31 december 2018

Sala we ya nû pîroz be !



Gelî dost û hevalên ezîz, sala we ya nû pîroz be!

Ez zanim ji dilê me kesî pîrozkirin nayê lê li gel vê jî nabe em bêhêvî û qudûmşikestî bin. 

Şev çiqasî dirêj û tarî be jî dawiya wê berbang e, ronahî ye. Emê rojên xweş jî bibînin.


Sala 2018a saleke pir bêyom û qebîh bû, em gelkî êşandin. Hêvî dikim sala 2019a hinekî bi merhamet be û siyasetmedarên kurd jî baqiltir bibin...



XXX


Piştî çend deqîyeyên din sala 2018a ya qebîh û bêwec ji me xatir dixwaze û em ji sala 2019a ra dibêjin merheba!

Ji bo sala 2018a gotina min a dawî:

Tiştên min xeyal dikir, tiştên min dixwest ez bibînim û bijîm yek jî bi rast negeriya. Hemû man sala 2019a.

Hela ka ez binêrim sala 2019a ewê çi nîşanî min bide...

XXX

Li ser pîrozbahiyên serê salê...

Gelî dost û hevalên hêja, ji min ra prîvat, bi e-mail û bi messingerê gelek, belkî bi sedan pîrozbahiyên sala nû tên. Bi Xwedê ez nikanim yek bi yek bersîvê bidim her kesî ! 

Li qusûra min nenêrin wexta min ji tiştekî wiha ra qet tuneye.
Min di twîtt, blog û feysa xwe da sala nû ya hemû nas, dost û hevalan pîroz kir. Ev têrê dike.
Ez nikanim yek bi yek bersîvê bisdim...
Spas ji bo we hemûyan.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE