Coxrafiya me, cîranên me, dînê me, rengê me hemû jî bûne bela
serê me, hemû jî bûne sebebên qetla me...
Parlamentoya Ewrûpayê biryara alîkariya bi asûrî-suryaniyan
ra da
Parlamentoya Ewrûpa, ji bo ku rewşa asûrî-suryaniyan mezakere bike civiya. Di
civînê da biryar hat dayin ku li Beriya Nînova û li herêma Xêbûr ji bo gelê
asûrî-suryanî herêmeke “Seve Heaven”, yanî herêmeke ewlekariyê ava bikin.
Û bi vî hawî asûrî-suryaniyan ji êrîşên terorîstên Daîşê biparêzin...
Daîşê ev serê salekê ye malik li kurdan şewitandiye, bi sedan
gundên kurdan wtalan û wêran kirin, bi sedhezaran kurd ji Şengalê, Kobanê,
Serêkaniyê û herêmên din yên Kurdistana başûr û rojava bi çol û çepelan xistin.
Parlamentoya Ewrûpayê rojekê xusûsî ji bo kurdan
neciviya û ji bo avakirina herêmeke ewle biryar negirt.
Lê ji bo asûrî-suryaniyan digre, ji ber ku dînê wan yek e. Û baş jî
dike, ez bi xwe ne li dijî biryara wan im. Tenê dixwazim bibêjim em kurd
miletekî bêkes in. Ji bo me kes biryarên wiha nagre...
Wek tê dîtin, yê xelkê bi kêmanî dînê wan, aîdiyeta wan ya
dînî feydeyekê digihîne wan, ji wan ra li derve piştekê çêdike.
Yê me kurdan dînê me ji feydeyê bêtir, ji peydakirina piştê û
dostan bêtir, felaketên mezin aniye serê me, em xistine bin nîrê çar dewletên
cinawir û zalim û 63 dewletên misilman jî bi me ra kiriye dijmin.
Ji ber ku 63 dewletên misilman jî ne alîkariya me, alîkariya
neyarêm me dikin.
Bi kinî Coxrafiya me, cîranên me, dînê me, rengê me hemû jî
bûne bela serê me, hemû jî bûne sebebên qetla me, yek jî feydeyê nagîne me, yek
jî benê di gewriya me sist nake...
A ev jî bêtalihî û bêşansiya me kurda ye...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar