Dibêjin hebû tunebû, bilbilekî(tûtiyekî) di qefesê da hebû.
Xwediyê wî her êvar, berî dinya tarî bibe, qefesa bilbil li kêlek pencereyeke vekirî bi darda dikir.
Gava dinya tarî dibû, bilbil dest bi xwendin û sitranên xwe yên xweşik dikir û heta roj hildihat wer ji xwe ra distira û distira…
Vê yekê bala barçêmkê kişand.
Barçêmkê êvarekê çû li kêleka qefesa bilbil danî û jê ra got:
- Birakê bilbil, min meraq tiştek kir. Ma çima tu hew bi şev distirê? Min heta nuha qet nedîtiye ku te yek carekê jî bi roj sitrabe. Gelo sebebê vê çi ye?
Bilbil kesereke kûr kişand, got:
- Barçêmka delal, berê min bi roj distira. Heta roj diçû ava, min bi kêfa dilê xwe wer dixwend û distira. Her kes heyranê sitrana min bû. Her kesî bi heyranî li dengê min, li sitrana min guhdarî dikir.
Lê rojekê nêçîrvanekî ez girtim, kirim vê qefesê. Ji ber vê yekê jî, nuha ez bêtir li xwe miqate me, êdî bi roj naxwînim. Tenê dema dinya tarî dibe ez dest bi sitrana xwe dikim. Qenekê wê çaxê kes min nabîne.
Barçêmkê got:
- Ma tu dibêjî êdî ne dereng e? Ev dîqet û hişyarî dibê te di wexta xwe da, berî ku te dîl bigrin nîşan bida, ne ku piştî tu ketî qefesê û şûn da. Dîqet û hişyariya te ya di qefesê da êdî tu feydeya wê ji te ra tuneye, birakê bilbil. Bi ya min baştir e tu ji xwe ra bi roj jî bistrê, sitrana xwe bi roj jî bibêje...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar