Jinikê her tim bi hezkirineke mezin xîtabî mêrê xwe dikir, jê ra tim digot “dilê min, ruhê min, kezeba min”, bi van îltîfat û gotinên şîrîn mêrik ji hiş da xistibû, kiribû heyranê xwe.
Mêrik di dilê xwe da got, madem xanima min hewqasî ji min hez dike, wek mikafat(xelat) ezê wê bişînim hecê û rabû jinik şand hecê...
Piştî jinik ji hecê vegeriya lê êdî wek berê ji mêrik ra îltîfat nekir, êdî jê ra ne got dilê min û ne jî ruhê min, ji bin da dawî li îltîfatên xwe anî.
Roj û hefte derbas bûn mêrik yek gotineke şîrîn û dilxweşkir ji devê jinikê nebihîst. Rojekê êdî hew tehamul kir û jê pirsî, got:
-Xanim, berî tu herî hecê bi gotinên xweş te dilê min tim şa dikir. Lê cergî tu ji hecê hatiye min yek gotinek xweş jî ji te nebihîstiye.
Jinikê got:
-Berê min digot çimkî ez ne hecî bûm, êdî ez hecî me, nabe wek berê derewan bikim…
Rojek rocî
Rojekê li Konyayê di meha remezanê da îmamekî azan 5 deqîqeyan zû xwend. Roja din muftî beyanek da, got:
- Do bi şaşî azan 5 deqîqeyan zû hat xwendin û ev jî bû sebebê milet 5 deqîqeyan fitara xwe zû vekir. Piştî remezanê dibê her kes rojekê rociyê bigre.
Ji Almanyayê tirkekî telefonî muftîtiyê Konyayê kir û got:
-Muftî beg, ez jî ji Konyayê me, lê belê ez li Almanyayê dijîm. Ma gerek ez jî rojekê rociyê bigrim?
Hênikayiya danê êvarê
Profesorekî û emerîkî, alman, fransiz û tirk sohbet dikirin.
Yê emerîkî got:
-Emê herin Marsê.
Yê alman got:
-Emê otomobîla bê benzîn dixebite çê bikin.
Yê fransiz got:
-Emê bomba atomê bêtesîr bikin, em li ser vê dixebitin.
Yê tirk got:
-Di demeke nêz da emê jî herin rojê, em li ser vê dixebitin.
Yên din gotin:
-Hûn nikanin herin rojê, roj dişewitîne.
Tirk mizicî, got:
-Bêguman em hewqasî jî ne ehmeq in nava rojê herin. Emê di hênikayiya danê êvarê da herin….
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar