16 juli 2018

Başdîtina qeyûman parastina dagirkeriya Kurdistanê ye



Ez gotina xwe ya dawî di serîda bibêjim, bi baweriya min, bi fikrê min başdîtina qeyûman, razîbûna ji wan parastina dagirkeriya Kurdistanê ye.

Du roj berê hevalekî qal kir, got li Diyarbekrê gelek kes ji qeyûmên dewletê(merivên dewletê, mamûrê dewletê)razî ne.

Dibêjen weleh qeyûm kar û xizmetên  baş dikin, serokên berê wek qeyûmên dewletê baş nedixebitîn. Lema jî gelek kes ne li dijî qeyûman e.

Berê jî çend caran tiştên wiha bi ber guhê min ketin...


Îdîa qeyûmên dewletê ji serokên belediyan yên berê baştir dixebitin, ji Diyarbekrê ra xizmetên baştir dikin çiqasî rast e, çiqasî ne rast e ez nizanim. Lê em ferz bikin rast e. 

Em qebûl bikin ku bi rastî jî qeyûmên dewletê li Diyarbekrê û li hemû belediyên li Kurdistanê dewletê bi darê zorê dest dane ser wan ji serokên berê baştir dixebitin, xizmetên baştir dikin.

Yanî em vê îdîayê wek rastiyekê qebûl bikin.
Lê belê dîsa jî ev yek nabe sebebê em qeyûman biparêzin, baş bibînin û bibêjin baş bû ku dewletê belediye ji BDPê, HDPê stendin û qeyûmên xwe danî ser serê wan.

Qeyûm xizmetên baş bikin jî, nekin jî dibê em tu carî wan meşrû nebînin, îdareya wan ya belediyan wek zorbatiyekê û teserufeke, wek îcreateke dagirkeriyê bibînin.

Başdîtin û parastina qeyûman, parastina dagirkeriya Kurdistanê ye, parastin û başdîtina bindestîyê û koletiya ji tirkan û ji dewleta wan ra ye.

Serokên belediyên BDPê, HDPê bi rastî jî kane baş nexebitîbin, dizî kiribin, bertîlxur bin û gelek tiştên din yên xerab kiribin. Mafê milet e li dijî wan rabe û wan rexne bike, mecbûrî îstîfayê bike, hilbijartineke nuh bixwaze.

Lê belê ev yek gerek tu carî nebe sebebê em dagirkirina welatê xwe, îdarekirina xwe ya bi darê zorê normal bibîn û biparêzin, bibêjin îdarekirina hêzên dagirker baştir e, em ji îdarekirina wan memnûn in.

Ev tê maneya em kurd ji bindestiya xwe razî ne û dixwazin bindest û kole bimînin.

Micadela ne ji bo ku dewlet ji me ra xizmeteke baştir bike, ji me ra rêyan û parkan çêke û bajarên me paqijtir bigre. 

Micadela me micadeleyeke netewî ye, em ne ji bo kar û nanê zikê xwe, ne ji bo ku dewlet xizmeteke hîn baştir ji me ra bike, em ji bo azadî û serxwebûna xwe micadelê didin, doz û dahwa me netewî ye, em dixwazin ji bindestiyê xelas bibin, bigihîjin azadiya xwe û li welatê xwe, xwe îdare bikin.

Dewleta dagirker welatê me bike bihuşt(cinet) jî gerek em nebêjin dewlet baş e û em jê memnûn in. 

Li Kurdistanê memnûnîya ji qeyûman memnûnîya ji dewletê û ji dagirkeriyê ye, parastina bindestiyê û xulamtiya tirkan ye.

Hin kesên nezan û cahil ya jî merivên dewletê kanin pesnê xizmetên qeyûman bidin û bibêjin qeyûm ji serokên berê baştir in. Û di rastiyê da kane wer be jî.

Lê belê kesên şiyar, zana, welatparêz nabe ku qeyûmên dewletê biparêzin û pesnê xizmetên wan bidin. Şêleke wiha parastina dagirkeriyê ye.

Dewlet tim dibêje li Tirkiyê mesela kurd û Kurdistanê tuneye, mesala paşdamayinê heye, Rojhilat paş da hîştine, wek aliyên Tirkiyê bi pêş neketiye, dibê dewlet fabrîqeyan lê çêe, kar bide milet, mîmariya bajaran baştir bike. 

Yanî him ji milet ra xizmetreke baştir bike û him jî mistewa mile tya refahê bilind bike. Bi vî rengî mesela kurd hel dibe. 

Yanî li gorî hêzên dagirker mesela me ne mesleyeke netewî ye, mesela feqîriyê û nepêşketinê ye, gava ev herdu tişt ji ortê rabin mesela kurd hel dibe.

Lê em ji dewleta tirk ra dibêjin problema me ne ev e û micadela me jî ne ji bo başkirina vê rewşê ye. We welatê me dagir kiriye û em azadî û serxwebûna xwe dixwazin. Hewqas…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE