25 augusti 2017

Kurd heta nuha çima nebûne xwedî dewlet?

Di Rûdawê da li ser serîhildana Şêx Mahmûd û sebebê dewletnebûna kurdan minaqaşeyeke pir hêja hebû. Min bi meraq lê guhdarî kir.
Moderatorê programê xortekî jîr e, ji her çar beşdarên xwe pirsên pir xweş û muhîm dike. Dixwaze profesor û zanayên beşdar bersîva vê pirsê bidin:
Şêx Mahmûd çima bi ser neket, çima nikanîbû yekîtiya kurdan çêke û Kurdistaneke serxwebixwe ava bike?
Geleo kurd ji ereban paşdatir bûn lema ereb bûn xwedî dewlet û kurd jî ketin bin destê wan?
Çênebûna Kurdistanê ji ber şaşiyên Şêx Mahmûd bû ya jî sebebên din hebûn?
Heger sebebên din hebûn ew sebeb çi bûn.
Û gelek pirsên wiha ji her çar kesên beşdar kir.
Lê tiştê xweş mesele tim jî danî ser referandûmê û roja îro, dixwest paralêliyekê di nabêna dema Şêx Mahmûd û nuha da çê bike.
Di dereke axaftina xwe da got Adonîs gotiye:
Merivê rojavayî ji tarîxê ibretê digre, merivê rojhilatî tarîxê dubare dike.
Em miletên rojhilat yên din nizanim lê em kurd ji tarîxa xwe tu carî ders û ibretê nagrin.
Kurdên başûr şaşiyên serdema Şêx Mahmûd dubare dikin, hemû piştgiriyê nadin referandûma serxwebûnê.
Di warê siyasî da meriv kane qala hin kêmasiyên Şêx Mahmûd û siyaseta Îngilîz ya li dijî kurdan bike, bibêje îngilîzan xwestin ereb bibin xwedî dewletê lê belê nexwestin kurd jî dewleta xwe ava bikin.
Lê belê bi dîtina min sebebê esasî yê biserneketina Şêx Mahmûd û dewletnebûna kurdan bêtifaqîya kurdan bû.
Ji ber ku hemû kurd li dora Şêx Mahmûd kom nebûn û piştgirî nedan avabûna Kurdistanê, lema kurd nebûn xwedî dewlet.
Heger îro jî kurd bi hestekî netewî li referandûmê nenêrin û hinek li dijî referandûmê derkevin, tiştê hat serê Şêx Mahmûdê nemir îro jî eynî tişt ewê dubare bibe.
Kurd heta nuha çima nebûne xwedî dewlet?
Bi dîtina min dibê her kurd vê pirsê ji xwe bike û li bersîva wê bigere...


2017-08-24

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE