08 februari 2018

Neteweyên Yekbûyî rêxistineke namerd e


Dibê hemû kurd bizanibin Neteweyên Yekbûyî rêxistineke namerd e, irqçî ye, xulamê xurtan û Tirkiyê ye û dijminê miletê kurd e.

Ev 20 roj in Tirkiye bi qatil û terorîstên Nusra û Daîşê ra Efrînê topbaran û bombebaran dike, heta bigihîje mirîşk û elokên kurdan jî bi "alahûekber" talan dikin, lê sekreterê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres heta nuha yek gotin jî li ser Efrînê negotiye, navê Efrînê negirtiye devê xwe.

Fena ku ev 20 roj in Tirkiye û terorîstên Daîşê û Nusrayê Efrînê topbaran nakin. Fena ku li Efrînê bi sedan xelkê siwîl nehatibin kuştin û bi sedan jî birîndar nebûbin.

Neteweyên Yekbûyê rêxistineke bêşeref e û maşa di destê xurtan da ye. Kî mezlûm be NY li dijî wî ye...

XXX

Di 11ê sibatê da ewê kongreya HDPê ya sêyem çê bibe.
Li gorî rojnameya artigerçekê dinivîse Pervîn Buldan û Sezaî Temellîyê tirk dibin serokên HDPê.

Bi hilbijartina Sezaî Temellî meriv kane ji bo HDPê bibêje rahama Xwedê lê be.

Sezaî Temellî tirkekî tam layiqî HDPê ye.
Bi Demirtaş hin kurd bi xwe ve girê dabûn. Lê êdî ew têkilî jî nema.

Bi baweriya min êdî tu sebebek tuneye kurd di nava HDPê bimînin. 

Fikrê min ji berê da jî ev e, berê jî min digot dibê kurd ji alî tirkan ve neyên îdarekirin û dibê kurd partiyên xwe ava bikin.

XXX

Ziman wek azayên(perçeyên) laşê me ye. Çawa ku em nikanin bi dest û nigên xelkê kar bikin û bimeşin, bi çavên xelkê ber xwe bibînin, her wisa bi zimanê xelkê jî meriv nikane zimanê xwe biparêze, bi pêş xe, bibe milet û xwedî ziman û edebiyateke netewî.

Li cîhanê tu tiştek weke zimên ferdên miletekî nêzî hev nake. Çimkî ziman mîknatîzeke netewî ye, dilê însanan dikşîne ba hev.

Kêr bi sûyinê tûj dibe, ziman bi karanînê bi pêş dikeve.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE