25 juli 2011

Kûsî û qertel

Rojeke havînê ya pir xweş bû. Kûsiyekî xwe hêdî hêdî bi erdê ra dikikişand û ji xwe ra li qûtekî digeriya. Ji nişka ve çavên wî li hewa bi qertelekî ket.

Qertel li hewa geh bilind û geh jî nizm dibû, geh hildikişiya jor û geh jî xwe bera jêr dida, carnan bilind difiriya, carnan jî nizm.

Kûsî bîstekê bala xwe da fira qertel û dû ra jî  hêdîka di ber xwe da got:

- Ez bawer dikim dibê ez jî xwe fêrî firînê bikim! Gera li asîmanan gelkî xweş xuyaye. Hela çaxa dinya jî wiha xweş be, êdî ji wê xweştir tu kêf tuneye.

Roja din rabû çû ser zinarê hêlîna qertêl li ser bû. Xwe gîhand ba qertel û jê ra got:

- Birakê qertel, ma tu nikanî xêra xwe min fêrî firê bikî? Ez jî dixwazim wek te bifirim.

Qertel keniya, got:


- Firê? Yanî nuha bi rastî tu bawer dikî ku tu yê jî kanibî wek min bifirî?

Kûsî bi awirekî cidî got:

- Helbet ez bawer dikim, çima tu dikanî bifirî, çima ezê nikanibim?

Qertel dîsa keniya, got:

- Bira, tu kûsî yî û ez jî teyr im. Yên min per û baskên min hene, lê yên te tune ne. Lema tu nikanî bifirî.

Li ser van gotinên qertel, kûsî got.

- Haha rast e! Per û baskên min tune ne. Dibê ez ji perr û baskan ra çareyekê bibînim.

Kûsî rabû ji ba qertel bi rê ket û rasterast berê xwe da daristanê. Berê çû di koka darekê da hinek şîrêz peyda kir. Û dû ra jî rabû ji wê şîrêzê hinek di laşê xwe da. Piştî ku laşê xwe baş mezeloqî kir û şûn da, ban hemû hevalên xwe yên çûk kirin:

Ji çikçiko bigre heta bi tîtî, ji etetokê bigire, heta bi kevokê, beytikê, hechecikê, qijikê û dîksilêman û gelek çûkên din, giş çûn gazî û hawara kûsî û li ber wî rêz bûn. Kûsî ji hemûyan ra yeko yeko got:

- Heger hûn dost û hevalên min in, hûnê her yek perekî xwe bidin min!

Û her çûkekê rabû perek da kûsî. Kûsiyê me rabû perên xwe giş bi xwe va zeliqandin û dû a jî ket rê, çû bi zinarê qertel ve hilperikî. Piştî gelek zahmetî xwe gîhand ba hêlîna qertêl û jê ra got.

- Te digot perên te tune ne, nuha va ye min ji xwe ra per jî peyda kirin. Êdî tu kanî min fêrî firê bikî!

Qertel keniya û got.

- Birakê kûsî, per tenê têr nakin! Ji ber ku laşê te ne li gor firê ye. Tu top û girover î, bi vî laşê xwe tu nikanî bifirî.

Kûsî mirûzê xwe tal û tirş kir û got:

- Vana gotinên vala ne! Çima tu kanî bifirî, çima ezê nikanibim? Heger dilê te naxwaze ew tiştekî din e.

Qertel serê xwe hejand û got:

- Heyran ne ku ez naxwazim, nabe, ne mimkûn e, lema ez dibêjim na. Lê heger tu bixwazî, ez kanim carê te li pişta xwe kim û bibim hinekî li hewa bigerînim.

Kûsî bi vê pêşniyara qertel gelkî kêfxweş bû û got hema em kanin nuha dest pê bikin. Qertel rabû xwe hinekî xwar kir û kûsî hilkişiya ser pişta wî, xwe li ser pişta qertel baş bi cî kir û got:

- Ez hazir im, nuha tu kanî bifirî.

Qertel baskên xwe baş vekirin û dûra jî wek tîreke ji kevan bipengize, got pirr û bi hewa ket. Û bilind bû û bilind bû, heta ku di nava ewran da wenda bû. Geh wek tîrekê, digot guj û xwe bera jêr dida, geh jî bilind dibû, bi asîmanan diket.

Kûsî ji kêfa nizanîbû çi bikira, hema digot:

- Haho çi xweş e! Di seranserê jiyana xwe da min tu carî tiştekî wiha xweş nedîtibû!

Qertel demeke dirêj kûsî li hewa gerand û kêfa wî baş anî cî û dûra jî çû li ser hêlîna xwe danî.


Kûsî got:

- Wey mala te hezar carî ava be! Ez bawer dikim viya dersa pêşî bû. Dersa duduyan tu yê kînga bidî min?

Qertel di bin çavan ra li kûs nêrî û dû ra jî keniya û got:

- Baş e, sibe jî ez kanim bîstekê te bigerînim. Lê divê tu dîsa di vê seetê da werî. Ku tu dereng werî ez nikanim li benda te bim. Çimkî karê min pir e.


Roja din kûsî dîsa eyn di wê seetê da çû ba qertel. Qertel rabû dîsa ew li pişta xwe kir û têr gerand. Bi vî hawî çend rojan li ser hev ew tim çû ba qertel û dersên firînê jê girt. Piştî hefteyekê kûsî got:

- Birakê qertel, ez bawer dikim dersên heta nuha min girtin têra min dikin, êdî ezê kanibim bi tena serê xwe jî bifirim.

Qertel got:

- Ê baş e, tu yê çawan bi hewa kevî?

Kûsî got:

- Ez zanim bi hewaketin zor e, ez bi tenê nikanim. Ez difikirîm ku tu yê hinekî alî min bikî, yanî min ji erdê bi hewa xî.

Qertel got baş e, were li pişta min siwar be. Kûsî careke din li pişta qerte siwar hat û her du tîk bi hewa ketin. Piştî ku gihîştin nava ewran qertel got:

- Birakê kûsî, ez dixwazim careke din ji te bipirsim, tu baş fikirîye ku tu dixwazî bi xwe bifirî?


Kûsî got:


- Helbet ez baş fikirîme. Û baweriya min jî baş bi min heye ezê bikanibim bifirim. Ez hazir im.


Dema kûsî got “ez hazir im”, qertel hêdîka xwe da alîkî û ew ji ser pişta xwe bera jêr da. Kûsî got guj û herikî û herikî…û gindor bû û gindor bû.
Dema gindorî jêr dibû ew per û baskên bi xwe va zeliqandibûn her yek bi aliyekî ve difiriyan. Ji bo ku bikanibe bifire, pepikên xwe wek baskan li hev didan, serê xwe vir de û wê de li ba dikir û  boçika (dûv) xwe ya biçûk jî tim dihejand.

Lê her ku wî pepikên xwe li hev didan, serê xwe li ba dikir û boçika xwe dihejand, ew hîn bêtir wek gilokekê gindorî jêr dibû. Bi vî hawî gindor bû, gindor bû û dûra jî wek kundurekî got GURM û li ser piştê li erdê ket.

Heger ne xêra qalikê wî yê hişk bûya ewê bibûya nanik û biçûya. Ew wer li ser piştê li erdê ma, heta ku qertel hat li kêleka wî danî û ew rast kir. Piştî ku ew rast kir jê ra got:

- Tu çawa yî, maşalê tu pir neêşiya?

Kûsî bi hawakî ne poşman got:

- Na na, ez zêde neêşiyam, tenê madê min li hev dikeve û gêja min dihere.


Qertel îcar hinekî bi hêrs got:


- Min ji te ra got, lê neket serê te. Min zanîbû tu yê nikanibî bifirî.


Kûsî jî îcar hinekî dengê xwe bilind kir û got:


-Çawa min nikanîbû! Ma te nedît demeke dirêj ez firiyam! Firîn jî bi qasî ketinê hêsa ye. Lê venîştin…ew hinekî zor e. Te ez fêrî firînê kirim, lê te ji bîr kir ku min fêrî venîştinê jî bikî. Û ev jî kêmasiya te ye, ne ya min e.


Qertel keniya û keniya. Ji ken nikanîbû gotinek jî jê ra bigota.


Lê ji wê rojê û vir da ye kûsiyekî din tu carî hewil nedaye bifire.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE