09 februari 2018

Li gorî Emerîkayê li Kurdistana Başûr ji kurdan tiştek sadir nabe


Li gorî Emerîkayê li başûrê Kurdistanê çêbûna Kurdistaneke serbixwe ne mimkûn e…

Serfermandarê Artêşa Tirkiyê yê kevn Îlker Başbug, di roportaja xwe ya bi Îpek Ozbekê ra(21.01.2018)li Kurdistana Başûr tiştekî pir balkêş gotiye:

”Li bakurê Îraqê li gorî Qanûna Bingehî ya Îraqê Herêma Îdareya Kurdî heye. Ev îdare ne yek perçe ye. Pir muhîm e. Di mijdara 2016a da(11.2016)bi serdanekê çûm Emerîkayê. Civînek li National Defence University çê bû. Berpirsiyarên emerîkî jî di vê civînê da hebûn. Min ji wan vekirî pirsî: Li Tirkiyê bi me ra îmajeke wiha heye:
`Hûn dixwazin li bakurê Îraqê Îaqê Kurdistaneke serbixwe ava bikin.` Min got, ji bo têkiliyên Tirkiyê û Emerîkayê serrast bibin lazim e hûn vê endîşeya me ji ortê rakin."

Îpek Ozbekê gotiye:

-Bersîv çi bû?
Başbug dibêje:

”Got ne mimkûn e. Li Kurdistanê şansê avakirina dewleteke kurd tuneye.
- Sebebê wê jî got?

Başbug gotiye:

”Got, ne yekpare ye. Wira perçe perçe ye, ne mimkûn e li hev bikin.Min got. Ji bo demeke kin ez bi te ra me. Lê belê ji bo dema ortê û dûr hûn çi difikrin. Li wir sekinî.”

Başbûg li ser tirsa wan ya ji Kurdistana Rojava jî wiha îzh kiriye:

”Ji bo Tiriyê tahlûkeyeke ewlekarîyê peyda bike. Ev tevger ne wek ya Îraqê ye. PYD PKK bi we ye.”

Li vir tişt muhîm Başbûg dibêje Emerîkiyan du sal berê jê ra gotine li , Başûr Kurdistan çê nabe û di demeke nêz da çêbûne wê jî ne mimkûn e. Çimkî kurd yekîtiya kurdn tuneye.

Başbûg di vê hevpeyvîna xwe da li ser kurdan, Kurdistana Başûr û Rojava gelek tiştên balkêş dibêje, kesê bi tirkî zanin kanin hevpeyvîna vî neyarê kurdan bi temamî bixwîne.

Bi baweriya min jî ev dîtina emerîkiyan rast e. Di demek nêz da di nabêna PDKê, YNKê û Goranê da yekîtî filan ne mikûn e. 

Bi gotineke din meriv kane bibêje heta PDK û YNK bi vî rengî li ser hukim bin, heta îktîdar di destê wan da yekîtiya kurdan ne mimkûn e. 

Ji yekîtiyeke netewî çê bibe û Kurdistan ava bibe, dibê hukim ji destê van herdu hêzan(PDK, YNK) derkeve.

Bi baweriya min di vir da dijayetiya nabêna malbata Barzanî û qismekî soranan bûye dijayetiya nabêna kurmanc û soranan û ev dijayetî zû bi zû ji ortê ranebe.

Qismekî soranan serdestiya barzanîyan qebûl nakin. Rola vê dijayetiyê  barzanîyan û qismekî soranan (piraniya soranan li dijî malbata Barzanî ne) pir kûr û mezin e.

Û Barzanî jî îktîdarê bi rehetî bernadin. Di vir da yê zirarê dibîne miletê kurd e, ji ber vî şerê Barzanî û soranan kurd nikanin yekîtiya xwe çêkin û serxwebûna xwe îlan bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE