03 september 2022

Çend rêz ji bîranînên min -225-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-09-03

Îro em komîte şeva partiyê li komelê civîyan. Di komîtê da ez, Mahmûd Kîper, Mihemedê Hekarî, Hesen Mizgîn(Necdet Gundem)hene. Em li ser haziriyên şevê peyivîn.

XXX
1986-09-03

Piştî nîvro çûm komelê, min hinek nivîsên din jî teslîmî Mûrad Ciwan kirin.
Saet di 15a da çûm Federasyonê, min ji Ahmed(Amed Tîgrîs) ra got ezê di redaksîyona Berbangê da bixebitim.

XXX
1987-09-03

*Ez û Mumtaz(Nîmet Aydin) çûn mala Hemîdo Çelîker. Min ji bo partiyê, Armancê alîkarî jê xwest. 500 kron da me.
Em demeke diçim ba nas û dostan alîkariyê top dikim. Bêguman bi tiştên wiha siyaset nabe.

XXX
1996-09-03

Amerîkayê vêsê saet di 06.30î da bi fuzeyan êrîşî Îraqê kir. Hetanî nuha li gorî hin îdîeyan, xwedêgiravî Îraqê û PDKê bi destûra Amerîkayê êrîşî Hewlêrê kirin. Yanî Amerîkayê jî piştgirî dabû vê êrîşa wan.
Ji ber ku Hewlêr di destê YNKê da bû û YNKê jî ji Îranê alîkarî digirt. Lema Hewlêr ji destê YNKê derxistin.
Lê ev êrîşa Amerîka ya îro serê meriv hinekî tevlihev dike.
Seddam Husên îro di telewîzyonê da got, ”em xetên 32 û 36a nas nakin, gazî li leşkerên xwe kir, got li dijî Amerîkayê şer bikin."
Heger Seddam bi rastî şerê Amerîkayê bike ewê şer mezin bibe. Çimkî Amerîka carê ketiyê, paş da venakişe, şer ewê berfireh bibe.
Gava şerê nabêna Amerîka û Îraqê mezin bibe gelo rewşa kurdan ewê çawa be, Amerîka ewê dîsa alîkariya kurdan bike ya na?
Mesele bûye gêrmiya gavanan.

*Do bi şev li mala Keya Îzol bûm, di MED TVê da min li hevpeyvîna Celal Talabanî gudarî kir. Pir bi heyecan bû. Gelek rastî anîn zimên, lê bi ya min xweş negigot. Min ev axaftina wî ne eciband.

XXX
2015-09-03

Ji Yildiz çakarê ra

Gava ez dibînim jinek bi kurmancî dinivîsîne pir kêfa min tê, vê kêfxweşiya xwe jê ra dibêjim û pîroz dikim.
Min di Facebookê da hin tiştên Yildiz xanimê xwendin, kêfa min hat. Min mesajek jê ra şand, min got:
”Yildiz xanim, pirs ne eyb be tu vê kurdiya xweş çawa fêr bûyî?
Pîrekên(jinên) bi kurdî dinivîsin pir kêm in, dema ez dibînim jinek bi kurdî dinivîse çav li min dibin tas û ez pir dilşa dibim.
Nebe ku te jî li Zanîngeha Mêrdînê xwendi be?
Yên li wir xwendine kurdî baş fêr bûne…
Gelek silavên biratiyê
Ma tu ji kîjan qeza Diyarbekir î?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar