Çend roj berê lêdana dengbêj Çiyager(Mehmet Karakuş)di medyaya sosyal da olan da. Mehmet Karakûş di îfade û beyana xwe da rengekî siyasî dabû bûyerê û gotibû yên li wî xistine HDPyî ne û ew wan nas dike.
Medyaya tirk jî bûyer bi zanîn wek bûyereke siyasî lanse
kir.
Hin kesan bawerî bi gotinên Çiyager(Karakûş) û medya tirk anîn û HDP û hêza ev tişt kiriye rexne û protesto kirin.
Hin kesan bawerî bi gotinên Çiyager(Karakûş) û medya tirk anîn û HDP û hêza ev tişt kiriye rexne û protesto kirin.
Lê wa ye derket ortê mesele ne siyasî ye û Çiyager rast
negotiye.
Li gorî xanima Çiyager ya berê Arîfe Avci di
hevpeyvîna xwe da dibêje, tu têkiliya HDPê û hêzeke din bi lêdana Çiyager
tuneye, birayên wê ji ber ku Çiyager li gelek caran xweha wan xistiye, ew tim
nerehet kiriye lêxistine.
Yanî mesele ne siyasî ye, şexsî û aîlewî ye.
Û li gorî gotinên Arîfe Avciyê, Çiyager gelek zulm li wê kiriye, tim ew nerehet kiriye, gelek caran lêxistiye û rapora wê jî heye…
Û li gorî gotinên Arîfe Avciyê, Çiyager gelek zulm li wê kiriye, tim ew nerehet kiriye, gelek caran lêxistiye û rapora wê jî heye…
Lenma jî kesên bi gotinên Çiyager û manîplasyonên medyaya
tirk xapiyan û piştgirî dan Çiyage û HDP û PKK rexne kirin, piştî vê hevpeyvîna
Arîfe Avciyê, dibê uzrê xwe ji van hêzan bixwazin û wan beyanên xwe rast bikin.
Ji ber ku Çiyager derew kiriye.
Ji ber ku Çiyager derew kiriye.
Çimkî derket ortê mesele ne siyasî, şexsî û malbatî ye û
Çiyager jî neheq e, gelek zulm li Arîfe Avciyê kiriye. Esas dibê meriv vê zulm
ü terora çiyager qebl neke.
Heger bi rastî mesele siyasî bûya û hinekan ji ber fikir û
rexneyên Çiyager yên siyasî lêxistiba ne helbet rast bû, dibê meriv li dij
derketa.
Lê min bi xwe ji destpêkê da ji gotinên Çiyager ne bawer
nekir, gotinên wî yên li ser HDPê û jinan gelkî ne xweş û pir giran bûn û
întîba merivekî fêlbaz û sextekar dida meriv...
Ez Çiyager qet nas nakim, çendakî berî bûyera lêdana wî
daxwaza hevltiya facebookê li min kir û min jî qebûl kir.
Piştî çend rojan min dît wa ye nivîseke min li ser navê xwe
belav kiriye.
Min jê ra nivîsî, min got kuro şerm e, tu ji bo çima nivîsa
min li ser navê xwe belav dikî?
Lê mêrik ne bersîv da min û ne jî nivîsa min rakir.
Li ser vê, min ew ji havaltiya xwe derxist û min fêm kir ku merivekî ne saxlem e. Ji xwe di hevpeyvîna wî da jî baş xuya bû ku merivekî virek û ne saxlem e
Li ser vê, min ew ji havaltiya xwe derxist û min fêm kir ku merivekî ne saxlem e. Ji xwe di hevpeyvîna wî da jî baş xuya bû ku merivekî virek û ne saxlem e
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar