24 augusti 2017

Dawiya zaliman husran e

Tirkiyê, tirkan zulmên pir mezin li me kurdan kirine.
Hemû dinya, erd û ezman şahidê vê zulma dewleta tirk û tirka ye.
Hukûmeta AKPê vê zulmê bi zalimeyeke ji ya hemû îktîdarên berî xwe bêtir didomîne.
Dewleta tirk, Tirkiye li ser asasekî neheq, li ser zulmê, bêedaletiyê û înkara kurdan û welatê kurdan ava bûye.
Hukûmeta AKPê vê înkarê bi çavsorî û irqçîtî û hovîtiyeke nedîtî didomîne.
Bi zulma li 20-30 milyon kurdên xwe qîma xwe nayne, nahêle kurdên Kurdistana rojava û başûr jî ji bindestiyê derkevin û bigihîjin azadiya xwe.
Tirkiye ji kurdên başûr û rojava ra jî dibêje nabe hûn ji bin hukimraniya ereban derkevin û bibin xwedî dewleteke serbixwe, ereb qebûl bikin jî em qebûl nakin, gerek li tu weletekî azad nebin û Kurdistan çê nebe.
Tirkiye dewleteke li ser bingeheke neheq, neadil, nîladperst û înkara kurdan ava bûye.
Tu dewleta li ser bingeha zulmê, neheqiyê û înkara miletekî ava bûbe ne mimkûn e jiyana xwe bidomîne.
Tu zulm ne ebedî ye.
Dawiya zaliman ne her tim be jî lê bi piranî ji ya mezlûman xerabtir û fecîtir e.
Erdogan, berpirsiyarên hukûmeta AKPê pir stûrbûne, zulmeke mezin li me dikin, dinya li humû kurdan kirine zindan.
Lê stûrê, çavsorî, neheqî, zulm ji kesî ra namîne, ewê ji Erdogan û zilam û xulamên wî ra jî nemîne.
Ew ji erd heta bi ezmîn li ser me kurdan neheq in, zulmê li me dikin, welatê me dagi kirine û heqê me nadin.
Lê belê ne mimkûn e bêedaletî û zulm heta û heta dom bike. Li tu dera dinyayê dom nekiriye, li Tirkiyê jî ewê zêde dom neke.
Qet meraq nekin, dawiya zalim û zulimkarên tirk jî wek ya hemû zaliman ewê trajîk be…

XXX


Rojanameya Yeni Şafaka tirkî ya nêzî hukûmeta AKPê di sernivîsa xwe ya bi pûntoyên mezin da ji Barzanî ra gotiye:
”Dixwaze Îraqê perçe bike! Bi agir nelîze !”
Li gorî tirkan dibê kurd bindestiya farisan, ereban û tirkan qebûl bikin û tu carî jî nexwazin azad û serbixwe bibin.
Dewletbûn, serxwebûn tenê mafê tirk, faris û ereba ye.
Gava kurd jî bixwazin wek ereb, tirk û farisan bibin xwedî dewlet bi agir dilîzin, îstîkrara herêmê xera dikin.
Kurd êdî ne guh didin van gotinên beradayî û ne jî ji gefên kesî ditirsin.
Kurd ne îro, herî kêm ev dused sal in ji bo azadî û serxwebûna xwe xwîna xwe diherikînin.
Lê hinek navê vê dikin ”lîstika bi êgir”!
Kurd bi êgir mêgir, filan û bîvan nalîzin, tenê doza mafê xwe dikin û dixwazin li welatê xwe, xwe îdare bikin.
Lê yên bi êgir kurdan tehdîd dikin, dibê baş bizanibin ew agir ewê ne kurdan tenê, ewê wan jî bişewitîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE