07 januari 2018

Dr Yavuz Ornek: Hz. Nûh bi telefona dest bi lawê xwe ra peyivî

Alimê tirk yê bi nav û deng Dr. Yavuz Ornek: Hz. Nûh bi telefona dest bi lawê xwe ra peyivî û keştiya wî jî bi enerjiya nukleer dixebitî. Lê belê negot telefona wî samsung galaxy s8 bû, ya jî iphone 10x bû?

Alimekî tirk ê bi nav û deng Dr. Yavuz Ornek. do di TRTê, di programa Pelîn Çîftê da li ser Tofana Nûh gelek agahiyên nuh yên pir muhîm dan. Piştî van agahiyên alimê tirk Dr. Yavuz Onen yên li ser Tofana Nûh û Keştiya Nûh hemû zanînên li ser Tofana Nûh yên heta nuha ewê ji kok da pûç bibin.

Dr. Yavûz Onen got, wek alimekî ew kane îspat bike teknolojiya di dema Hz. Nûh da hebû ji ya nuha pir pişdatir bû û Keştiya Nûh jî bi enejiya nukleer dixebitî. Hz. Nûh bi telefona dest bi lawê xwe ra peyivî. 

Dr. Yavuz Ornek got, Hz. Nûh bi telefonê bi lawê xwe ra peyvî. Lawê wî jê bwer nedikir lema jî li keştiyê siwar nebû. Hz. Nûh ji bo wî îqna bike û were li keştiyê siwar bibe, b telefona dest pê ra peyivî.

Lê belê Dr. Yavuz Ornek negot cenabê Hz. Nûh kîjan telefonê bi kar anî? Gelo telefon pê peyivî samsung galaxy s8 bû, ya jî iphone 10x bû?

Dr. Yavuz Ornek, di axaftina xwe da teoriyeka din a heta nuha jê dihat bawerkirin jî pûç kir û got:

“Nûh piştî Tofanê ji keştiyê kevok neşand, balafira bêînsan şand.” Li ser vê, moderatora programê Pelîn Çîftê got, ”mamoste di warê ilmî da îspata vê yekê heye?” Dr. Yavuz Ornek bi rengekî ji xwe bawer got: ”Ez alimim û li ser navê ilim dipeyvîm. Wê demê teknolojiyeke pir pêşketî heye, çima ewê kevokan bişîne?”

Li Tirkiyê jimara dînên di tîmarxaneyan da tê zanîn, lê belê jimara dînên ji derve û di zanîngehan da nayê zanîn. A ev dînê beradayî li zanîngehê mamosteye û xwedêgiravî ilim fêrî xwendevanan dike. Mamosteyê dîplome daye vî kêaqilî û zanîngeha ew kiriye mamoste ji wî xerabtir in. Di 15 salên îkîdara AKPê da bi hezaran ehmeqên fanatîk yên wiha kirin xwedî dîplome û li zanîngehan kirin profesor. Ev ehmeq jî yekî ji wan e.


XXX

Xoce Nesredîn li qahwexanê bi çend kesan ra sohbet dikir. Bêhemdî ba bi ber mêrikê li kêlekê ket. Xwediyê tirê fedî kir, ji bo şopê li ser ”tira” xwe wenda bike, xwe li ser kursiyê bir û anî, kursiyê kir qirçîn û zîrqîn…
Xoce mizicî û got:
-Deng lê hat, le tu yê bînê çi bikî?
Xayin ji bo xiyaneta xwe ya 16ê cotmehê veşêrin hezar û yek derewan li hev radigirin, lê dikin nakin, nikanin îxaneta xwe veşêrin. Îxanet pir mezin û vekirî ye, lema jî tu derew nikane vê îxaneta mezin veşêre.


Li dinyayê namerdî û bêşerefîya herî mezin îxaneta bi weletê xwe ra ye. Dibê meriv tu carî xiyanetê xweş nebîne û efû neke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE