04 augusti 2011

Serkeftina 12-ê hezîranê Erdogan fahş kir

Sibe di bin serokatiya serokwezîr Erdogan da ewê civîneke ”ewlekariyê” were çêkirin.

Li gorî çapemeniya tirk dinivîsîne, civîna ku ewê sibe saet di 12-an da li bîna(avahiya) serokwezîriyê were çêkirin, bêyî Erdogan, ewê cîgirê serokwezîr Beşîr Atalay, wezîrê hundur Îdrîs Naîm Şahîn, serokerkanê nuh Necdet Ozel û hin general û misteşarê MÎT-ê Hakan Fîdan beşdar bibin.
Di xeberê da nayê gotin rovej û mijara herî girîng ya civînê çiye.



Lê weke ku meriv dikane texmîn bike, civîn miheqeq ewê dîsa li ser PKK-ê, BDP-ê û TDK-ê be, ewê li ser taktîk û stratejiya hukûmeta AKP-ê ya ji nuha û pê da li hemberî BDP-ê û kurdan be.
Ji sala 1980-î da ye ku madeya herî girîng ya rojeva dewleta tirk mesela kurd e, ev 31 sal in ku dewlet bi vê madeyê dicive.

Sibe jî ewê dîsa ev mesele; ewê li hemberî kurdan şerekî çawa bimeşînin?
Hin kesan wisa bawer dikirin ku ji hilbijartinên 12-ê hezîranê xurtderketina AKP-ê ewê Erdogan di mesela kurd da nermtir û cesûrtir bike, piştî hilbijartinan ji bo çareseriya mesela kurd ewê hin gavên nuh bavêje.

Lê bûyer eksê vê nîşan didin. Serkeftina Erdogan ya cara sêyem, ew qure û serttir kir, ew bêtir kir dijberê mesela kurd û çareseriyeke bi riyeke demokratîk û aştiyane...
Erdogan berê bêtir dilxwaz û terefdarê çareseriyeke siyasî xuya dikir. Bi kêmanî retorîkeke wî ya ku ev îmaj dida hebû.



Lê nuha, bi taybetî jî piştî serkeftina hilbijartinên 12-ê hezîranaê, Erdogan siyaseteke bêtir êrîşkar û şerxwaz dimeşîne, hewa û retorîka wî êdî retorîka siyasetmedarekî nîjadperest û şerxwaz e.
Loma jî pir ne dûr e ku ji civîna sibe jî ewê biryara berdewamkirina şerekî hîn mezin û hîn berfirehtir derkeve.
Ji ber ku hukûmetê û bi taybetî jî Erdogan hîn dev ji îdeolojî û siyaseta deweletê ya resmî, ya helandin û tirkkirina kurdan bernedaye.
Ji ber vê yekê ye ku Erdogan di her fersendê da dibêje, ”yek dewlet, yek welat, yek al, yek milet” û yek ziman.

Erê Erdogan gotina ”zimên” bi ”yek, yekên” xwe ra najmêre, lê dema dibêje ”yek milet” ev tê maneya yek zimanî jî.


Dema siyaset û felsefe ”yek milet” be û perwerdeyiya bi zimanê kurdî jî neyê qebûlkirin, netîce dibe yek zimanî jî.
Du zimanên miletekî nabe, heger li Tirkiye tenê miletê tirk hebe, wê demê zimanê wî jî tirkî ye. Ev pir zelal e.

Û ya din jî di vê sedsala 21-ê da bêyî dibistanan û zanîngehan ne mimkûn e ku zimanek kanibe zêde bijî...


Ji xwe heger hukûmet ne li pey mirina kurdî bûya ewê destûra perwerdeya bi zimanê kurdî bida zarokên kurdan.


Ji bo ku zêde reaksiyonê negre û wextê qezenc bike Erdogan di vî warî da demagojiyê dike, nabêje "yek ziman", lê ji bo ku kurdî zû bimre çi ji destê wî tê dike.

Ji civîna sibe jî bi îhtîmaleke mezin ewê dîsa naqaratên "emê li dijî terorê şerê xwe bidomînin" derkeve.

Zeytkirina Bûrkay rehet e, çimkî tu zirareke dewletê tê tuneye, lê dema dor were mafdayina kurdan wê demê Erdogan û Arinç efendî dev diguherînin.

Ez hêvî dikim ku ev texmîna min ya pesîmîst şaş be û ji civîna sibe bi kurdan ra biryara diyalogê û çareseriyeke siyasî derkeve.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE