Dibêjin hebû tunebû, qertelekî şahê hemû teyr û tuyan hebû. Ew di ser çiya, banî û newalan ra difiriya, çavên xwe li çûk û teyrên biçûk digerand, tavilê ew nêçîr dikirin.
Rojekê li ser qotê dareke çamê ya bilind çavê wî li hêlîna dayika kund ket. Di hêlîna wê da çar hêk hebûn. Qertel gelkî kêfa wî hat, tavilê got guj û xwe bera ser hêlînê da û ji dayika kund ra got:
- Roja te bi xêr!
Kundê lê vegerand, got:
- Roja te jî bi xêr, şahê hemû teyr û tuyan! Ez hêvî dikim tu ne birçî yî.
Qertel got:
- Erê, ez birçî me û min nêt heye çêlikên te bixum. Hema çer ji hêkê derkevin ezê wan bixum.
Dayika kund got:
- Şahê hemû teyr û tilûr û balindeyan, ka were vê xerabiyê bi min neke. Em kanin bi hawakî din li hev bikin. Heger tu dev ji çêlikên min berdî, wan nexwî, ez sozê didim te, ji nuha û pê da ezê tenê bi şev bifirim û tenê mar û dûpişkan bixum. Ezê çûkan û heywanên din yên biçûk gişan ji te ra bihêlim. Çimkî ew bi roj difirin, bi roj digerin. Tu yê ji xwe ra nêçîra wan bikî.
Qertel got:
- Pirr baş e, wê demê ez sozê didim te, ezê çêlikên te nexum. Lê belê ezê çawa bikanibim wan ji çûkên din bigerînim?
Dayika kund got:
- Ev yek ji bo te ewê qet ne zehmet be. Ji ber ku ewê ji çûkên dinyayê hemûyan gelkî xweşiktir û sipehîtir bin.
Qertel got baş e, me li hev kir û firek da xwe û ji hêlîna kund bi hewa ket. Dîsa wek her tim di ser çiya û newalan ra bilind firiya û çavên xwe yê dûrbîn, wek durbînekê li nêçîreke din gerand.
Wext û zemanek di ser ra derabs bû, rojekê li ser qotê dareke çamê ya bilind çavên wî li hêlînekê ket. Di hêlînê da çar çêlikên biçûk yên sipî boz hebûn.
Ji kêfa qîjînî pê ket û wek tîreke ji kevên bipengize, xwe bera ser hêlînê da, ji bo ku wan bixwe.
Dema çû li ser hêlînê venişt, çêlikan gişan bi hev ra kirin qîjîn û vîçevîç! Qertel bala xwe dayê hemû jî pirr xweşik in. Destê wî lê negeriya wan bixwe. Wî ji xwe ra got:
- Ev çêlikên hewqasî xweşik hebe, tunebe yên kundê ne. Min soz daye wê, ez çêlikên wê naxum.
Wiha got û bêyî ku dest bide çêlikan ji hêlînê firiya. Bi hewa ket, bilind bû, nizm bû, çavên xwe gerand, li ser serê dareke çamê ya gelkî bilind hêlîneke din bi ber çavê wî ket. Dîsa got guj û xwe berra ser hêlînê da.
Di wê hêlînê da jî çar çêlik hebûn. Lê ev çêlik pirr pîsik bûn, heta wê gavê wî tu carî çûkên wiha ne xweşik nedîtibûn. Gişan deng kiribûn hev û bi hev ra diqîriyan, digotin: ”Kû-kûû! Kû-kûû-kûûû!”
Qertel ji xwe ra got:
- Temam! Ev çêlikên hewqasî ne xweşik ne mimkûn e ku yên dayika kund bin. Ezê wan bixum û ew xwarin...
Tam di vê bîstikê da dayika kund hat hêlîna xwe û kir qêrîn û hawar û got:
- Wey li min pepûkê! Kû... kûûû! Wey li min pepûkê! Kû... kûûûûû! Şahê teyran, te çima li min wiha kir? Te qewl û peymana xwe xera kir! Te çêlikên min xwarin! Ezê pepûkê nuha çawa bikim û bi ku da herim?
Qertel got:
- Min efû bike dayika kund. Te ji min re gotibû çêlikên te ewê bibin çûkên dinyayê yên herî xweşik. Lê yên min xwarin çûkên dinyayê yên herî pîsik bûn, heta nuha min tu carî çûkên hewqasî nexweşik nedîtibûn. Ji bo ku nexweşik bûn min ew xwarin…
Dayika kund hêsir barand û got:
- Wey li min pe-pû-kê…! Tu şahê hemû teyran î, lê tu hîn nizanî ku li ber çavên her dayikê, zarokên wê li dinyayê yên herî xweşik û herî delal in…!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar