Dewleta tirk çend roj berê 16 sal ceza da parlamenterê
Diyarbekrê Îdrîs Baluken. Civata tirk, heta kurdan bi xwe jî tu reaksiyoneke mezin nîşan nedan. Vê
bêdengiyê dewlet tahmijand, bêtir cesûr û bêperwa kir.
Do jî dora parlamenterê Rihayê û berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDPê) Osman Baydemir bû. Kesê bîna kurdayetîyê jê tê, hema piçekî kî doza mafê kurdan dike digirin, tasfîye dikin.
Do jî Osman Baydemîr li Îzmîrê girtin. Ji bo ku do rojan di nezaretê da bihêlin û çemî û yekşem têkeve ser, do bi şev girtin.
Heta Erdogan li ser hukim be ev terora li hemberî kurdan tê meşandin ewê dom bike, ev sedîsed e.
Tiştê HDP bike dibê dev ji siyaseta ”ez partiya Tirkiyê me” û ji bo demokrasiya Tirkiyê dixebitim berde û bibe partîyeke kurd û Kurdistanê û bi partiyên kurd ra tifaqê bike. Siyaseta ”Tirkîyetê” û partiya Tirkiyê malik li wan û li miletê kurd viritand.
Dewleta tirk bi montekirina çend tirkên bêxwedî, bi siyaseta ez ne partiyeke kurd im, partiyeke Tirkiyê me û ji kurdan ra serxwebûnê, dewletê, federasyonê, otonimîyê naxwazim nerm nabe û mafekî herî biçûk jî nade kurdan. Lema jî ya baş û rast HDP bibe partîyeke kurd û Kurdistanî û siayseteke li gorî wê bimeşîne. Qet nebe ewê bi milyonan kurdî ji tirkan dûr xe û şiûr û hestê kurdayetiyê bi endam û alîgirên xwe ra xurt bike. Bi siyaseteke netewî ewê feydeyeke baştir bigihîne miletê xwe.

XXX
Berpirsiyarên Mala Cemê li Dêrsimê plaketa şûrê Hz. Elî
diyarî seroka ”Iyi Partîyê” Meral Akşenerê kirine.Xelatkirina dêlegureke neyara kurdan helbet şerm e. Lê ev şerm ne mexsûsî
kurdên Dêrsimê ye, Akşener çû gelek bajarên din yên Kurdistanê û li wan bajaran
jî Akşener bi qelebalixek mezintir hat pêşwazîkirin û li wan bajaran jî hat
xelatkirin.
Yanî ev ne cara pêşî ye kurd neyarên xwe xelat dikin. Kurd her roj viya dikin. Bi miyonan kurd raya didin neyarên xwe. Gelek kurdên wek Akşenerê û jê xerabtir jî hene.
Meral Akşener dêlegureke faşîst e, di nabêna salên 1996-1997a li Tirkiyê wezîra karên hundur bû û di dema wê da jî gelek kurd hatin qetilkirin û wendakirin.
Lê kurd miletekî hafize zeîf e, têra hemû tirkan dikin, kîjan tirk destê xwe davêji ji kurdan da hin kurd dibin hevalên wan.
Miletê bindest wiha ye, ne xwedî îrade ye, nikane qatil û dijminê xwe ji welatê xwe, ji bajarê xwe biqewitîne. Di ser da xelat jî dike.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar