17 juli 2018

Tirkiye ji zû da bûye şîrketa Erdogan



Serokê Koma CHPê ya Meclîsê Ozgur Ozel xwe ji hin biryarên Serokkomar Erdogan aciz kiriye û gotiye, efendim ”Erdogan dixwaze Tirkiyê wek şîrketeka malbata xwe îdare bike.”

Kurro kêmaqil, dixwaze çi ye, ev 6-7 sal in mêrik Tirkiyê wek şîrketeke xwe îdare dike. 

Ma tu û partiya xwe hîn nuh pê dihesin?


Lê we bi destê xwe kiriye dibê hûn nuha gazninan nekin.
We hîşt Erdogan qanûnên wiha derxe ji bo ku kanibe Tirkiyê wek şîrketeke xwe îdare bike. Û tiştê nuha dike jî ew e.

Êdî pir dereng e, hûn xwe bi dirrînin jî hûn nikanin tu ziblî belav bikin. Tirkiye bûye şîrketa Erdogan û ew jî xwediyê wê ye.

Û him jî şîrketa şexsê wî tenê ye, hîse, mîseyê, parên kesî tê da tuneye, sedîsedê hîseyên/parên şîrketa bi navê Tirkiyê ya Erdogan e û tapû jî (qanûna serokkomariyê) di destê wî da ye.

Li gorî qerarnameyeke nuh walî ewê bikanibin çûna bajaran jî li însanan yasax bikin. Yanî ne yasaxkirina meş, civîn û çalakîyan tenê, gava bixwaze, walî ewê deh rojan çûna bajarekî jî li însanan yasax bike.

XXX
Gelek kurd nizanin bindest û êsîr in. Heger hemû kurdan bizanîbûna ew bindest û êsîrên tirkan e û jiyana di bindestiyê û esaretê da jî jiyaneke rezîl e belkî hewqasî rehet nebûna hevalên neyarê xwe. Merivê bi heysîyet gerek ji jiyana bindestiyê hez neke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE