25 januari 2018

Dev ji hesabê hilbijartinan berdin, miletê bindest ne xwedî ray û îrade ye



Hin kurd hîn jî hesabê raya, çûna meclîsa Tirkiyê û li Kurdistanê qala kêmbûna rayên AKPê û Erdogan dikin.

Dema ez rastî minaqaşeyên wiha têm, ez matmayî dimînim.
Birayên ezîz, dev ji van minaqaşe û hesabên vala û bêbingeh berdin.

Yek rayeke kurdan jî tuneye.
Hûn qala kîjan rayan dikin?
Li Kurdistanê ray mayên kurdan tuneye.
Çimkî kurd ne xwedî îrade ne.

Kurd nikanin li rayên xwe, li îradeya xwe û li nûnerên hilbijartina xwedî derkevin?

Piştî ku rewş ev e, çawa hûn kanin hîn jî qala rayên kurdan bikin?

Erdogan çima ewê hesabê rayên kurdan bike?
Carê kurd nikanin li rayên xwe xwedî derkevin.

Erdogan gava dixwaze rayên kurdan îptal bike û hemû nûnerên wan jî davêje zindanê û mamûrên dewletê tayinî dewsa wan dike.

Ma ev wisa du sal in wisa nakin?
Ma nuha qeyûm nedane ser hemû belediyên kurdan?
Ma nuha 15 parlamneterên HDPê ne di hundur da ne?
Û hewqasê wan jî ji ber dewletê nereviyane Ewrûpayê?

Di asasê xwe kurd li Tirkiyê wek tirkan û bi qasî tirkan tu carî nebûne rayên xwe.

Dewletê her tim gava xwestiye îradeya gelê kurd red kiriye û îradeya xwe bi darê zorê bi kurdan day qebûlkirin.

Ne îro te nê, her tim wiha bûye. Tenê Erdogan hinekî zêde pêş da diçe.

Lema jî dibê kurd êdî dev ji çûna meclîsê filan berdin.
Çimkî kurd nikanin li rayên xwe, li beledîye û li parlamenterên xwe xwedî derkevin.

Piştî rewş ev e çûna meclîsê pir bêmane ye.
Çimkî tu qîmeteke rayên kurd û nûrên kurdan tuneye.

Dewlet roja dixwaze nûnerên  kurdan ji karên wan dûr dixin, dixin hefsê û mamûrên xwe tayînî dewsa wan dikin.

Vê dewletê her tim Kurdistan ji Anqerê îdare kiriye. Vê dewletê berê jî tirkên ji bajarên din, bêyî ku haya gelê wî bajarî jê hebe, dikirin parlamenterên bajarên kurdan.

Îro jî eynî tiştî dikin. Îro jî kesên bi rayên gel hatine hilbijrtin ji kar digrin, dixin zindanê û qeyûmekê xwe tayinî ciyê wî/wê dikin.

Sibe jî ewê eynî tiştî bikin.
Lema jî dibê kurd li hev rûnin û ji xwe ra siyaseteke din tespît bikin. Çûna ameclîsa tirk êdî pir bêmane û tiştekî beradayî ye.

Kurd raya xwe bidin çi ye, nedin çi ye?
Piştî ku nikanibin li rayên xwe, li nûnerên xwe xwedî derkevin, çi maneya beşdarbûna hilbijartinan û çûna meclîsê heye?

Dewlet gava dixwaze rayên kurdan îptal dike, nûnerê hatiye hilbijartin davêje zindanê û merivekî xwe datîne dewsa wî.

Dibê kurd êdî nebin fîguranê vê lîstika dewleta tirk û ji xwe ra rêyeke din bibînin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE