Min beyana Abulah Ocalan ya di Newroza Amedê da hat
pêşkêşkirin xwend. Min bi xwe tiştek jê fêm nekir, ji serî heta dawî gotinên
vala, birrek demagojî ye…
Bi dîtina min ev nameya Ocalan bi gotineke herî sivik li wê kîtleya Newrozê, li
milyonan kurdî heqareteke. Pêkenîna bi aqilê kurdan û bi miletê kurd e.
Peyameke hewqasî xerab e loma jî teqdîra berdevkê serokwezîr Arinç qezenc
kiriye, Arinç pesnê wê daye.
Bulent Arinç, pesnê mesaja Ocalan daye û gotiye, ”Ev mesaj bi her awayî pozîtîf
e. Ez vê mesaja Ocalan wek serkeftineke hukûmetê dibînim.” Û ji bo mesajê gelek
methiyeyên din rêz kiriye.
Ev jî nîşan dide ku mesaja Ocalan tam li gorî dilê hukûmetê ye, heta pir ne dûr
e ku MITê ew amade ya jî serraskiribe.
Serokekî ku bi sedan kesan xwe ji bo wî şewitandin, bi milyonan kurd heyranên
wî ne, dibê di rojeke hewqas muhîm da mesajeke hewqas vala neşanda…
Camêr berê dev ji Kurdistanê berda bû, di vê beyana xwe da dev ji gotina ”kurd”
jî berda ye, êdî nabêje kurd jî. Û micadeleya ji bo" nasnameyê jî vala û bêmane" dibîne,
Tirkan bîn li me çikandiye, em perîşan kirine, Ocalan berê me dide "emperyalîzmê"
û "neo-kapitalîzmê". Ji kurdan ra dibêje, ”em û tirk birayên hev in”,
dijmin Emerîka û emparyalzm e.
Dijmin dewleta tirk e, ew di ser dilê me da ye, em di bin potînên leşker û
polîsên tirkan da pelixîne, lê Ocalan ji me ra qala neo-kapîtalîzmê û
emperyalîzmê dike.
Ev, pêkenîna bi aqilê kurda ye..
Serokwezîr Davutoglu jî mesajaka ji kurdayetiyê hewqasî dûr û hewqasî bêmane
nedişand Newroza Amadê.
Lê ez bi xwe matmayî nemam. Tiştê ez meraq dikim şêl û bersîva PKKê ye, dîtina
Qendîlê ye.
Ku Qendîl jî van dîtinên Ocalan qebûl bike mesele qediya ye, kurd , tevgera
PKKê ewê kortika hustiyê xwe bixurînin. Ked û xebata wan û ya miletê kurd ya 40
salî bi avê da dihere.
Hêvî dikim şaş bim…
XXX
Dema meriv bû partî û li ser navê miletekî siyaset kir, çi
çekdarî û çi jî ne çêkdarî, mafê her ferdê wî miletî û heta yên xerîban jî heye
li ser tevger û xebata meriv, li ser siyaset û micadela meriv dîtinên xwe
bibêje, rexne bike ya jî pesnê wê bide.
Ne rast e meriv bibêje pesendan erê, em pesnan qebûl dikin, lê rexne nabe,
rexne xerab e. Yê me rexne bike dijminê me ye, ya jî wek hinek cahil û xwenezan
dikin, riya çiyê nîşanî xelkê bide.
Siyaseta li ser navê kurdan tê kirin ne malê wê tevgerê tenê ye, ne di bin
tekela endamên wê tevgerê tenê da ye û bêyî wan û zilamên wan dibê kes dengê
xwe neke.
Yê wiha bibêje dibê dev ji siyasetê berde û here ji xwe ra karekî şexsî bike.
Şerê li ser navê miletekî were kirin, siyaseta li ser navê miletekî were kirin
hinekê rexne bikin û hinekê jî biecibînin, bipesinînin. Qedexekirina mafê
rexnekirinê zorbatî û cehalet e.
XXX
Bersîva çend xwendevan
Gelî birayên ezîz, Ocalan ne dewlet e, yê dike mafê kurdan
bide ne ew e, dewleta tirk e, hukûmet e. Ew di destê dewleta tirk da êsîr e.
Loma jî ya muhîm ne ku Ocalan çi dibêje, çi mesajê dide. Ya muhîm serokwezîr û
serokkomar çi dibijên.
Em kurd ji xwe lêdixin û ji xwe ra dilîzin û ji xwe bi hev dikevin. Dewlet jî
siayseta xwe gav bi gav dixe praktîkê.
Ez dibêjim bi pişopişo, bi zeytkirinê dewleta tirk nerm nabe û mafê me nade.
Dibê meriv siyaseteke bi şexsiyet bimeşîne. Lê hin kes vê dîtina min şaş
dibînin. Ew jî mafê wan e.
Hûn dizanin çîrokek meşhûr heye, ji ber ku dirêj e ez nabêjim. Naveroka çîrokê
bi kurtî, ”Hela bise dû ra ewê çi bibe?”
Hûn bibêjin, nebêjin emê li bende bin, ”hela ka ewê çi dibe, çawa biqede?”
Bi baweriya min ewê tiştekî baş nebe, lê emê bipên, ”hela ka ewê çi bibe?”