Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1987-09-02
Civîna ji protestoyên 12ê îlonê li Federasyonê çê bû. Me û maociyan dîsa qirik
li hev zuha kir, serê hev gêj kir. Ji qahra wan ez nexweş ketim. Wek zarokan
her carê tiştek digotin û bi xwe jî li hev nedikirin. Em li ser sloganan û çend
gotinan li hev nakin. Meriv pir diweste.
XXX
1999-09-02 2/
Min texmîn dikir piştî minaqaşa Halûk Gerger ya wê şevê bi
Dûran Kalkan ra ewê êdî rê nedin quncikê xwe yê Ozgur Polîtîkayê bidomîne.
Texmîna min rast derket.
Diyar e naxwazin di cepha wan da dengê mixalif, kesên dewletê rexne dikin
hebin.
Halûk Gerger jî yekî ji van mixalifan bû, lê him jî dengekî pirr baş û pirr
muhîm bû. Lê wa ye nehîştin ev deng hebe, lema jî rê li ber girtin.
XXX
2008-09-02
Ji Helîm Yusuf ra
Wey ser seran û ser herdu çavan Helîmcan!
Gelek sipas ji bo nivîsa te ya dostane û qudirşînas.
Do êvarî tam min kompîtor digirt e-meyla te hat. Ez gelkî westiyayî bûm û
serê min jî pir diêşiya(tu rastiyê dixwazî ez hîn jî baş nebûme. Ez nuh ji nava
nivînan rabûm)loma jî min nikanîbû bi xweşikî û li gor kêfa dilê xwe bixwenda,
min hema wiha di ser ra çavek li nivîsê gerand û min hîşt ji îşev ra.
Nuha min nivîs careke din xwend.
Bira, ez çi bibêjim?
Ez sond dixwim ku te helandiye. Bi xêra nivîsa te, min hin meziyetên xwe jî nas
kirin.
Ez bawer nakim heta nuha tu kesî li ser min û xebatên min
tiştên hewqas pozîtîv gotibe. Gelek kesan rexne li min girtine, kevir û kuçik
li min barandine, gelek nav û nîçok li min kirine, lê tiştekî min yê baş, yê
pozîtîv negotine. Di vir da ez çend nivîsên nasandina kitêbên xwe didim
aliyekî.
Ev cara pêşî ye tu, li ser berhem û nivîskariya min tiştekî erênî dibêjî. Mala
te ava be. Qe nebe di jiyana xwe da min dît ku hinek jî qedir û qîmetê didin
xebata meriv. Jiyana van hestan tiştekî xweş e.
Bêguman wek nivîskarê kitêbê tu carî çavê meriv ji ”pesin” û
gotinên baş têr nabe. Min dixwest ku tu hinekî din jî li ser naveroka kitêbê
rawestiya, çend çîrok şirove bikira, li ser ziman û lihevragirtina çîrokan
dîtina xwe bigota û hin tiştên din.
Tu zanî yê min jî bû mesela pîrê. Dibêjin Pîrê bawer nedikir
mêr bike, piştî mêr kir doza heftekan dike.
Yê min jî bû ev mesele. Min bawer nedikir kes tiştekî li ser
binibvîse û dema dinivîsin jî ez tiştê hîn zêdetir dixwazim.
Guh nedê, tiştê min got weke henekekê qebûl bike. Erê te
zêde dirêj nekiriye, te kin gotiye lê te rind gotiye. Yanî ”hindik-rindik” tim
baş e.
Ji xwe navê malûera min jî ”Hindik-Rindik” e.
Careke din gelek sipas ji bo ku te xwe westand û ew gotinên
hêja li ser kitêma min gotin.
Bimîne di xêr û xweşiyê da
Zinarê Xamo
XXX
2016-09-02
Bersîva Kubra Sagir xanimê
Kubra xanim, gelek spas ji bo bersîva te ya ji dil û
qedirşînas.
Tu rastiyê dixwazî ne tu tenê, gelek kesên din jî di medyaya sosyal da min wek
”gurê manco” dibînin û hev û du bi min ditirsînin...:))
Helbet ez zanim we henek kiribû..
Ez bi ”gurê mancotiya” xwe pir kêfxweş û serbilind im, çimkî ne tiştekî xerab
e, tenê hezkirna kurdî û kurdayetiyê tîne bîra meriv, bi wê minasebetê tê
nitirandin.
Ma ev bi destê kê dikeve?
Dibêjin ajanekî MITê di raporeke xwe ya di heqê apê Mûsa Anter da da gotiye,
Musa Anter qet propagandeya kurdîtiyê nake, lê diçe ku, di kîjan cimatê da
rûdine, bêyî ku propagande bike, kurdayetiyê tîne bîra însanan.
Helbet tesîreke wiha nabe nesîbê her kurdî.
Bêguman navê min ne bi qasî apê Mûsa Anter e, lê dîsa jî pir hindik giringî û
hezkirina zimanê kurdî tîne bîra însanan.
Çi bi henekî, çi jî bi cidî…
Ez bi viya qet aciz nabim.
Û ji henk û mîzahê jî pir hez dikim.
Ji bo xwarinê baharat çi be, ji bo zimên jî henek, mîzah, nuktedanî ew e…
Tiştê bi gazina xwe min xwest bibêjim, bi hev henekan bikin, bi navê Zinarê
Xamo hevûdu bitirsînin, lê mesela kurdî jî cidî bigrin.
Henek jî, bîranîn jî bi zimanê meriv xweş e, meriv şopekê li pey xwe dihêle.
Min ew nivîsa Bîlal xwend û li gel ku bi tirkî bû jî kêfa
min jê ra hat. Ji bo ku wî ev serpêhatiyên xweş bi tirkî nivîsîbû min xwest wî
rexne bikim. Lê dûra min got xort e, dibê ez şewqa wî neşkînim…
Yanî serpêhatî û rojaneyên pir xweş in, di kurdî da tiştên wiha kêm in.
Pêşniyara min dibê Bîlal wê weregerîne kurdî.
Heger wernegerîne ezê bibim gurê manco û bi şev têkevim xewna wî û wî bînfetisî
û cunî bikim…
Vaye min ya xwe li vir eşkere got, êdî ew zane…
Careke din spas ji bo bersîvê û ji we hemûyan ra serketinê dixwazim…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar