Di otobozê da yekî rojnameya xwe Dagens Nyheter(Xeberên
Rojê) li ser kursîyê hîştibû. Qey xwestibû bira yekî din jî bixwîne.
Çend sal in min xwendina rojnameyên kaxetî terikandiye, min Dagens Nyheter
negirtiye destê xwe.
Berê ez aboneyê vê rojnameyê bûm, her sibe dihat malê.
Ji bo xwendinê min rahîştê, ez matmayî mam. Dagens Nyheter, rojnama Swêd a herî
bi nav û deng bûbû wek çend rûpelên reqlamê.
Li Swêd rojnameyên kaxetî li ber qedandinê ne, gelek hatin girtin, hinek jî dawiya heftê dertên.
Înternetê, telefonên bêrîkê dawî li kultura xwendina rojnameyan anîye; êdî kes rojnameyên kaxetî naxwîne.
Kovarên mehane jî roj bi roj dawî li weşana xwe tînin.
Serdemeke nuh dest pê kiriye. Ev serdema nuh kultur û adetên berê ji ortê radike, kultureke li gorî vê serdemê, vê teknolojiya dijîtal di civatê da bi cî dike.
Li Swêd rojnameyên êvarî hene, belkî ew jî êdî her roj dernayên. Çimkî her kes di telefona xwe da wan dixwîne. Abonetîya dijîtal heye.
Rojnameyên rojê, Dagens Nyheter û Svenska Dagbladet heftê du sê rojan dertên.
Li Swêd rojnameyên rojê(sibê zû dertên)û yên êvarê hene.
Dagens Nyheter(ji 1864´a vir da dertê) û Svenska Dagbladet(1884´a
vir da dertê)rojnameyên li seranserê Swêd hene. Bêyî wan, rojnameyên bajaran jî
hene.
Gava min bala xwe da rojnameyê rojên berê hat bîra min. Ez
aboneyê wê bûm, her sibe berî ez biçûma kar rojnameya min dihat mal. Min bi rê
da dixwend.
Bi taybetî rojên tahtîlan gava ji xew radibûm, bi qahwa sibê ra xwendina wê
hestekî pir xweş bû. Min qahwa xwe fir dikir û rojnameya xwe dixwend.
Sibehan, di otoboz û metroyê da hema hema di destê her kesî da rojnameyek,
kitêbek, kovarek hebû.
Dûra rojnameya belaş(Metro)derket. Ew jî li ber deriyê her îstasyonê hebû, xelkê radihîştê dixwend.
Rojnameya Metro di sala 1995´a da dest bi weşanê kir, li 23 welatan çap bû, 18 milyon xwendevanên wê hebûn. Metro, li dinyayê rojnameya rojane ya navnetewî ya herî mezin bû. Nuha ew jî nema, sala 2019´a hat girtin.
Ez bawer dikim qedera rojnameyên din jî ewê bi qedera Metroyê be, fizîkî, wek rojnameyên kaxet ewê jî nemînin. Ji nuha da vê prosesê dest pê kiriye.
Gelo li Tirkiyê û li Kurdistanê jî rewşa rojnameyan wiha ye ?
Di 30-40 salên dawî da li Swdê di warê madyayê da
guhertineke pir mezin çêbûye. Di salên 1980´î da tîraja Dagens Nyheterê nêzî
400 hezarî bû, 350 hezar abone û bikirên wê hebûn. Nuha rojnameya kaxet li ber
mirinê ye, ya dijîtal roj bi roj zêde dine. 250 hezar aboneyên dijîtal in.
Li Swêd di otoboz, metro û tirênan da meriv rojnameyekê, kitêbekê, kovarekê di
destê kesî da nabîne. Kovarên mehane ji xwe mirine..
Di sedsala 21´ê da dinya ji kok da guherî...

Te dîsa behsa meseleyeka pir muhîm kiriye Apê Zinar. Sihet xweş.
SvaraRaderaDi 30-40 salên dawî da li Swdê di warê madyayê da guhertineke pir mezin çêbûye. Di salên 1980´î da tîraja Dagens Nyheterê nêzî 400 hezarî bû, 350 hezar abone û bikirên wê hebûn. Nuha rojnameya kaxet li ber mirinê ye, ya dijîtal roj bi roj zêde dine. 250 hezar aboneyên dijîtal in.
RaderaLi Swêd di otoboz, metro û tirênan da meriv rojnameyekê, kitêbekê, kovarekê di destê kesî da nabîne. Kovarên mehane ji xwe mirine..
Di sedsala 21´ê da dinya ji kok da guherî...