11 januari 2018

Gerek meriv carnan raweste û li pey xwe binêre

Di jiyanê da dibê meriv carnan rûne û li dû xwe binêre, roj û demên borî, jiyana xwe ya derbasbûyî bîna bîra xwe.
Rojên xweş û rejên reş.
Têkçûn û serketinên xwe.
Zaroktiya xwe, xortaniya xwe, çîrok û dîroka li pey we hîştiye dibê meriv wek şirîda fîlmekî bîna bîra xwe.
Berê çi bû, îro çi ye?
Berê li ku bû, îro li ku ye?
Berê hevalên wî kî bûn, îro kî ne?
Berê xwedîyê kîjan îdeolojiyê û fikrê bû, îro çi difikire û çi diparêze?
Berê ji kê hez dikir û ji kê nefret dikir, îro ji kê hez dike û ji kê nefret dike?
Bi kurtî muhasebeya rojên borî baş e, meriv xwe ji nuh ve nas dike, dibîne do li ku bû, îro hatiye ku, do çi bû, îro bûye çi ?
Dibê meriv carnan tik û tenê rûne û li tarîxa xwe bifikire, hela ka bi kîjan kirinên xwe serbilind û kêfxweş e û bi kîjanan jî pir û poşman e?

XXX

Du roj berê Hesîp Kaplan got, ”dibê tirkek çavê xwe bera ciyê Demirtaş nede…”
Yanî bira tirkek nebe serokê HDPê, bira kurdek bibe.
Sirri Sureyya Onder xwe ji vê peyva Hasîp Kaplan pir aciz kir û ji bersîvê wêdatir, heqareteke mezin li Kaplan û li hemû kurdan kir, got ” Nasyonalîzma prîmîtîv(îptîdaî) yanî irqçîtî hestekî bi nexweşî ye. Ev zîhnîyeta Hasîp Kaplan bi qasî meriv tuyî ser bike ne hêja ye.”
Yanî mêrik gotiye kî bibêje gerek tirkek nebe serokê HDPê, dibê kurd xwe îdare bikin ev irqçîtî ye û dibê meriv tuyî ser rûyê kesê wiha bike.
Ahmet Turk ji dêlî Sirri Sureyya Onder ji ber van gotinên wî yên irqçî û bêedeb rexne bike, Hesîp Kaplan rexne kir.
Bi baweriya min gotinên Ahmet Turk jî bi qasî yên Sirri Sureyya Onder ne xweş û giran in, dibê meriv bi qasî Onder, Ahmet Turk jî şermezar bike.
Li alî din hin kurd jî ji dêlî bi çend peyvan gotinên Onder yên bêedeb rexne bikin, bi kurtî fikrê xwe bibêjin, bi tirkiya xwe ya Stenbolî quretiyê dikin, bi edebîyat û teroriyên nemayî serê serê me gêj dikin. Yanî em hewqasî zane ne…
Heyran em zanin tirkiya we pir xurt e, lê ji kerema xwe ra kin bibirin, zêde dirêj nekin û ji xwe ne hewceyî hewqas teorî û edebiyat e jî. Mêrik gotiye kîjan kurdê li dijî serokatiya tirkan derkeve û bibje bira kurd xwe îdare bikin, ew irqçî ye û dibê meriv tuyî ser ruyî wîke.
Li hemberî van gotinên Onder qet ne hewceyî teorîyên dûr û dirêj in, fikrê we çi ye kin bibirin, wiya bibêjin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE