25 oktober 2016

Tahlûke pir mezin e !


Tirkiye Kurdistana başûr bi îşxaleke berfireh tehdît dike.
Kurdistana başûr jî  wek rojava, wek binxetê rûbirûyî tahlûkeyeke pir mezin e.
Wezîrê Tirkyê yê karên derve Çavûşoglu gotiye gava ewlekariya wan têkeve xeterê(ev demagojiyeke vala ye, kes Tirkiyê tehdîd nake, wan çavê xwe berda ye erdê xelkê), wek li Sûriyê kirin, li Îraqê jî ewê herêmeke ewle çêkin.
Yanî ewê Kurdistana başûr jî wek rojava  îşxal bikin.
Dibê Kurdistana başûr û hemû partiyên kurdan vê gefa Çavuşoglu sivik negrin, tirk di gefên xwe da cidî ne û dikin.
Tirk li hemberî kurdan kanin her tiştî, her dînîtiyê bikin.
Tiştê meriv ji Daîşê dipê, dibê meriv ji Tirkiyê jî bipê.
Her tiştê Daîş kani bike, Tirkiye jî kanebike û him jî bi zêdayî.
Başûr, rojava, PDK, PKK, PYD, YNK  qet ferq nake, ji bo tirkan hemû hêz û partiyên kurd neyar û yek in.
Ji xwe gelek derên başûr nuha di bin îşxala leşkerên tirk da ye.
Li başûr belkî li 10 ciyan kampên tîmên taybet û komandoyên tirk hene. Hemû jî tahlûke ne her tim kanin êrîşî kurdan bikin.
Lê ya trajîk hemû tîm û komandoyên tirk jî bi destê serok û hukûmeta Kurdistana Federe hatine bicîkirin.
Lê ewê tu carî bi rehetî dernekevin. Ji roja roj da ye ez viya dibêjim. Siaysetmedarê baweriya xwe bi dijminê xwe bîne û wî bibe li welatê xwe bi cî bike bi gotineke herî sivik ne tu siyasetmedar e, bi destê xwe gorra xwe û ya gelê xwe dikole.
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim, wê rojê di telewîzyona NTVê da got, ew difikirin li li Kurdistana başûr jî li hemberî terorê herêmeke ewle pêk bînin û di vî warî da Tirkiye û hukûmeta Kurdistanê di eynî fikrê da ne.
Heger ev îdîa rast be felaketeke mezin e. Hêvî dikim vir be, îdîayeke bêbingeh be.
Lê tiştê bûye em nikanin vegerînin qeysa berê. Ya muhîm li hemberî vê tehdîda Tirkiyê em çi bikin û Kurdistana başûr çawa biparêzin?
Bi dîtina min:
1-Dibê hukûmeta Kurdistanû û hemû partiyên kurd van gef û tehdîdên Tirkiyê sist negrin û ji nuha da her tedbîrên leşkerî bigrin û li hemberî Tirkyê yekîtiya xwe nîşan bidin.
2- Dibê hukûmeta Kurdistanê û hemû partiyên kurd li ser van gef û tehdîdên Tirkiyê bi beyaneke mişterek nerazîbûna xwe nîşan nebidin...
3-Dibê hukûmeta Kurdistanê, serokên partiyan vê tehdîda Tirkiyê bi Emerîka û hêzên hevpeyman ra minaqaşe bikin û ji wan alîkariyê bixwzin.
4-Dibê hukûmeta Kurdistanê jî bi Bexdayê ra vekişîna leşkerên Tirkiyê bixwaze û destegê bide Bexdayê.
Belkî meriv kanibe hin tiştên din jî bike.
Lê ya muhîm dibê kurdên başûr li hemberî Tirkyê xwe sist nekin, tahlûke mezin e.
Ji bo Tirkiyê tu ferqa PDKê û PKKê tuneye, mesele prioritet(oncelik)yanî dor e, wext e, cî ye.
Tirkiye îro zêde bela xwe di PKKê dide, lê ev nayê wê manê sibe ewê eynî tiştî neyne serê PDKê.
Bi baweriya min bi qasî ku Tirkiye li hemberî PKKê û PYDê ye, hewqasî jî li dijî PDKê û Mesûd Barzanî ye.
Lê îro nikane bi hev ra êrîşî herduyan jî bike, vî îşî bi dor dike, nuha PKK ye, sibe PDK, YNK ye.
Çimkî tirk ne li dijî partiyan û serokan, li dijî doza kurd û Kurdistanê ne, li dijî avabûna dewleteke kurd in.
Ne li Tirkiyê tenê, li her derê li dij in.
Kî Kurdistanê bixwaze dewleta tirk li dij e, Erdogan, Yildirim û hukûmeta AKPê li dij e.
Ji bo tirkan şexs ne muhîm e, îdeolojî, daxwaz û hedef muhîm e.
Dibê kurdên başûr vê siyaseta tirkan tu carî ji bîr nekin, tu carî soz û ahdên wan baweriyê neynin.
Kî ji tirkan bawer bike, kî pişta xwe bispêre, Tirkiyê ya jî Îranê gorra xwe dikole.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE