06 april 2011

Bawermendên kurd dibê xutbeya bi tirkî red bikin

Ev çend cara in hevserokê BDP-ê Salahadîn Demirtaş, tiştên pir xweş û netewî dibêje. Wê rojê bi daxwaznameyekê ji mekteba keça xwe ya biçûk daxwaz kir ku keça wî sonda ”ez tirk im” ku di mektebên Tirkiyê da her sibe bi zarokan didin xwendin, nexwîne.
Û dû ra jî bi beyanekê bot, dibê hemû kurd nehêlin zarokên wan vê merşa ”ez tirk im” bixwînin.
Erê ev helwesta wî bû sebebê destpêkirina gelek minaqeşeyan lê di nava kurdan da olaneke mezin neda.
Dil dixwest ku heta nuha bi hezaran, bi dehhezaran kurdî bi rengekî resmî ji mekteban ev daxwaz kiribûna.
Demirtaş do jî bang li kuurdan kir, got li pey îmamên tirkperst uên Dîyanetê şandine nimêjê nekin.
Ev pêşniyara wî jî bi qasî redkirina sonda ”ez tirk im” girîng e, heta ji wê jî girîngtir e.
Selahattîn Demîrtaş, di banga xwe da dibêje:
“Dibê gelê me hemû meleyên ku Diyanetê şandine ku tirkçî, fetulahçî û dewletçîne red bike û li pey îmamên xwe qametê bigre. Ji ber ku di dînê me da ji van mefhûman(tirkperestî, dewletperestî) yek jî tuneye.
Ev mele hemû jî bi awayakî taybet û siyasî hatine perwerdarkirin. Ev mele di bin navê oldariyê da xelkê mecbûrî tirkparêzîyê, dewletparêzîyê û cemaetparêziyê dikin. Dibê tu kes li pey melayên nîjadperest, dewletçî, fetulahçî nimêjê neke. Di civîna Konseya Ewlekariya Neteweyî (MGK) da biryar hatiye girtin ku melayên xusîsî bişînin herêmê. Ev jî ji herêmê ra şandina şiklekî din yê sîxurên taybet e. Di navbera armanca melayên ku bi vî awayî ji aliyê dewletê ve hatine perwerdakirin û tîmên taybet, cerdevan, kontra û JÎTEM-ê da tu ferq tuneye.”
Li ser hi pirsên rojnamevanan Demirtaş gotiye:
”Dibê Erdogan bersîva vê pirsê bide, ”çima destûrê nadin di mizgeftan da xutbe bi kurdî were xwendin? Ya jî çima nahêlin îmam xutbeya xwe bi xwe weke ew dixwaze bixwîne? Xutbe ji Anqerê, bi devê dewletê tê amadekirin û şandin. Ji ber vê yekê jî mafê gel e ku li pey îmamên xwe nimêjî bike. Gelê me ne bi AKP-ê, bi Xwedê bawerya xwe tîne. Ne ji Tayyip, ji Pêxmber bawer dike. Li mizgeftan jî dewlet biryarê dide ku cimatê bi kîjan zimanî bipeyive. Bihêlin, cimat dixwaze çawa îbadetê bike bira wisa bike.”
Pir xweş peyivîye û pirsên pir xweş kirine.
Tiliya xwe tam daye ser birînê....
Dibê her siyasetmedarê kurd wisa bifikire û van pirsan ji dewletê bike.
Heta nuha siaysetmedarên kurd tu carî wiha nedifikirîn, tu carî pirsên wiha ji dewlet û hukûmetê nedikirin û loma jî şiûrê kurdan yê netewî bi pêş nediket û xurt nedibû.
Çawa ku yê kulçeya zêr dike xişir zîvkir e, her wisa yê milet şiyar dike, ruh û persperktîveke netewî didê siyasetmedar e.
Lê heta 3-4 sal berê jî piraniya siyasetmedarên kurd ji dêlî ku kurdan şiayr bikin, bikin kurd, ew asîmîle dikirin, dikirin tirk.
Mesela Demirtaş bi xwe jî heta 2-3 sal berê wiha nedifikirî, qîmet nedida ziman û axaftina kurdî.
Lê di van salên dawî da bizava kurd ya netewî pir hindik hemû siyasetmedar mecbûrî kurdperweriyê kir, hest û şuûrê wan yê netewî vejand û xurt kir.
Ev gotinên Demîrtaş netîceya tesîra vê tevgera kurdperwer e.
Heta nuha çavê kurdan şaşomaşo û beloxwarî didît, tu carî nikanîbûn menfeetên xwe yên netewî û nenetewî û asîmîlasyonê ji hev bigerînin.
Lê bi derengî be jî, zeîf be jî ev xeta netewî wa ye roj bi roj bi pêş dikeve û xurt dibe, bere bere dibe dîtineke hakim.
Rizgarbûna kurdan girêdayî xurtbûna vê dîtinê û vê tevgerê ye….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE