Ji rojan rojeke orta zivistanê ya pirr sar bû. Çiya û banî di bin berfê da mabûn. Berfê her der sipîboz kiribû.
Mûriyên mûristanekê(gêrikan) zexîra xwe ya zivistanê derxistibûn derve. Zexîreya wan di şilî û şepeliya payizê da hinekî şil bûbû derxistibûn derve, li ber rojê raxistibûn, ji bo ku zuha bibe.
Mûriyan bala xwe dayê çirçirkek ji hember da bi zorê xwe bi erdê ra dikişkişîne û ber bî wan ve tê.
Çirçirka reben dikira ji serma û ji birçîna bimira, bi halekî pirr xerab xwe nêzî mûristanê kir, bi dengekî melûl û hustuxwarî got:
- Ji bo xatirê Xwedê, ez ketime bextê we, çend lib genim bidin min! Ez dikim ji nêza bimrim. Ger hûn vê çêyîyê bi min bikin, hûnê min ji mirinê xelas bikin.
Mûriyekê got:
- Em bi şev û roj, bi hawakî bêwestan xebitîne, me yek saniyeyê jî nig di bin xwe va nekiriye, heta ku me ev zexîre ji xwe ra daye hev.
Em havînê pir xebitîn ji bo ku nuha birçî nemînin û neçin destên xwe li ber kesî venegirin. Îcar ev zexîreya me ji xwe ra bi hezar zahmetiyê daye hev, çima nuha emê rabin bidin te?
Û heger pirs eyb nebe, ma te seranserê havînê çi dikir? Çima te ji xwe ra zexîra xwe ya zivistanê dananî û tedbîra xwe negirt?
Ma te nizanîbû ku ewê havînê biqede û zivistanê were?
Çirçirkê dîsa bi hustuxwarî got:
-Min pê ra negîhand. Bi roj min wer distira, ji xwe ra li sazê dixist, bi şev jî radiketim. Lema jî tu carî wexta min çênebû ji xwe ra tiştekî bidim hev.
Mûrî giş bi hev ra bi vê bersîva çirçirkê keniyan û gotin:
-Wê gavê tu kanî sitrana xwe seranserê zivistanê jî bidomînî…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar