04 augusti 2011

Rûvî û nêrî

Hebû tunebû, rûviyekî pir kone hebû. Rojekê di dema nêçîrê da bêhemdî ket bîrekê û nikanîbû jê derketa. Bîr pir ne kûr bû. Lê belê qeraxên wê gelkî şematokî bûn, lema jî her cara ku bi dîwarên bîrê va hildiperikî di nîvê rê da dişemitî, digot telp û dîsa paş da diket nava avê.

Rûviyê me ji bo derkeve gelkî li ber xwe da, lê pere nekir, tim digot telp û diket binê bîrê. Dawiya dawî fêm kir ku bi tena serê xwe nikane ji bîrê derkeve.


Piştî demekê nêriyek ji wir derbas bû. Nêrî bi hawakî matmayî xwarî ser bîrê bû û ji rûvî ra got:


- Birakê rûvî, ma tu li wê jêrê çi dikî?


Dema çavê rûvî bi nêrî ket, gelkî kêfa wî hat û fêm kir ku bi alîkariya nêrî kane xelas bibe. Bi dengekî gelkî hêdî ji nêrî ra got:


- Birakê nêrî, dengê xwe zêde bilind neke, hinekê bi me bihesin. Çimkî ez naxwazim hinekên din dengê te bibihîzin û werin vir. Ava vê bîrê gelkî xweş e, ez vedixum û venaxum jê têr nabim. Tu jî were vir û ji xwe ra ji vê ava şîrîn têr vexwe. Ez bawer dikim aveke hewqas xweş û şîrîn te tu carî tam nekiriye. Lê ez rica dikim hêdî bipeyive, bira dengê te nere kesî!


Van gotinên rûvî yên xapînok ketin serê nêrî û got gurm û xwe avêt ji bîrê da. Û dû ra jî  bi lez dest bi vexwarina avê kir; vexwar, vexwar heta baş tîna xwe şikand. Piştî ku têr vexwar ji rûvî ra got:


- Birakê rûvî, bi rastî jî aveke gelkî xweş bû. Min têr vexwar. Lê ka ezê çawa ji vir derkevim?


Rûvî dîsa bi konetî got:


- Pir hêsa ye. Tu yê rabî ser her du nigên xwe yên dawî û ezê jî xwe çindî ser pişta te bikim. Û ji ser pişta te jî, ezê hilkişim ser quloçên te û ji wir jî ezê derkevim ser devê bîrê. Dema ez ji bîrê derketim, îcar ezê bi nigên te bigrim û te bikşînim jor. Bi vî hawî emê her du jî ji bîrê derkevin.


Li ser van gotinên rûvî, nêrî rabû ser herdu nigên xwe yên dawî û rûvî jî wek pisikê bi pişta wî da hilperikî û ji bîrê derket. Rûvî çer bi firêqetiyê ket û derket ser devê bîrê, bi tinazî ji nêrî ra got:


 - Birakê nêrî, heger bi qasî muyên riya te aqil jî di serê te da hebûya tu yê bi gotinên min nexapiya û te yê di cî da xwe neavêta ji binê bîrê da. Berî ku te xwe bavêta jêr, dibê te hesabê derketina xwe jî bikira...


Û dûra jî da lotikan û ji wir bi dûr ket.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE