Facobookê dîsa bela xwe di min daye, gotiye hin nivîsên te li dijî qaîde û prensîbên me ne, lema me ew rakirin, bêyî te kes nikane wan bibîne.
Min bala xwe da nivîsan, ez matmayî mam, min tu tiştekî ne li rê, ya jî sûc be nenivîsîye.
Di navîsekê da navê Evdila Ocalan derbas dibe. Di nivîseke bîranînên min da(3/8) navê Evdila Ocalan derbas dibe. Min qala mahkima
wî û beyanên abûqatên wî kiriye. Min ne ew parastiye, ne jî pesnê wî daye. Min qala bûyerekê kiriye.
Lê navê wî têrê kiriye Facebook nivîsa min ji malpera min rake. Ev skandal e, dibê sansor hewqasî jî ne rehet be.
Wê demê meriv ne bi başî, ne bi xerabî nikane qala navê Evdila Ocalan bike.
Belkî yekî din jî navê wî Evdila Ocalan be. Bi hezaran Evdila û Ocalan hene.
Qaîde û prensîbên Facebookê pir berradayî ne, çirt pirt nivîsên min sansor dike.
Ya xerab ne meriv kane pê, ne jî kane xwe biparêze. Facebook bûye wek hûteka heftserî, kes nikane pê.
Ne însan, robot nivîsan saxî dike û sansor dike û dûra jî ji te ra dibêje min nivîsa te rakir.
Robot e, ne gotinê fêm dike, ne jî îtîrazê.
Pêşketinê, teknîkê robot xistine dewsa însên, yanî medyaya sosyal, platformên danûstendinê robot îdare dikin.
Însan dinivîsin, robot kontrol dikin û biryara erê nayê didin.
Ev tiştekî ne normal e, dibê meseleyên hewqasî cidî bi metodên hewqasî xeyrîcidî neyên îdarekirin.
Bikaranîna peyvekê, gotina navekî dibê otomatîkman nebe sûc, ew peyv, ew nav çawa û di çi konteksê da hatiye bikaranîn dibê ew esas be.
Meriv kane bibêje ”bijî Daîş jî, bimre Daîş jî !”
Erê di herduyan da jî navê Daîşê derbas dibe, lê di du maneyên sedîsed ziddî hev da.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar