04 september 2019

Kê bîra xwe û aşxaneya Hîtler biriya !



Li Duhokê aşxaneyeka bi navê Hîtler vekirine. Sosireteke giran e. Kî tiştekî wiha bike jî dibê kurd nekin.

Ez dibêjim xwediyê aşxanê ya ereb e, ya jî kurdekî provakatorê Daîşî ye û neyarê kurda ye.

Di nava ereban û misilmanan da bi milyonan Hîtler hene û dixwazin ji Hîtler xerabtir bikin. 


Vekirina mekanekî bi navê Hîtler parastina nazîzmê ye û sûcekî li dijî însaniyetê ye, dibê hukûmeta Kurdistanê tavilê bigre. 

Ji bo me kurdan şerem û rûreşiyeke mezin e, skandal e, li Duhokê aşxaneyek bi navê Hîtler hebe.

Em kurd wek miletekî bindest dibê tu carî ji Hîtler û yên wek Hîtler hez nekin û destûrê nedin meşrûkirina nazîzmê…


Kî bibe heyranê Hîtler jî dibê kurd nebin heyranê wî. Heger emê bibin heyranê Hîtler wê demê dibê em gazinan ji Seddam husên û ji Daîşê nekin, Hîtler jî yekî wek wan bû. Tiştê Seddam û Daîşê anîn serê me kurdan ji yên Hîtler ne kêmtir in.

Lînka xeberê. Hêzên aşayişê tabeleya aşxanê daxistine. Baş kirine. 

Jamal Kazemi Baş e Caş hene li Caşê hîtlêr ji peyda bûn sûcê karbidestên wê derê ye

Senem Alp Bi fikra ku Hitler qewmê Ari diparêze û Irani ji Ari ne him kurdên rojhilat û gelek ji Irani sherê ku Hitler kiriye di cih de dibinin. Gelek ciwanên rojhilati emblema hitler li canê xwe tato ji kirine mixabin. Ew ji yek ji siyadeta qirêj ya Iranêye. Bi rêya qewm, ol û hw xelkê dikin Irani û dicewsinin.
Buyere li Duhokê ne provakeye û ne ji tisyeki din, heza nezantiya li hember Hitlere. Bila kurdên bi aqil ji necin wir û hew!
Ta bort eller dölj detta

Sidqî Hirorî Asayişê şivêdî ev xwaringeh girt û navê Hitlerî jê vekir

Haci Kardoxi Aştî Aştî Dema ku qanun ù yasa nebin, dé weha be. Ne dùre sibé ya Seddam ù Ataturk jì vebin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE