Hebû tunebû, şêrek hebû. Ew hakimê hemû daristanê bû, hukum li hemû lawir, teyr û tilûrên daristanê dikir. Yekî hêrsok û zalim bû. Rojekê li daristanê fermanek belav kir, got ji nuha û pê da ez nêçîrî mêçîrê nakim, dibê hûn her roj şîv û taştiya min ji min ra bînin. Çi biçûk, çi mezin, kî neyne ezê ceza bikim.
Ji mecbûrî heywan giş ketin dorê, hinan taştê, hinan jî şîva wî jê ra dibirin.
Rojekê dor hat ser malbata korgîyan. Korgî(kerguh) li hev civiyan ji bo ku biryara xwe bidin, bê wê çawa taştêya şêr peyda bikin, jê ra çi bibin ?
Korgîyekî kalê şareza ji nava wan rabû got:
-Hûn qet xema nexwin û îşê jî xwe jê neynin, ezê bi xwe taştêya wî peyda bikim.
Korgîyan hemûyan bi hev ra gotin:
-Wey mala te ava be. Û bi dilaramî û bêqisawet belav bûn.
Korgî sê rojan li malê ma û bi ser şêr da neçû, roja çaran çû derket hizûra şêr. Şêr bi ser da qîriya, got:
- Ma dora taştiya min ne li ser we bû? Ev sê roj in ji we kes vir da nehatiye. Ez di hundur da wer tî û birçî me.
Korgîyê kal bi hurmetkariyeke mezin jê ra got:
- Ez xulam, roja pêşî min taştiya te anî, lê heywanekî din heye, yekî wek te ye, riya min birrî, taştiya te ji min stend. Min jê ra çiqasî got, taştiya te ye jî pere nekir. Got şêrê mezin kî ye, ez jê mezintir im, lema jî ev heqê min e!
Şêrê dîn bû, got:
- Çawa dibe? Gelo li vê dinyayayê tu kesê din jî heye ku kanibe wek min li ser heywanên vê daristanê hukim bike û xwe ji min mezintir bibîne?
Korgî got:
-Wele min jî jê ra got serdarê ji te mezintir tuneye, lê qebûl nekir, got ez yê herî mezim im. Heger tu dixwazî rabe em bi hev ra herin, ezê wî hukumdarî nîşanî te bidim.
Şêr bi hêreseke mezin got:
- Zû bide pêşiya min, em herin ba wî zirzopê bêedeb. Dibê ez îfada wî bigrim.
Korgî da pêşiya şêrê zalim, çûn, çûn heta ku li ser devê bîrekê rawestiyan. Korgî got:
-Ew hukumdar di vê derê da ye.
Gava şêr bi ser bîrê da xwar bû, sûretê xwe di avê da dît. Bala xwe dayê bi rastî jî şêrekî tam wekî wî ye. Xurrînê pê ket û bi hêrs xwe avêt ji ser sûretê xwe yê di bîrê da. Ser serî çû binê avê, bîr kûr û teng bû, kir nekir nikanîbû derketa.
Bi vî hawî him korgî ji mirinê û him jî lawirên din ji zilma şêrê zalim xelas bûn.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar