31 juli 2019

Çi kir te kir…



Pîra 90 salî nexweş bû, çû ser tuxtor. Tuxtor merivekî zarşîrîn û xweşsohbet bû, piştî miayenê xwest henekekê bi pîrê bike, jê ra got:

-Xaltîkê, li gorî netîceyên tehlîlê tu bihalkî (ducan, bihimil) xuya dikî...

Pîrê got:


-Tuxtor, rahmetiyê kalikê te ji zû da ye wefat kiriye.Ji wê rojê da ye bêyî te destê tu evdê Xwedê bi vî canî nebûye. Weleh çi kir te kir.Tu çawa paqij dikî bike…

Dibe dibe
Ji jinikê ra zarok çê nedibû. Rabû çû ba mele, derdê xwe jê ra got. Mele got:

- Rehet e, ezê nuha ji te ra niviştekê çê kim, bi îzna Xwedê êwê çê bibe. Îşev yekê were xewna te. Yekî wiha, wiha ye. Hûnê bi hev ra razên û bi îzna Xwedê dû ra tu yê himle bimînî…
Jinik yeka jîr bû, bala xwe dayê yê mele tarîf dike, mele bi xwe ye. Ji mele ra got:
-Mele ev ne tu bî gidî?
Mele got:
-Ê te dît xewn e, lê dibe, dibe…

Nimêja bi zor
Omo ne yekî sofî, ne merivekî bi nimêj û niyaz bû. Lê xanima wî hinekî dîndar bû. Her sibe Omoyê reben bi zor ji xewa şîrîn radikir û ji bo nimêja sibê dişand mizgefta gund. Belengazo berbangekê dîsa bi bêdilî berê xwe da mizgeftê. Bala xwe dayê deriyê mizgeft girtiye, hîn venebûye. Berê xwe bi jor da kir û got:
-Xwedêo, baş bû ji te bû ne ji min bû.. !

Nexweşî
Rojekê yekî gundî diçe ba şêx. Ji şêx ra dibêje ez nexweş im.
Şêx dibêje:
-Nexweşiya te çi ye?
Mêrik dibêje:
-Şêxê min, bi Xwedê mahdê min tuneye, ez nikanim her xwarinê bixum. Heger xwarin xweş be, têkeve mahdê min ez dixum. Lê gava ne xweş be, dikim, nakim di ber min da naçe, nikanim bixum…
Şêx dibêje:
-Weleh heger nexweşiya te ev be ez jî nexweş im, ev nexweşî bi min ra jî heye…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE