Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan sibe diçe Diyarbekrê.
Miheqeq gelek kes meraq dikin, dibêjin gelo Erdoganê li Diyarbekrê ji kurdan ra çi bibêje û dîsa qala kîjan ”pakêtê” bike?
Bi qasî ku xuyaye Erdoganê li Diyarbekrê tiştekî nuh nebêje, heta dikane hin tiştên ”xerab”, hin tiştên ku meriv napê bibêje.
Ji ber ku ev çend car in dibêje, me li Edenê, Konyayê, Trabzonê û nizanim li ku û li ku çi gotibe, emê li Diyarbekrê jî eynî tiştî bibêjin.
Û ev jî pir vekirîye...
Maneya xwe ewê sibe dîsa bibêje ”yek milet, yek al, yek dewlet, yek welat û yek ziman.”
Efendim "ji bo me kurd, laz, çerkez, arnawit, romen, gurcî hemû yek in, em ferqê naxin nabêna kesî " û hin gotinên wisa vala...
Yekî ku hîn bibêje ”yek milet” û ”yek ziman” ji wî tu tişt sadir nabe, meriv nikane tu hêviyekê jê bike.
Ji ber ku mêrik hîn hebûna me qebûl anke, hîn dibêje hûn tirk in...
Ji bo ku baweriyê bide meriv, berî her tiştî dibê Erdogan dev israra ”yek miletiyê” berde, çimkî kurd ne tirk in û ji nuha û pê va jî li vê cîhanê tu hêz nikane vê yekê bi kurdan bide qebûlkirin, kurdan bike tirk...
Dibê Erdog jî û hemû tirk jî dev ji vê xeyala xwe berdin, ev xeyaleke beradayî ye...
Destpêka îsal, Erdogan qala ”pakêta kurd” û dû ra jî ”vekirina demokaratîk” kir û got ezê mesela kurd çareser bikim.
Lê ev demeke êdî tew qala ”açilim maçilimê”, ”pêrgîvekirina kurd”, ”rêvekirina demokratîk” û pakêta kurd nake, ji dêlî wê ve, dest bi zimanekî nîjadperest û şerxwaz kiriye.
Loma jî tu hêviyê nade min.
Bi îhîmaleke mezin sibe li Diyarbekrê jî Erdoganê qala çareserkirina mesela kurda neke, weke hertim ewê dîsa demogojiya ”biratiyê” û xeteriya” terorîzmê dubare bike.
Lê bi rastî jî heger sibe Erdogan li Diyarbekrê di derbarê çareserkirina mesela kurda da hin tiştên girîng nebêje, hin ”sozan” nede kurdan, dîsa demagojiyê bike û vala bipeyive, wê demê ewê li zirarê derkeve, di referandûmê da ewê darbeyeke pir mezin bixwe.
Roja 13-ê îlonê ewê pir poşman bibe.
Lê wê demê jî êdî dereng e.
Erê her çiqas di nava BDP-ê û PKK-ê da li ser boykotê yekîtiyeke tam tunebe jî, lê bi dîtina min piraniyeke mezin ewê neçin ser sandoqan.
Û ev yek jî dikane bibe sebebê biserketina cepheya ”NA” yê.
Dibê em ji bîr nekin ku BDP dikane tesîrê li dora 2-3 milyon ray bike.
Ev ne reqemeke hindik e.
Lê tiştê baş, îro berî çûna Erdogan 127 sazî û rêxistinên civakî û sivîl ji bo çareserkirina mesela kurd bi riyeke aştiyane li Amedê bi hev ra daxuyaniyeke mişterek dane û ji Erdogan û hukûmetê xwestine ku ew vê meselê çareser bikin.
Li ser navê rêxistinan serokê baroya Amedê M. Emîn Aktar gotiye ku hewecedarî bi diyalogeke mayinde heye, dibê hukûmet, operasyonan bide rawestandin û ji bo çareseriyê hin gavan bavêje. Aktar dû ra jî bang li Erdogan kiriye, gotiye, ”dibê Erdogan di 3-ê îlonê da li Amedê di derbarê pirsgirêka kurda da zimanekî nerm bikar bîne û li ser sozên xwe bisekine.”
Beyana sazî û rêxistinên Kurdistana başûr û piştgiriya serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî jî di vî warî da pir baş bû, ev cara pêşî ye ku hewqas rêxistin bi hev ra doza çareserkirina mesela kurd li Tirkiyê dikin.
Ez bawer nakim ku hukûmet zêde guh bide daxwaz û gaziya rêxistin û saziyên kurdan, lê li gel vê jî tiştê hatiye kirin pir baş e û gaveke girîng û di cî da ye.
Dibê dewlet û hukûmeta AKP-ê bibînin ku ji bo miletê kurd daxwaza maf û azadiyan ne tenê ya ”PKK”ê û BDP-ê ye, ev daxwaza hemû miletê kurd e, daxwaza bi sedan sazî û rêxistinên civakî û sivîl in.
Cepheya azadiyê çiqasî fireh bibe ji bo serkeftinê hewqasî baştir e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar