Ev demeke li Tirkiyê li ser hebûn û tunebûn û sextetiya
dîploma Erdogan ya zanîngehê minaqaşeyeke mezin heye. Minaqaşe pir cidî ye û
pir mezin geriya ye…
Gelek kes dibêjin dîploma Erdogan ya zanîngehê tuneye û ya
tê nîşandan jî sexte ye.
Lema jî ew nikane bibe serokkomar, dibê ji serokkomariyê
were xistin.
Ji bo ku li Tirkiyê yek bikanibe bibe serokkomar, dibê
zanîngeh(unîversîte)qedandibe.
Recep Tayyip Erdogan lîseya Îmam Xetîbê qedandiye. Û
xwedêgiravî dû ra jî ji derve ketiya îmtîhanan û dîploma lîseyeke normal girtiye
û dû ra jî ketiye zanîngehê û çar salan jî xwendiye.
Li ser vê meselê heta nuha bi sedan, belkî jî bi hezaran
nivîs hatin nivîsîn, mesela heta bi meclîsê û Dadgeha Bilind jî çû...
Lê heta nuha tu kesî wek vê nivîsê bi teferûat, bi gelek
delîl û îspatên mantiqî û konkret nîşan nedaye ku dîplomaya Erdogan ya zanîgehê
tuneye. Vir û sextekariyeke pir mezin li ortê heye.
Di vê nivîsê da tê nîşandan, Erdogan ne tenê zanîngeh
nexwendiye, hemû agahiyên li ser jiyana xwe dane vir in, ew merivekî tarî ye,
lîse neqedandiye, tiştê li ser leşkeria xwe gotiye hemû vir in.
Û belkî ji destpêkê da merivê MITê ye.
Heger Erdogan vê nivîsê bixwîne ew bi xwe jî ewê êdî qebûl bike ku dîploma wî ya zanîngehê tuneye.
Heger Erdogan vê nivîsê bixwîne ew bi xwe jî ewê êdî qebûl bike ku dîploma wî ya zanîngehê tuneye.
Heger wexta we hebe miheqeq vê nivîsê bixwînin û Erdogan hinekî
din jî ji nêz ve nas bikin.
Piştî ku we ev nivîs xwend hûnê fêm bikin ku Erdogan çi
mîtomanekî ecêb mezin e, hemû jiyana wî li ser viran û sextekariyê ava bûye.
Û helbet dizekî herî meşhûr e jî.
Û helbet dizekî herî meşhûr e jî.
Ez bawer nakim di dîrokê da tu serokwezîrê welatekî wek Erdogan
hewqas rişwet û bertîl girtibe, hewqasî dizî û sextekarî kiribe.
Tirk wisa bawer dikin ku merivekî normal, siyasetmedarek
serokê wan e.
Ne wisa ye, serokê Tirkiyê diz, bertîlxur û mîtomanekî
beynelmîlal e, bêemsal e.
Ev nivîs îspat dike ku dîploma Erdogan tuneye.
Ev nivîs îspat dike ku dîploma Erdogan tuneye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar