08 januari 2018

Hêvî dikim tiştê te gotiye rast derkeve

Kekê Ahmet Zekî Okçuoglu carnan bi nivîsên xwe yên optumîst û xeberfêrîgî kêfa meriv xweş û hêvîya meriv geş dike. Îcar jî gotiye li ”Rojavayê Kurdistanê Îsraîla duyem ava dibe û ya 3, 4, 5a jî di rê da ye. Û ”emê hemû bi hev ra Îsraîla ” mezin bibînin.

Gotina Îsraîl wek metafor bi kar anîye, çimkî tirk ji bo Kurdistanê dibêjin ”Îsraîl” a duyem. Lema wî jî ji bo tirk û neyarên kurdan biteqin gotiye ” Îsraîla duyem û ya mezin” bi rê da ye.

Heyra bira Kurdistan çê bibe kî alîkariyê dike bira bike, ya muhîm kurd ji bindestiya çar dewletan xelas bibin û bibin xwedî weletekî azad û serbixwe.

Li gorî baweriya min jî dibê Amerîka, Îsraîl û Yekîtiya Ewrûpayê alîkariya kurdan bikin û piştgiriyê bidin avabûna Kurdistaneke serbixwe. Lê heta nuha ev hêviya min bi rast negeriya. Li başûrê û rojavayê Kurdistanê nuha sînyalên vê alîkariyê hinekî xuya dike. Hêvî dikim ev alîkarî dom heta serxwebûnê dom bike…

Kekê Ahmed, hêvî dikim tiştê te gotiye rast derkeve û em ji bin vê zulmetê xelas bibin...
XXX

Bi qasî azadiya koleyekî
Bi qasî welatê li pişt Çiyayê Qaf
tu ji min dûr î
Lê dîsa jî bi şev û roj,
gav û saetê tu di vî dilî da yî
Min carê dil daye te
min carê bawerî daye te
min carê soz daye te
rojekê miheqeq emê bigihîjin te
êşa zarokên te janê dide vî dilî
ji bo azadiya te ez bêhedan im
dibê tu vê yekê baş bizanî

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE