Di nêçîrê da tu tajî nikanîbû bi teqala wî keta. Ew ji hemû tajiyan bezatir û jêhatîtir bû. Tu carî nêçîr ji ber wî xelas nedibû.
Bida ser pişta kîjan xezalê, kîjan kevroşkê, pezkûvî miheqeq digirt, heta nêçîra xwe negirta venedigeriya ba xwediyê xwe. Lema jî nêçîrvan di nav tajiyên xwe da herî bêtir ji wî hez dikir.
Lê sal û zeman derbas bûn, rojek hat ew jî wek her benderuhî pîr bû û ji hêz û taqet da ket. Êdî wek berê baş nikanîbû bibeziya û nêçîr bikira.
Rojekê li nêçîrê dîsa da ser pişta nêriyekî xezalan. Ha li vir, ha li wir piştî demek dirêj bi zor xwe gîhand nêrî û xwe çindî ser hustiyê wî kir. Ji par ra dev li hustu kir, xwest ku nêrî bavêje ji erdê da.
Lê nêrî, nêriyekî ciwan û gelkî bi qewet bû. Nêrî bi mêranî li ber xwe da û neket erdê. Herduyan hev û du pir gerandin, tajî çiqa zor da xwe jî pere nekir. Nêrî bi seriyan û bi wan quloçên xwe yên mezin tajî kel û kûtî kir û ji hêz da xist.
Tajî herçiqas li ber xwe da, xwest nêrî bavêje erdê û têkeve ser, heta ku nêçîrvan were, lê hêza wî têrê nekir. Dawiya dawî mecbûr ma nêrî berde. Dema nêçîrvan çû xwe gîhandê û dît ku wa ye tajî nêçîr berdaye pir qeherî. Bi hêrseke mezin êrîş bir ser tajîyê li erdê û çend şiv daweşandinê.
Tajiyê reben ji bezê û ji leca bi nêrî ra bi hawakî bînçikyayî li erdê dirêj bûbû û helkehelkeke mezin jê dihat.
Tajî awirekî tûj da nêçîrvên û jê ra got:
- Li min mexe! Çi ji destê min hat, min kir, lê hêza min têrê nekir. Ew ji min gelkî xurttir bû, lema jî ji nav lepên min xelas bû. Heta niha min ji te ra gelek nêçîr kir û min tu carî jî tu ne xapand. Ez tim sadiqê te mam. Lê îro ez pîr bûme û êdî weke berê nêçîr ji min nayê. Îcar dema nêçîr ji min neyê, ma tu yê rabî li min xî?
Bîne bîra xwe, berê ez çawa bûm, ne ku nuha ez çawa me. Û ji bîr neke tu yê jî rojekê kal bibî û wek min ji hêz û taqetê da bikevî.
Bîne bîra xwe, berê ez çawa bûm, ne ku nuha ez çawa me. Û ji bîr neke tu yê jî rojekê kal bibî û wek min ji hêz û taqetê da bikevî.
Li hember van gotinên tajî, nêçîrvan ji kirina xwe gelkî fedî kir, bêyî ku tiştekî bibêje berê xwe da mal û çû.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar