11 januari 2018

Heger hinek aqil di serê me da hebe di tarîxa me da gelek bûyerên em jê ders û îbretê bigrin hene

-Hin însanan hûn kanin her tim û hemû însanan jî hûn kanin caran bixapînin. Lê belê hûn nikanin hemû însanan her tim bixapînin.
Tirkan heta nuha di bin navê dîn û îdeolojiyan û ”biratiya gelan” da kurd pir xapandin.
Ya jî em bibêjin safî û dilpakîya wan îstîsmar kirin.
Lê hemû kartên xwe yên xapandinê û îstîsmarê bi kar anîn, êdî tu tiştê kurd pê bixapin nemaye.
Dawiya derewan û malzemeyên xapandinê hatiye, kurd hêdî hêdî tên ser hişê xwe.
Ev destpêk e, hîn ewê wextê bigre, lê belê dest pê kiriye, êdî me û tirk û ereb û farisan hev û du baş nas kir.
Bi taybetî me fêm kir îslamîyên tirk, ereb û faris bi qasî faşîstên wan irqçî û neyarên kurda ne.
Kurdê ji nuha û pê ve jî dev ji rast û çep û îslamîyên tirk, ereb û faris bernede ew êdî bûye yekî ji wan û venagera nava qewmê xwe.
Heger em kurd bizanibin ji tarîxa xwe dersê bigrin, gelek bûyerên, trajediyên em jê dersê û îbretê bigrin hene.
Lê heger ev aqil bi me ra tunebe, wê demê jî her tişt misteheqê me ye

XXX
Hêkek bi zoreke ji derve da bişkê jiyan dawî lê tê. Hêkek bi zoreke ji hundur da bişkê jiyan dest pê dike. Tiştên muhteşem di hundur da dibin, ji hundur dest pê dikin.
Lê hundurê Tirkiyê tim mirî ye, tu carî tişekî muhteşem lê neqewimî ye. Çi bûye tim bi alîkariya derve bûye.
Gelo îhtîmal heye îcar ev qaîde bişkê û îstîsnayek çê bibe?
Zêde ne bawerim, lê dîsa jî dibê meriv ji bin da bêhêvî nebe…
Lê belê Îran ji hundur ve dikele, dext û kursiya meleyên faşîst diheje, bi hinek alîkarî mimkûn e ev rejîma dîktator, faşîst û memirovî hilweşe


XXX
Dibêjin dijmin nîşangirekî kor e,
lê belê dost û xayin zane ewê li ku derê bide.
Lema jê heta nuha derbên herî giran û xedar
me tim ji dost û xayênên xwe xwar

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE