19 september 2023

Kurdê pesnê TRTkurdîyê bide hevalê dewletê ye

Kurdekî bi navê profîla ”Ronaka Ronak Ronak” gotiye, dibê kurd li TRTkurdîyê temaşe bikin, kurdiya wê tenê baş e, kurdiya wê bi rastî kurdî ye. Telewîzyonên din ên kurdan ne hêjayî temaşekirinê ne, zimanê wan pir xerab e.

Kurdê kanala TRTkurdî pêşniyarî kurdan bike hevalê dewletê ye, mesela zimên demagojî ye.

Zimanê TRTkurdîyê ji yên kanalên din ne baştir e. Heger hin programên wê baş bin jî meriv kanala dewleta dagirker, kanala neyarê xwe pêşniyarî miletê xwe nake.

Di TRTkurdî hin programên muzîkê kanin xweş bin, zimanê wan baş e. Lê TRTkurdî nuha wek kanal hêlîna antî-kurdayetiyê ye. Zimanê TRTkurdîyê çiqasî rast û xweş be jî kanala dewleta dagirke e.
Xeberên TRTkurdî ji serî hetanî dawî li dijî kurd û Kurdistanê ne, serapê neyartiya kurdan vedirşin. Dagirkirina Afrînê, Serê Kaniyê diparêzin.
Her kurdê bi droneran dikujin TRTkurdî pîroz dike, dibêje me îro hewqas terorîst kuştin.
Zimanê kanalek wiha şekir be jî meriv jê hez nake, pêşniyarî gelê xwe nake.
erebîya telewîzyona Îsraîl çiqasî xweş be jî erebek, filistîniyek pesnê wê nade, pêşniyarî ereban nake.
Lê hin kurdên bi ruhê xwe, bi fikirê xwe bûne hevalên dijmin ji TYRTkurdîyê him hez dikin, him jî pêşnyarî kurdan dikin.
 

Telewîzyoneke Tehranê, Bexdayê kurdiya wê çiqasî baş be jî meriv nabêje li kanalên kurdan temaşe nekin, li van kanalên dijmin temaşe bikin. Çimkî kurdiya wan baş e.

Hin kes esas hevalên dewleta tirk in, lê kêmasiyên kanalên kurdî ji xwe ra dikin maske.

Pêşniyara ”Ronak Ronak Ronak” ev e:

"TRT Kurdî ji bo kurdistaniyan ya herî guncaw û sade kurdistanî ye...

Bila kurd li TRT kurdî temaşe bikin, ku têr û sertêra wan mijarên resen ên kurdî hene.

Ew TRTên din ên qaşo ku Kurdîne tiştekî wan û zimanê Kurdî bi hev re nîne.!!"

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE