Dilê lawê mîr ketibû leçika qereçî, ya ewê ew keçik jê ra bixwestana, ya jî ewê xwe bikuşta.
Dê û bav çiqas li ber gerîyan, gotin lawo, ev keçik ne li gorî te ye, em ji te
ra keçeka mîr û axan bixwazin, lêwik qebûl nekir, got:
-Na, ya hûnê vê keçikê ji min ra bixwazin, ya jî wzê xwe bikujim.
Mîr ji mecbûrî rabû çû ber holika bavê keçikê. Bi şermokî, bi nezaket, bi
zimanekî şîrîn jê ra got:
Yê qereçî awirekî tûj da mîr, di bin çavan ra bala xwe dayê,
bi hêrs got:
-Biteqize ji ber deriyê min, tu keça min a ez bidim sûtalekî wek lawê te tune
ye. Here ji xwe ra li derîyekî din xîne!
Mîr matmayî ma, bi halekî şeqizî, bi hustuxwarî
berê xwe da mala xwe.
Bi rê da rastî şerûd û berdûşê taxê hat. Berdûş bala xwe dayê kêfa mîr ne li cî
ye, bêmahd xuya dike. Got:
-Xêr e mîrê min, çima gewzê te tune ye, tu bîhnteng xuya dikî? Ma qey hineka
bîna te teng kiriye?
Mîr serpêhatiya xwe jê ra got.
Berdûş mîr teselî kir, got:
-Mereq meke mîrê min, hûn vê meselê ji min ra bihêlin. Hûn herin dest bi
haziriya dawetê bikin.
Berdûş roja din çû ber holika qereçî, bi qîrîn, bi halan got:
-Law zirzop ez hatim !
Qereçî ji holika xwe pengizî der, got:
-Kerem bike begê min, tu bi xêr û xweşî hatiye. Hema emir bike!
Berdûş bi hêrs got:
-Law tu çawa keça xwe ya lîçokî nadî lawê mîr? Mêze min neqeherîne ha, ya na tu
zanî ezê çi bînim serê te !
Qereçî destên xwe di hev da, bi hustuxwarî got:
-Begê minê ezîz, ma ez çawa keça xwe nadim lawê mîr, lê dibê meriv xwestinê
bizanibe.
Li ba me keç wiha tê xwestin. Heger wî jî wek te bixwesta minê bi qurbana wî
kira. Lê nizanîbû bixwaze.
Dibê meriv bizanibe bi kê ra
çawa bipeyive.
Serokên Yekîtiya Ewrûpayê bi serokên çeteyan ra bi zimanekî dîploamtîk
dipeyivin.
Li ber digerin, jê rica dikin, dibêjin bes xelkê bişîne ser me.
Li welatên me kaosek mezin çêbûye, herbeke hundur dike derkeve.
Lê tiştekî bi ser avê naxin.
Çimkî serokê çeteyan ne ji dîplomasiyê, ji zorê, ji ço fêm dike, dibê meriv bi
zimanê wî pê ra bipeyive.
Ew jî hetanî nuha bi wî zimanî pê ra nepeyivîne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar