Ev çend car in malbatên tirk di merasima cenazeyên leşker û
polîsan da Kemal Kiliçdarogluyê dêrsimî û elewî protesto dikin, bi hêkan û
firingiyan vêdikvin, wî diqewitînin, gotinên pir giran jê ra dikin…
Lê mêrik hewqasî bêşexsiyet, bêrû û bêşerm e ku qet li ber
xwe nakeve, mêrik wek rûviyan, bi qeliz tim dihere merasima cenazeyên leşker û
polîsên tirk. Bi vê riyê dixwaze xwe têxe çavê tirkan…
Îro dîsa di merasima cenazeyekî da jina polîsê hatiye kuştin
ew rezîl kiriye, nexwestiye lê kêlek wî bisekine, ciyê xwe guhestiye û gotiye:
“Em tirk in, polîs in, misilman in. Dawiya wê ne hewceye ez
bibêjim. Min xwest ciyê xwe biguherînim. Ji dilê min wer hat, derbasî aliyê
çepê yê mudûrê xwe bûm. Min zanîbûya minê nehîşta were cenaze jî, minê destê
xwe jî nedayê…”
Ma hewceye ez tiştekî li van gotinên jina polîsê tirk zêde
bikim?
Bi dîtina min ne hewce ye.
Bi dîtina min ne hewce ye.
Lê dibê her kurd, kurdê herî pîs, yê wek Kiliçdaroglu jî êdî
baş bizanibe ku serîtewandin jî, xwepîskirin jî, xwe înkarkirin jî pere nake,
bi vê îxanetê jî tirk we ji xwe qebûl nakin.
Êdî vê rastiyê fêm bikin û xwe zêde rezîl nekin, dev ji
şelafiya tirkan berdin û wek mêran bibêjin em kurd in…
Tirk Kiliçdaroglu protesto dikin.
Tirk Kiliçdaroglu protesto dikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar