Do êvarî li Stockholmê ne roja ku meriv ji mala xwe derketa, lê em derketin. Çimkî çûk li hewa diqefilî…
Ev demeke Enwer Karahan aşxaneyek vekiriye. Çendakî berê min ji xanimê û zarokan ra got, em herin wir, him jê ra bibêjin aşxaneya te bi xêr be û him jî bi hev ra xwarinekê bixwin.
Ez ji jiyana şevê, çûna sînemayê, tiyatroyê hez dikim, lê ji şansê min ra xanim ne teqla min e, ji gerê û şevêrkan zêde hez nake.
Me li ser rojê li hev kir.
Li ser vê, min ji bo do êvarî maseyek ji bo 6 kesan da veqetandin.
Lê ji şansê me ra do û pêr berfê da ser me, hemû rê û dirb hatin girtin, heta me xwe gîhand aşxanê em qefilîn…
Egîtê me yê biçûk(Rojen)hinekî nerehet bû, loma nehat, em man 5 kes.
Mala Enwer û şirîkê wî yê tirk Îsmet ava be, camêran ciyê herî baş ji me ra veqetandibûn û pêşwaziyeke gelek germ jî li mer kirin.
Ê helbet hewqas jî heqê min li ser Enwer heye, dibê ciyê herî baş û xwarina herî xweş bide min… Û ji xwe wer jî kir…
Ez ji goştê biraştî û ji kebabê pir hez dikim, min û xanimê ji xwe ra goştê tîke hilbijart, Azad, hevala xwe û Serhat jî her yekî ji xwe ra tiştên din gotin.
Em ji xwarina xwe û ji serwîsa pir memnûn man...
Tiştê ecêb lawikê min yê mezin(Azad) û havala wî kêfa wan zêde ji vexwarinê ra nayê, loma wan tiştek venexwar.
Min, xanimê û Serhat şeraba sor vexwar.
Vexwarina xanimê qedehek tenê ye, lê Serhat xweş vedixwe, loma jî ez û wî carnan li mal bi hev ra vedixwin.
Xwedêgiravî min kamara danî ser masê ji bo ku çend risman li wir bigrim û di facebookê da biweşînim.
Lê weke her tim min makîneya xwe li ser masê ji bîr kir. Loma jî me 3-4 risim bi telefona Azad kişand.
Min ew rismana bîstek berê weşand.
Berî em rabin Azad navê aşxaneyê(Emapatî)meraq kir û ji Enwer pirsî, got ji bo çi Empatî?
Enwer got, ji ber ku şirîkê wî yekî tirk e, navekî kurdî lêkirina ewê mohra kurdan tenê lêketa, navê tirkî lêkirina ewê mohra tirkan lêketa, lema jî gotine ne şîş û ne kebab û av navê ”manîdar” dîtine.
Min got weleh min qet bîra vê yekê nedibir, lê nuha min fêm kir ku çima ”Empatî”?
Û dû ra jî min bi henek got, tîcaret meriv hinekî ”oportunist” dike…
Li Swêd xwarina li der pir buhaye, loma jî însan kêm derdikevin der. Û li alî din kultura kêfê, çûna der jî tuneye di nava kurdan da tuneye.
Mesela yûnanî ne wiha ne, ew bi malbatî pir diherin der, dixwin, vedixwin kêf dikin, sehanan(teyfikan, sênî)dişkînin…
Welatê xerîb ne wek welatê meriv e, dema meriv bi malbatî ya jî bi hevalekî xwe ra dihere der, meriv dixwaze ciyekî nas be, meriv xwe lê rehet his bike…
Ez bi xwe pir mecbûr nebim naçim aşxaneyên tirkan û yûnaniyan.
Ji xwe ereb û faris di vê branşê da pir kêm in, ez bawer dikim li Stokholmê aşxaneyek farisan tenê heye.
Yê ereban berê tunebûn, nuha libnanî ketine piyaseyê, aşxaneyên wan li Stockholmê meşhûr in...
Lê ew jî mezeyê me ye, bes swêdî jê hez dikin, çimkî feqîran nedîtine, mitbaxa wan pir feqîr e.
Rojên tahtîlan ez heyfa xwe ji xewê digrim, saet li dora 10.00-an radibim, xwirîniyê hazir dikim û dû ra ban xanimê dikim, dibêjim xanim, kerem bike, xwirînîê hazir e…
Îro jî min eynî tişt dubre kir…
Dû ra dor hat xwendina meylan, nêrîna facebookê, kirina çend şiroveyan, weşandina çîroka rojê û hin tiştên din…
Saet li dora çaran îcar keçikê(Rûkenê) telefon kir, got emê werin wir. Vîndar fêrî me bûye, gav û saetê dibêje ”hadê mala pîrê..”
Îcar ez rabûm ketim hingedinga şîva wan.
Yanî min digot, ez do westiya me, ezê îro rehet bikim, lê bû derew. Min zende û bendên xwe vemalt û xwarin ji wan ra hazir kir.
Dibe ku gelek kes ji min bawer neke, bibêje belkî ez henekan dikim, miheqeq xanim hertiştî çê dike, lê ez ji xwe ra dikim mal.
Na ne wiha ye, ez dikim lê bê diya min kes ji min bawer nake, tenê diya min bawer dike.
Ez nekim jî dibêje weleh lawê min pir jêhatîye, her kar ji destan tê...
Dê wiha ne, jujî bi jujîtiya xwe pepikê xwe bi evîndarî di pişta geda xwe da û got, weyla dayik bi dorê bûyê, çi pûrteke tu dibê pembo...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar