”Êdî ew roj hatiye HDP wîzyona xwe ya Tirkiyê bi
hilbijêran ra parve bike. Heta nuha baweriyeke wiha hebû, fena ku HDP
partiyeke bi meseleyên lokal ve mijûl dibe.
Bi dîtina min ji nuha û pêda dibê HDP êdî vê îmaja lokal derbas bike û li ser
hemû meseleyên Tirkiyê xwedî program be, xwedî pêşniyar be, HDP êdî tevgereke
îktîdara Tikiyê ya nuh e…”
Doza kurd û Kurdistanê bû meseleyeke”LOKAL”, li gorî Zozanî jî dibê HDP dev ji vê mesela ”LOKAL” berde û ji bo Tirkiyê û miletê tirk xwedî program be.
Yanî li
gorî Zozanî dibê HDP bibe alternatîfê AKPê, were ser hukim û Zozanî jî belkî ji
dêl Davutoglu ve bibe serokwezîr. Ji ber ku maneya partiya Tirkiyê ev e.
Zozanî di îktîdara HDPê da ne welatekî, soza zengîniyê dide kurdan, dibêje di
îktîdara me da emê we jî wek tirkên herêma Marmarayê zengîn bikin.
Zozanî, kefendizê nuh wiha domandiye:
Li Kurdistanê, li Tirkiyê û Ewûpayê piraniya keç û
xortên kurd şiyar in, kurdperwer in û li dijî hemû partiyên tirk in. Kurdên
rayên xwe didin partiyên tirk yanî AKPê, CHPê û MHPê, kurdên piştgiriyên didin
van partiyan di medyaya sosyal da rexne dikin.
Li gorî wan, dibê kurd êdî nebin dilxwaz û
hevalbendên partiyên tirk û rayên xwe nedin wan.
Sêleke netewî ye û wek şexs gelkî kêfa min jê
vê sekin û şêla xortên me rat ê. Ji pêşiyên xwe bêtir netewî difikirin.
Lê eynî însan, eynî xortê kurd piştgiriya taximekî futbolê yê tirk dike. Wek
xoretekî tirk ya pistgiriya Galatasarayê, ya Febenerbahçeyê ya jî ya Beşîktaşê
dike.
Rast nabîne kurd piştgiriya AKPê, CHPê û MHPê bikin, kurdên hevalnbendên van
partiyan in rexne dike, lê bi ew xwe wek tirkekî terefdariya taximekî tirk
dike, ne ji taximekî Kurdistanî ya jî kurd, ji taximekî tirk hez dike, al û
sembolên taximên tirkan dike profîla xwe, wek xortekî tirk bi serketina
taximekî tirk kêfxweş û bi têkçûna wî jî xemgîn dibe.
Nabe terefdarê taximekî Kurdistanî(taximê kîjan bajarî dibe bila bibe), dibe yê
taximekî tirk.
Dibe ku meriv taximekî Kurdistanî neecibîne, wê demê jî ne şert e meriv bibe
terefdarê taximekî tirk.
Min berê jî li ser vê meselê nivîsî ye, bi dîtina min, çawa ku wek kurd em li
dijî dezgeh û partiyên tirk in, her wisa dibê kurd nebin dilxwaz û terefdarê tu
taximekî kurd jî.
Wek kurd dibê em bibin terefdarê taximên Kurd û Kurdistanî. Li hemberî taximên
tirkan, dibê meriv taximê kurd û Kurdistanî biparêze.
Mesela di maça Galatasaray û Diyarbekir Sporê da ya jî di maça Fenervahce û
Meletye Sporê da ya jî di maça Beşsîktaşê û Elezîz, Entab Sporê da dibê meriv
dilxwazê taximên Kurdistanî be.
Wek Baran Zeydan jî gotiye, ”filistîniyek tu carî nabe dilxwaz û terefdarê
taximekî Îsraîl.”
Gotina Baran rast e, ji ber ku bi filistîniyan ra zanîn û şiûrê netewî xurt e.
Dînekî filistînî jî nabe terefdarê taximekî Îsraîl û flama wî naxe profîla xwe.
Dibê em kurd jî xwediyê şêleleke wiha bin, ne ji partiyên tirk tenê, ji taximên
tirk yên futbolê jî hez nekin.
Ev bêîstîkrariya hin xortên me û ya hin kurdan ji nezaniyê û zeîfiya şiûrê
netewî tê. Asîmîlasyonê kurd gêj kirine, hest, şiûr û hişê netewî, perspektîfa
netewî li ba kurdan zeîf kiriye.
Gelek kurdên di meseleyekê da, di warekî da netewî difikirin, şêleke netewî
digrin, tu hew dinêrî di meseleyeke din da, di warekî din da şêleke tam eksê wê
digre…
Ji bo xurtkirin û geşkirina hişê, şiûrê netewî medya sosyal wasite û
platformeke pir baş e, kurdên zana, keç û xortên kurd yên zana dibê vê
platformê baş bikar bînin…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar