Ev demeke li Kurdistana bakur ji alî BDP-ê va hin civîn, semîner û çalakiyên ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî, di bin şîara, ”em zimanê xwe dixwazin”, ”bira nuha pererdeya bi zimanê kurdî were deyain” tên kirin.
Ji bo piştgiriya vê tevgera kurdên bakur, do li Hewlêrê gelek parlementer, mamoste û rewşenbîr li ber konsolosxaneya Tirkiyê meşeke piştgiriyê li dar xistin û daxwaznameyek dan konsolosê Tirkiyê.
Di daxwaznameyê da daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê tê kirin ku dibê li herêmên Kurdnişîn(Kurdistanê)di dibistanan da perwerde bi Kurdî be.
Peyvdarê çalakiyê Selam Ebdullah ji malpera Rûdawê ra gotiye, bi vê çalakiyê wan nerazîbûna hemû gelê kurd pêşkêşî hikûmeta Tirkiyê kir, ji ber ku Tirkiyê heta nuha mafê perwerdeya bi zimanê dayikê binpê kiriye.
Berpirsiyarên konsolosxaneya Tirkiyê daxwaza hevdîtinê ya çalakvanan qebûl nekirine û nameya wan jî negirtine.
Lê beşdarên çalakiyê bi nameyekê ra weke sembolîk 550 pênûs(qelem) ji sefîrê Tirkiyê ra şandine, ji bo ku bide 550 parlamenterên Tirkiyê, da ku parlamenter jî qanûna perwerdeya bi zimanê kurdî îmze bikin.
Çalakiyeke di cî da û pir baş e û dibê çalakiyên wiha dom bikin.
Kurd, ji piştgiriya bi xelkê ra pir jîr û jêhatî ne, pir aktîv in, lê ji xwe ra tune ne, tu dibêjî qey neyarên hev in.
Kurdên başûr weke milet di piştgiriya bi kurdên bakur ra pir sist xuya ne, her kes li devê partiyan û hukûmetê dinêre.
Ne bi temamî be jî îro li başûrê Kurdistanê miletê kurd gihîştiye azadiya xwe, xwedî desthilat e, ndi bin zulma dijmin da ne, di çalakiyan da jopên pûlisên dijmin li serê wan nakeve.
Loma jî dibê kurdên başûr, bi rengekî hîn aktîvtir piştgiriyê bidin kurdên bakur û yên beşên din.
Heta nuha li Kurdistana bakur ji bo perwerdeya zimanê kurdî tu tevger tunebû, kesî guh nedida daxwazên wiha biçûk.
Lê nuha ne wisa ye, hîn pir ne xurt be jî ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê tevgerek heye û roj bi roj xurt dibe.
Siyasetmedarên ku berê qerfên xwe bi daxwazên ji bo zimên dikirin îro ew bi xwe qursên zimên li dar dixin û kurdî fêr dibin.
Yekîtiya Ewrûpayê, heta nuha li hember asîmîlekirna kurdan siyaseta kor û kerran dimeşand, ji Tirkiyê qet tiştek nedigot, qet guh nedida daxwazên kurdan yên derbarê zimên da.
Lê êdî Yekîtiya Ewrûpayê jî bêdeng namîne, êdî ji Tirkiyê ra vekirî dibêje mafê perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl bikin.
Çend roj berê, Yekîtiya Ewrupayê ji Tirkiyeyê xwest ku divê Tirkiye çarçoveya “Pêşîlêvekirina Demokratîk” berfirehtir bike û zimanê kurdî li Tirkiyeyê têkeve qada gelemperî û civakî û ji bo vê yekê jî guhertinên zagonî dibê pêk werin.
Ji bo kurdên bakur ev daxwaza Parlamentoya Ewrupayê ya ji Tirkiyeyê piştgiriyeke pir girîng e. Heger li hundur kurd dengê xwe bêtir bilind bikin,Yekîtiya Ewrûpayê jî ewê zêdetir zorê bide Tirkiyê, heger kurd bi xwe dengê xwe nekin bêguman xelk qet dengê xwe nake.
Havîna salê tê li Tirkiyê û li Kurdistanê hilbijartinên giştî hene, demeke pir girîng e, dema xebat û daxwazan e, di vê demê însan daxwazên xwe pêşkêş dikin û partî jî rayên xwe li ser dibêjin.
Heta vê dema hilbijartinan di serî da BDP, lê dibê hemû kurd pir aktîv bin, daxwazên xwe yên netewî baş formule bikin û dinyayê pê bihesînin.
Di demeke wiha da piştgiriya kurdên başûr jî pir girîng e, dibê him milet û him jî hukûmeta herêma Kurdistanê di vî warî da bêdeng nemînin û piştgiriyê bidin daxwazên kurdan yên netewî.
Ji Zanîngeha Uppsala ya Swêdê Behrûz Şûcaî, li Wanê di konferansa ”Em bi kurdî bixwînin” da rexne li siyasetmedarên Kurdistana bakur girtiye, gotiye:
SvaraRadera“Li Tirkiyeyê ji kesên bi kurdî dipeyivin ra feodal tê gotin.
“Cerdevan bi kurdî dipeyivin, lê siyasetmedarên me bi tirkî dipeyivin. Têkoşîna ji bo zimanê kurdî di kudera vê da ye. Dibe ku hinek hêrs bibin lê, ez di navbera çepgirî û têkoşîna kurdan da tu parelelbûnê nabînim. Heta ku kurd, xwe bi zimanê xwe yê dayikê ve girê nedin û vî zimanî nekin zimanê siyasetê, şansê serkeftinê kêm e.”
Ya xerab, ji ber ku piraniya siyasetmedaran bi kurdî nizanin, loma jî tu tesîra van ”sîr û pîvazên” Behrûz Sûcaî li wan nabe…