viya ji Erdogan ra bibêje û loma jî Erdogan û tirk tim wiha bêperwa dipeyivin.
Serok û siyasetmerên ewrûpî bi piranî merivên pûlperest in, dema menfaet û kara wan tê hebe dev ji hemû normên xwe yên exlaqî, însanî û pîvanên xwe yên demokrasiyê berdin û dibin êsîrê zalim û dîktatoran.
Dîktator û nîjadprestekî weke Erdogan, dewleteke weke Tirkiyê, li welatekî weke Almanya van quretiyên heq, huqûq, edaletê, wejheviyê û demokrasiyê bike, meriv matmayî dibîne...
Lê ji ber ku tirkan fêm kiriye ku ewrûpî ”bi çi tên îmanê”, loma jî dema serok û siyasetmedarekî ewrûpî qala ”demokrasiyê” û ”mafê mirovan” bike, tirk tavilê di bin masê ra ”gizêrekê” dirêjî wî dikin û di cî da devê wî digrin.
Loma jî tirk dibêjin, ”dîn û îmana ewrûpiyan pere ye”, hinek pere bide wan ewê dev ji hemû nirxên xwe berdin.

02 november 2011
Şikandina pişta PKK-ê şikandina pişta miletê kurd e
Hukûmeta AKP-ê dixwaze li bajaran û li çiyê berê “pişta PKK-ê bişkîne” û dû ra jî xwedêgiravî mesela kurd “çareser” bike.
XXX
Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç dîsa gotiye: “Ji nuha û pê va jî dema hewce be, MİT-ê bi PKK-ê re dîsa hevdîtinan bike.”
Arinç, ji roja pêşî da ye vê dîtina xwe dubare dike, vdibêje weke hukûmet ew tu carî bi rêxistina "terorê" ra rûneniştine û ewê rûninin jî. Lê weke taktîk û ji bo xapandinê dema hewce be hertim jî ewê pê ra rûnin.
Di van gotinên Arinç da ji bo kurdan tu tiştekî pozîtîf... tuneye.
Yanî mêrikan eşkere dibêjin ku hevdîtinên MIT-ê û PKK-ê ne ji bo çareseriya mesela kurd e, ji bo xapandinê û qezenkirina wextê ye û kînga hewce be ewê dîsa dest pê bikin.
Mêrik eynî bi çavê zarokan li kurdan dinêre, dibêjî kînga dilê me bixwaze û em kînga hewce bibînin, emê dîsa demekê vê lîstika xwe bidomînin.
XXX
Bi operasyonên KCK.-ê baş diyar bû ku hukûmeta AKP-ê ji PKK-ê bêtir li dijî BDP-ê ye, ji PKK-ê bêtir dixwaze BDP-ê biqedîne. Ji ber ku hukûmet naxwaze kurd dev ji şer berdin û di warê legal da siyasetê bikin.
Hukûmeta AKP-ê, herçiqasî demagojiya li dijî şer dike jî lê bi van girtinên dawî derket ortê ku hukûmet dixwaze PKK bimîne û BDP ji ortê were rakirin. Stratejiya Erdogan ya nuh ev e, qedandin...a BDP-ê ye.
Çimkî Erdogan û hukûmeta wî, BDP-ê ji PKK-ê xetirti dibînin û loma jî ev du sal û nîv in berê xwe dane BDP-ê.
Loma jî rojê 40-50 siyasetmedarên kurd û heta dostên kurdan digrin, ji bo ku kurd hêviya xwe ji xebta siyasî qut bikin û û berê xwe bidin çiyan.
Erdogan, xebta kurdan ya li bajaran ji şerê kurdan yê li serê çiyan tahlûketir dibîne û loma jî emrê girtina hemû siyasetmedarên kurd daye.
Ev hukûmet hujûmeteke pir sînsî, pir zalimû û pir nîjadperest e, bi çend gavên xapînok yên taktîkî dixwazin hemû destkeftiyên kurdan yên di warê siyasî û legal da ji ortê rakin.
Dibê em kurd bi israra di xebata siyasî, demokratîk û legal da vê plana Erdogan pûç bikin.
XXX
Berdevkên hukûmetê dibêjin heta ku PKK hebe mesela kurd çareser nabe, çimkî
nahêlin em meselê hel bikin...
Ji bo çareseriya meselê, dibê berê em "PKK-ê biqedînin", yanî
berê bi hezaran keç û xortên kurd bikujin û bi dehhezaran jî siyasetmedarên
kurd bavêjin zindanan.
Piştî ku "pişta PKK-ê şikandin ya jî qedandin", (helbet heger
bikanibin) û şunda ewê ji kurdên AKP-ê û ji kurdên “kedî û maqûl” û ji kurdên
"neyarên PKK-ê" ra bibêjin:
"Teror nema, PKK, KCK, HPG yanî hemû rêxistinên ku hûn bi hebûna wan
nerehet bûn ji ortê rabûn, me "pişta hemûyan şikand", êdî tu sebeb
nemaya ku hûn ne kêfxweş, ne dilşa û ne bextewar bin... Fermo, bilizîn, bidin
çindikan û heta ji we tê kêfxweş û bextewar bin; êdî "PKK nema !"
Erdogan, Gul, Arinç, ewê bi edayên qehremanên mezin dom bikin, bibêjin:
"Heger di nava we da hîn jî kesên ne kêfxweş û ne bextewar hene,
maneya xwe ew endamên KCK-ê ne, dibê îcar jî em “pişta wan bişkînin. !”
Bi dîtina min piştî “şikandina pişta PKK-ê”, tiştê ku hukûmeta AKP-ê û
dewleta tirk ji kurdên “maqûl” û yên neyarên PKK-ê ra bibêje ev e. Ewê bibêjin,
ya devê xwe bigrin û li ciyê xwe rûnin, ya jî “emê pişta we jî bişkînin."
Tirk dibêjin “kirk katir mi kirk satir mi?”, yanî şiklê ceza xwe hûn bi xwe
hilbijêrin, hûn bi kêfa xwe ne...
XXX
Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç dîsa gotiye: “Ji nuha û pê va jî dema hewce be, MİT-ê bi PKK-ê re dîsa hevdîtinan bike.”
Arinç, ji roja pêşî da ye vê dîtina xwe dubare dike, vdibêje weke hukûmet ew tu carî bi rêxistina "terorê" ra rûneniştine û ewê rûninin jî. Lê weke taktîk û ji bo xapandinê dema hewce be hertim jî ewê pê ra rûnin.
Di van gotinên Arinç da ji bo kurdan tu tiştekî pozîtîf... tuneye.
Yanî mêrikan eşkere dibêjin ku hevdîtinên MIT-ê û PKK-ê ne ji bo çareseriya mesela kurd e, ji bo xapandinê û qezenkirina wextê ye û kînga hewce be ewê dîsa dest pê bikin.
Mêrik eynî bi çavê zarokan li kurdan dinêre, dibêjî kînga dilê me bixwaze û em kînga hewce bibînin, emê dîsa demekê vê lîstika xwe bidomînin.
XXX
Bi operasyonên KCK.-ê baş diyar bû ku hukûmeta AKP-ê ji PKK-ê bêtir li dijî BDP-ê ye, ji PKK-ê bêtir dixwaze BDP-ê biqedîne. Ji ber ku hukûmet naxwaze kurd dev ji şer berdin û di warê legal da siyasetê bikin.
Hukûmeta AKP-ê, herçiqasî demagojiya li dijî şer dike jî lê bi van girtinên dawî derket ortê ku hukûmet dixwaze PKK bimîne û BDP ji ortê were rakirin. Stratejiya Erdogan ya nuh ev e, qedandin...a BDP-ê ye.
Çimkî Erdogan û hukûmeta wî, BDP-ê ji PKK-ê xetirti dibînin û loma jî ev du sal û nîv in berê xwe dane BDP-ê.
Loma jî rojê 40-50 siyasetmedarên kurd û heta dostên kurdan digrin, ji bo ku kurd hêviya xwe ji xebta siyasî qut bikin û û berê xwe bidin çiyan.
Erdogan, xebta kurdan ya li bajaran ji şerê kurdan yê li serê çiyan tahlûketir dibîne û loma jî emrê girtina hemû siyasetmedarên kurd daye.
Ev hukûmet hujûmeteke pir sînsî, pir zalimû û pir nîjadperest e, bi çend gavên xapînok yên taktîkî dixwazin hemû destkeftiyên kurdan yên di warê siyasî û legal da ji ortê rakin.
Dibê em kurd bi israra di xebata siyasî, demokratîk û legal da vê plana Erdogan pûç bikin.
XXX
Parlementerê AKP-ê Mehmet Metîner, di axaftina xwe da Îsmet
Înonu bi “faşîst”bûnê îtham kir.
Parlamenterên CHP-ê ji vê îthama Metîner gelkî aciz bûn
xwestin Metîner vê gotina xwe paşda bigre û uzrê xwe bixwaze.
Metîner berê îtîraz kir, got rast e, ez uzur naxwazim. Lê
piştî nabênê û lêrabûna “mezinên” wî, feqîro dîsa derket ser kursiyê û him uzrê
xwe ji CHP-ê xwest û him jî gotina xwe paşda girt. Metîner wiha got:
“Li meclîsê mafî tu kesî tuneye heqaretê le hev bike û
hevûdu bi faşîstiyê îtham bike. Heger gotina faşîstiyê giran hatibe ez uzrê xwe
dixwazim û gotina xwe paşda digrim.”
Mubareko bûye kewê teqlebaz, meriv pê ra nagihîne teqleyên
wî bijmêre. Milet zane ne tu mêr e, rebeno rastiyê jî dibêje poşman dibe, milet
gotina wî paşda dixe devê wî...
Xwedê kurdekî din nexe vê rewşê...
01 november 2011
Çira virekan heta sibê vêketî namîne
Erdogan û hemû wezîrên AKP-ê dibêjin ku ew tu carî ferqiyetê naxin nabêna bajaran û xelkê, dixwaze bira ray dabin wan ya nedabin wan ferq nake, ew li hemberî her kesî adil hereket dikin.
Li gorî Erdogan û hukûmetê, hemû gilî û gazinên belediyeyên BDP-ê vir in, binaka wan tuneye, propagandeyeke li dijî hukûmeta wan e.
Lê her kes dizane ku Erdogan û berdevkên hukûmetê rast nabêjin, bi zanetî, ji bo ku BDP-ê li ber çavê milet reş bikin him heta ji wan tê astengiyê derdixin, alîkariyê nakin û him jî ji bo zeîfxistina beladiyan çi ji destê wan tê dikin.
Û hêzên ewlekariyê û hemû berpirsiyarên dewletê yên li herêmê, ji yê herî biçûk bigre, heta bi yê herî bilind bi çavê dijmin li BDP-ê dirênin.
Îcar ev rastî ne îdîa kurdan tenê, di nîvîsa jêr da çavdêriyên M. Alî Bîrand bi xwe ye jî.
Mehmet Alî Bîrand, di nivîsa xwe ya îro da hinekî li ser Wanê û rewşa wir ya siyasî radiweste. Bîrand dibêje,” li gorî dîtina hêzên ewlekariyê, KCK rêxistineke pir tahlûkeye. Yên tên girtin kesên ku ji alî PKK-ê ve ji bo îdarekirina herêma xweser/otonom hatine wezîfedarkirin. Bi van girtinan hukûmet pêrgiyê li ber xweseriya demokratîk digre, darbeyê li kadroyên PKK-ê dixe.”
Bîrand dom dike, dibêje:
”Waliyê Wanê ji bo şarederê Wanê dibêje nehatinciyê koordînasyonê, carekê riya xwe bi me nexistin. Ma dibê em dawetiyê bişînin jê ra. Hemû teşkîlata min ji bo hevkariyê hazir e. Ez dikanim baweriya xwe bi samîmîyeta walî bînim lê ez nikanim eynî tiştî ji bo kesên din yên ku ez bi wan ra peyivîm bibêjim. Nête min ne sûcdarkirina kesî ye. Ji yê herî biçûk bigre heta bi yê herî bilind, burokrasiya dewletê û hêzên ewlekariyê bi çavekî din li BDP-ê dinêrin. Ji jor da lê dinêrin. Bi vî rengî xistine serê wan. Ji ber ku BDP-ê weke hêzeke cudaxwaz dibîninm, loma jî refleksên wan jî tim di eleyhê wê da dixebite. Heger meriv vekirî bibêje, BDP-ê weke neyar dibînin. Kesên bi dengê bilind gilî bikin pûlis wan belav dike. Pûlis bersîvê nade telefonên ku ji BDP-ê ya jî ji rêxistinên mafên mirovan tên. BDP-ê li hemberî xwe weke astengê dibînin.
Speklasiyoneke din ya bi dizî, dixwazin berê reaksiyona xelkê bidin BDP-ê. Meyleke wiha tê hîs kirin. Dema kesên berpirsiyar dibêjin belediyeyên BDP-ê qet karekî nakin, dibê ji wan hesab were pirsîn, bi van rexneyan armanc ew e ku wan ji îtîbar da bixînin.
Wan dereke ku bûye du şeq, Nîvî BDP-ye û nîvê din jî AKP-ye. Dewlet bi aliyê din ra rehet têkliyê datîne, hevkariyê dike. Tabî wê demê jî ferq û cudayetî zîl dide. Li herêmê du hêz, du qewet hene, dewlet û BDP, KCK. Dewlet pir xurt e, bi pûlis, esker, pere û bi îmkanên xwe yê mezin têkbirina wê pir zor e. lê belê dilê xelkê, baweriya xelkê bi BDP-ê, KCK-ê ra ye.”
Wek tê dîtin, hêzên dewletê bi çavê neyar li kesên BDP-yî dinêre, guh nade daxwazên wan, bersîvê nade telefonên wan û ji bo ku li ber çavê milet wan reş bikin, dewlet xebateke sîstematîk dimeşîne.
Lê li gel vê zulmê, neheqiyê jî Erdogan dibêje em ferqiyetê naxên nabêna kesî. Lê em di nivîsa Bîrand da dibînin ku ev îdîa ne rast e, bi gotineke din derew e.
Û him jî ne dereweke ”bêzirar û ji mecbûrî”, dereweke ji bo armanceke diyar e. Û ev jî bêexlaqiyeke herî mezin e.
Ji ber ku Erdogan xwedêgiavî merivekî bawermend e û AKP jî partiyeke ”îslamî” ye, loma jî ezê ji Pêxember li ser derewan vê numûneya jêr bidim.
Dibêjin rojekê ji Hz. Muhamed pirsîn, gotin:
- Ya Resûlelah, ma kesê mumîn dikane tirsoneke be?
Got, "erê."
Gotin, "kesê mumîn dikane çikûs be?"
Got "erê."
Gotin, "kesê mumîn dikane virek be?"
Pêxember got, "EBEDEN! Xwedê me hemûyan ji şerê kezeban bisitirîne.!"

Ev zulma hûn li kurdan dikin ewê ji we ra jî nemîne
Erdogan,di axaftina xwe ya îro da jî hovîtiya artêşê ya li Geliyê Kazan dîsa parast û dîsa bi çavsorî û nîjadprestiyeke bêperwa BDP rexne kir, got, çima BDP-yî diçin şîna gerîlayên hatine qetilkirin.
Mêrik merivekî hewqasî zalim e, ji BDP-ê û kurdan ra dibêje neçin cenazeyên zarokên xwe ranekin, hûn jî wek min bibêjin ”vana terorîst in û loma jî qetla wan helal e.”
Dixwaze bira gerîlayê hatiye kuştin zarok, bira, xwarzê, biraziyê ya jî merivekî parlamenterên BDP-ê be, ji bo Erdogan ferq nake, dibê neçin cenazeyê biraziyê xwe, merivê xwe.
A bêûjdanî û zora zaliman ji viya tê gotin.
Erdogon sînyala berdewamiya terora xwe jî da got, ”Li dijî terorê em micadeleyeke pir bi biryar didin. Li ser navê micadeleya bi terorê ra çi pêwîst be em wiya dikin.”
Bi tank û topan, bi fuzeyên laser û bombeyên jahrî, bi firokeyên bêînsan, bi helîkopterên Super yên Kobra, bi general û yekîneyên profesyonel, bi hêzeke çekdar ya yek milyonî û bi balafirên şer yên yên ku her roj bi tonan bombeyên jahrê dirjînin ser serê gerîla û çiyan bi ser serên wan da dihedimînin, mimkûn e ku di warê leşkerî da hûn zora PKK-ê bibin, wê bêtesîr bikin, lê dibê hûn ji bîr nekin ku bi vê ”serkeftina” xwe hûnê tu carî nikanibin miletê kurd teslîm bigrin, hûnê tu carî nikanibin di dilê kurdan da agirê azadiyê û serxwebûnê vemrînin.
Ev nêzî 200 sala ne ku hûn û pêşiyên xwe hewil didin ku vî agirê azadiyê û serxwebûnê yê di dilê miletê kurda vemrînin û kurdan teslîm bigrin, bikin tirk, lê hûn nikanin.
Çimkî ev him ne mimkûn e û him jî neheqî û zulmeke mezin e. Weke her miletî, azadî û serxwebûn mafê miletê kurd jî, kurd jî rojekê miheqeq ewê bigihîje azadiya xwe.
Tu zalim û zulm nikane kurdan ji vî mafê xwezayî û demokratîk heta û heta bêpar bihêle. Zarokên kurdan jî weke yên tirk, ereb û farisan miheqeq ewê bibin xwedî welat û dewlet, xwedî al û nasname....
Li hemberî vê zulm û çavsoriya we, bi nîşandana bedenên keç û xortên kurd yên ku bi bombeyên we yên jahrî bûne rejik, hûn kîn û nefreta di dilê kurdan hezar qatî zêde dikin.
Tu zulm ne ebedîye, rojekê ewê dora we jî were…

Prenumerera på:
Inlägg (Atom)