07 december 2010

Dilekî hişk ji destekî bi xwîn jî xerabtir e

Wezîrê Hundir yê Tirkiyê Beşir Atalay, di derbarê çareserkirina mesela kurd da îro di civînekê da hin tiştên pir balkêş û hêvîdar gotine.
Berdevkên hukûmetê bi beyanên xwe carnan meriv şaşomaşo dikin, rojekê beyaneke baş didin, meriv hêvîdar dibe, roja din tiştekî eksê wê dibêje, meriv matmayî dihêlin.
Axir beyana Atalay ya îro ji yên başan in, mriv hêvîdar dike.
Atalay gotiye, ewê mesela kurd bi metoda 3S-an yanî ”bi sebirê, samîmîyetê û sebatê” çareser bikin.
Pir baş e, heta nuha dewletê çareserî tenê di zorê da didît, digot, mesele ”teror” e û loma jî ewê bi şer û bi çekan hel bikin.
Lê di vê axaftina xwe da Atalay, riya zorê, şîdetê û çekan red dike, dibêje ew şaş e û ne tu rê ye, ji bo çareseriyê dibê rêbazên demokratîk derkevin pêş.
Ev şêleke pir baş e û ji xwe kurd jî viya dixwazin, kurd jî dibêjin ku mesela kurd meseleyeke netewî ye, dibê dewlet vê rastiyê qebûl bike û bi riyeke demokratîk mafê miletê kurd bide.
Heger nuha bi rastî jî dewlet dev ji şêla xwe ya berê berde û bixwaze mafê kurdan bide, tiştekî pir baş e.
Meriv hêvî dike ku ev yek rast be.
Wezîrê hundur yê Tirkiyê Beşîr Atalay, di axaftina xwe da gotineke pêşiyên çîniyan bibîr xistiye û gotiye:
“Li gor gotineke pêşiyan çînî dibêjin, ”Heger aletê di destê te da çakûç be tu yê her kesî bizmar bibînî. Wek AKP, me fêm kir ku mesele pir tevlihev e û loma jî me bi çavekî din lê nêrî. Me dikanîbû bi qehremanî mesele teslîmî hêzên ewlekariyê bikira. Ev siyaset ewê kêmtir bi rîzîko bûya. Ji dêlî vê va me ya zor, lê ya rast hilbijart. Me fêm kir ku ev ne meseleyeke ewlekariyê ye. ”Vana hemû jî gotinên pir xweş û pir rast in, meriv tenê hêvî dike ku tiştên tên gotin ji dil bin û ne taktîk û ji bo xapandinê bin.
Bi rastî jî heta nuha dewleta tirk bawerî tenê bi çek û hêza xwe ya leşkerî aniye û loma jî tu riyeke din ya çareseriyê qebûl nekiriye.
Lê heger nuha dewlet û hukûmeta AKP-ê dev ji siyaseta înkar û îmhayê berdin û bi riyeke demokratîk mafên kurdan bidin, kurd ewê kêfxweş bibin.
Lê kurd ji ber gelek serpêhatî û tecrûbeyên xwe, heta ku di praktîkê da tiştekî berbiçav nebînin, mafên xwe yên netewî negrin bin garantiya qanûnan ewê tim û tim bi şik li van gotinan binêrin.
Çimkî dewletê di dema zeîfiya xwe da tim sozên wiha daye, lê dema xurt bûye ketiye ser dilê kurdan û kurd pelixandine, zulm li kurdan kiriye, qetlîamên mezin kiriye.
Ji bo ku em bizanibin Atalay samîmî ye dibê ne gotin tenê, di praktîkê da jî em tiştekî berbiçav bibînin.
Dewleta tirk heta nuha zulmeke pir mezin li miletê kurd kiriye, li hember kurdan pir bêmerhemet û bêedalet hereket kiriye, ez hêvî dikim ku ji nuha û pê va dev ji vê siyaseta xwe berde...
Û çend gotinên meşhûr-Jin ne xwençeya gulê ye, ne jî strî ye, tu bizanibî bîn bikî gul e, tu nizanibî pê bigrî ewê bibe strî.
-Ji bîr neke ku zewaceke serkeftî girêdayî du tiştan e. Ya yekem, dibê tu yeka rast bibînî, ya din jî dibê tu yekî rast bî.
-Bihuşt ne erzan e, dojeh ne bêmaneye.
-Kesên ku tu bi wan ra derketiyî rê, tu bi kesên ku tu bi rê da rastî wan hatî biguherînî tu yê bi rê da bimînî.
-Dûrî hezkirinên biçûk wenda dike, yên mezin mezintir dike. Eynî wek ku ba mûmê vedimirîne û agir bilind dike.
-Derew karê jîrîtiyê, durustî jî yê cesaretê ye. Heger jîrîtiya te têrê nake derewan neke, cesareta xwe bikar bîne û durustbûnê biceribîne.
-Her kesê ku pişta te miz da dost texmîn neke, belkî li ciyê kêrkirinê digere…
-Ji gulê pirsîne, gotine ji bo çi tu bi strî yî? Gulê gotiye, ji bo ku ne bi derewan, kesê bi rastî ji min hez dikin bikanibin bi min bigrin.
-Hin êş dewsa dermanan digrin.
-Navên mezin, kesên ne layiq ji dêlî ku mezin bike biçûk dixe.
-Edalet topal e, hêdî hêdî dimeşe, lê belê miheqeq digihîje dera ku diçiyê.
-Adilbûn têr nake, dibê meriv musaadeyî bêedaletiyê neke.
-Hêza bê zeka dikane hilweşîne, lê nikane ava bike.
-Dilên mezin fena bînayên mezin, daîm xwe nîşan didin.
-Dilekî hişk ji destekî bi xwîn jî xerabtir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE