Dibêjin hebû, tunebû, pîrek hebû. Pîrê tenê sê tiştên wê hebûn: Lawekik, nêriyek û zeviyekî (erdekî) wê yê nîska.
Lawik xwedêgiravî şivanê nêrî bû, lê nediçû ber. Nêrî tim bi tenê diçû çêrê. Rojekê nêrî çû ket zeviyê nîska û lê çêriya.
Dema pîrê bihîst nêrî ketiye zeviyê wê, dîn û har bû. Ji lawê xwe ra got, rabe zû here nêrî ji nav nîska derxe.
Lawik rabû çû.
Dema lêwik xwest bera nêrî bide, wî ji nava erd derxe, nêrî rabû ser her du nigên xwe yên dawî û quloçek li lêwik xist, lawik virvirand erdê.
Lawikê reben hinavqetyayî bû û çû li kêleka erd rûnişt û dest bi girî kir. Bîstek derbas bû korgîyek hat ba lêwik û jê ra got:
- Xortê delal, ma tu çima digrî?
Lêwik got:
- Ez digrîm, ji ber ku ez nikanim nêrî ji nav nîskê diya xwe derxim.
Korgî xwest lêwik aş bike. Jê ra got, megrî, ezê nuha herim nêrî ji nava nîskê diya te derxim.
Û dûra jî çû nêrî ji nava erd derxe. Lê nêrî quloçek li korgî jî xist, korgiyê feqîr revî revî, revîya, çû xwe da kêleka lêwik û wî jî dest bi girî kir.
Bîstek derbas bû, îcar rûvî hat. Rûvî ji korgî ra got:
- Birakê korgîgî, ma tu çima digrî?
Korgî got:
- Ez digrîm, ji bo ku ev lawikê han digrî.
Rûvî îcar jî ji lêwik pirsî, got:
- Lawikê delal, ma derdê te çi ye, tu çima digrî?
Lêwik kir hîskehîsk, got:
- Ez digrîm ji ber ku ez nikanim nêrî ji nav nîskê diya xwe derxim. Ez nuha herim mal, diya minê ewê bi min da bixeyide, ewê bibêje, çima te nêrî ji nav erd dernexistiye.
Rûvî got:
- Megrî, ezê nuha herim wî derxim. Û dûra berê xwe da nav zevî, ji bo ku bera nêrî bide û ji nav nîska derxe.
Lê wî jî nikanîbû. Nêrî bi quloçan kişiya rûvî jî, ew jî wek lêwik û korgî pengizand erdê û dîsa çêra xwe domand.
Rûvî jî çû li kêleka lêwik û korgî rûnişt, wî jî dest bi girî kir.
Bîstek di ser ra derbas bû, îcar gur hat. Gur ji rûvî ra got:
- Rûvî, ma tu çima digrî?
Rûv got:
- Ez digrîm ji ber ku korgî digrî.
Gur ji korgî ra got:
- Korgî, tu çima digrî?
Korgî got:
- Ez digrîm ji ber ku ev lawikê han digrî.
Gur ji lêwik pirsî, got:
- Xortê delal, ma tu çima digrî?
Lêwik got:
- Ez digrîm ji ber ku ez nikanim nêrî ji nav nîskê diya xwe derxim.
Gur ji lêwik ra got, megrî, ezê nuha herim nêrî ji nav nîska derxim. Û dûra berê xwe da nava erd, ji bo ku bera nêrî bide û wî ji nava erdê nîska derxe.
Nêrî bi quloçan çû gur jî. Gur çiqa li dora nêrî çû hat jî, pere nekir, nêrî tim bi quloçan li gur xist, nehîşt gur nêzîkî wî bibe.
Dawiya dawî, gur jî çû li kêleka lêwik, korgî û rûvî rûnişt û wî jî dest bi girî kir.
Bîstek derbas bû, îcar hirç hat. Hirçê ji gur ra got:
- Gurê boz, ma tu çima digrî?
Gur got:
- Ez digrîm ji ber ku rûvî digrî.
Hirçê ji rûvî pirsî, got:
- Rûvî, ma tu çima digrî?
Rûvî got:
- Ez digrîm çimkî korgî digrî.
Hirçê ji korgî pirsî, got:
- Korgî, tu çima digrî?
Korgî got:
- Ez digrîm ji ber ku ev lawikê hanê digrî.
Hirçê berê xwe bi lêwik da kir, ji lêwik pirsî, got:
- Xortê delal, derdê te çi ye, ma tu çima digrî?
Lawik kelogirî bû, bi hîskîn got:
- Ez digrîm ji ber ku ez nikanim nêrî ji nav zeviyê diya xwe derxim.
Hirçê got, megrî, qet meraq meke, ezê a nuha herim wî ji nav erdê diya te derxim. Û dûra jî xwe hêdî hêdî li ba kir, çû ket nava zeviyê nîska, bi nêta ku ewê bera nêrî bide û wî ji nava erd derxe.
Lê nêrî êrîş bir ser hirçê jî, bi çend quloçan ew jî ji xwe dûr xist. Hirç jî bi hawakî şermezar û hustuxwar çû xwe da kêleka lêwik, korgî, rûvî û gur. Hirçê jî ji qehran dest bi girî kir.
Bîstek derbas bû, çirçirka biharê got pir û hat li hember wan , li ser kulîlkekê venîşt. Çirçirkê ji hirçê ra got:
- Hirça delal, tu çima digrî?
Hirçê got:
- Ez digrîm ji ber ku gur digrî.
Çirçirkê ji gur pirsî, got:
- Guro, ma çi bi te hatiye, tu çima digrî.
Gur got:
- Ez digrîm ji ber ku rûvî digrî.
Çirçirkê ji rûvî pirsî, got:
- Rûvî, ma te xêr e, tu çima digrî?
Rûvî got:
- Ez digrîm ji ber ku korgî digrî.
Çirçirkê ji koegî pirsî, got:
- Korgî, tu çima digrî?
Korgî got:
- Ez digrîm ji ber ku ev lawikê hanê digrî.
Çirçirkê ji lêwik pirsî, got lawikê delal, ma derdê te çi ye, tu çima digrî?
Lêwik hustuyê xwe xwar kir û got:
- Ez digrîm ji ber ku ez nikanim nêrî ji nav nîskê diya xwe derxim. Lema jî ez digrîm.
Çirçirkê got, megrî, ezê nuha herim bera wî bidim û ji nava nîskê diya te derxim.
Lawik mizicî û got:
- Korgî, rûvî, gur û hirçê nikanîbûn, îcar tu yê bikanibî? Tu kêzikeke biçûk e, ma tu yê çawa bikanibî nêrî ji nav erd derxî?
Çirçirkê got, tişt nabe, ezê jî herim xwe biceribînim û dû ra jî got pirr û çû li bin boçika nêrî venişt û got:
- Çirrrr... Çirrrr… Pirrrr... û Pirrrr…
Nêrî çiqasî boçika xwe li ba kir jî pere nekir, çirçirk ji bin boçika wî derneket û nefiriya, saza xwe bênabên domand:
- Çirrrr! Çirrrr! Pirrr! Pirrr!…
Dawiya dawî nêrî mecbûr ma, ji nav zeviyê nîska baz da, xwe di ser mit û kepiran ra bera jêr da û wenda bû.
Û dûra nêrî hew çû ket zeviyê pîrê...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar