06 augusti 2011

Îro ez bûm gerrok

Nuha derengê şevê ye û ez nuh gihîştim mal.
Îro ez jî bûm gerrok, yanî çûm seyahetê.
Vê sibehê ez û 3 hevalên din me berê xwe da bajarekî din yê Swêdê, Bolnesê, ji bo serdana hevalekî.
Bjar nêzî 300 km ji Stockholmê dûr bû. Me di 3 saetan da bi zor xwe gîhand wir.
Çend roj berê min bihîst ku hevalekî min ê rojên giran û xanima  xwe emeliyat derbas kirine. Min mesele ji du sê hevalên din ra jî got. Min got em herin seriyekî bidinê, li halê wî bipirsin û ji xwe ra bîstekê sohbet bikin, ewê bîna wî jî fireh bibe.
Ji ber ku erebeya min tuneye, mecbûrî dibê min yekî xwedî erebe îqna bikira.
Hevalan jî gotin baş e û ji bo çûyina îro me li hev kir.
Û îro em ketin û çûn.
Bi dîtina me, hevalê me bi pir kêfxweş bû, helbet em jî.
Û bi vê minasebetê me hin derên Swêd yên din jî dîtin.
Xanima hevalê me mala wê ava xwarineke baş da me. Bêyî min hersê hevalên din jî xwedêgiravî rejîm dikirin, lê ji mecbûrî wan jî reqand goşt û birincê û bi taybetî jî çokulatê li ber qahwê.
Yanî bêdil be jî hersiyan jî rejîma xwe xera kirin...
Min got ji bo min qet ferq nake, ez hertiştî dixwim.
Li gor xanima min, ez hinekî qelaw bûme, dibê ez jî dest bi rejîmê bikim. Dîtina hevalên min jî wiha bû.
Lê ji ber ku min resepta xwe  hîn bi dest nexistiye loma dilê min biçe çi ez qet texîr nakim û dixwim.
li gorî ji min ra gotin, resepta herî baş li havalekî ye, min jê xwesitiye lê ew xwe hinekî giran dike loma jî hîn nedaye min.
Welhasil dema xanim ji min ra dibêje ma tu yê kînga dest bi rejîmê bikî?, ez dibêjim, ez li bende resepta Mumtaz im, çaxa hat ezê dest pê bikim...
Yanî mesele serî lê gerandin e.
Ez zanim ev du roj in min tiştek nenivîsandiye, lê carnan wisa dibe. Çimkî dora nexweşiyê sibe ya min e. Nuha em hemû serdema nexweşiyan, emeliyatan dijîn. Îro ew heval bû, sibe dora min e. Loma jî dibê em li hev bipirsin.
Erê nenivîsandin ne bi dilê min e jî lê ez çi bikim...
Min îcar risim jî nekişand.
Do bi şev di bîra min da bû, min got sibe dema ez herim dibê ez kamaraya xwe bi xwe ra bibim ji bo ku çend riman bikşînim.
Lê minxabin vê sibehê, dema ez bi rê ketim min ji bîr kir. Loma min risim misim nekişand.
Di vegerê da hevalekî di erebê da got, Zinar, te çima risim nekişand?
Min got weleh min ji bîr kir ku kamarayê bînim. Lê kişandina risman tew nehat bîra min. Bihata bîra min, minê bi telefonê bikşanda. Dû ra derket kamara li ba hevalê xwediyê erebê hebûye, lê wî jî ji bîr kiriye. Welhasil bi vî hawî me risim nekişand.
Bi xêr careke din.
Rapora ez îşev bidim hewqas e û bimînin di xweşiyê da.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE