Serokwezîrê Tirkiyê û serokê AKP-ê Receb Teyyip Erdogan ji bo kampaniya referandûmê do li Amedê peyivî.
Wek dihat texmînkirin Erdogan di axaftina xwe da qala tu tiştekî nuh û mihîm nekir, tenê demagojiyeke xav kir û pir vala peyivî.
Erdogan dîsa got, efendim ”72 milyon birayê min yên heq in. Ez cudatiyê naxim navêna tu kesî.”
Çi “biratî”, “çi biratî”...
Birayekî wî xwedî dewlet e û yê din jî hîn nahêle bi zimanê xwe bixwîne.
Tu hîn jî dibêjî “zimanê resmî yek e û ew jî tirkî ye.”
Lê li gor erdogan ev jî hîn ne cudatiye...
Diyar e Erdogan kurdan pir “kêmaqil” dihesibîne...
Welhasil Erdogan do ji dêlî ku di derbarê perwerdeya bi zimanê kurdî, rawestandina şer, efûyeke giştî, qanûnîkirina TRT6-ê yanî di derbarê çareserkirina mesela kurd da tiştekî nuh û girîng bibêje, bi rengekî bêmane û sextekar navên çend mezinên kurdan û hin şehîdên wan(ku di rastiyê da îmana wî ji hemûyan diçe) li pey hev rêz kir û dû ra jî mizgîniya zindaneke hîn mezintir, hîn moderntir da gelê Amedê û kurdan.
Lê ne tenê soza avakirina zindanekê da, camêr bi îftîxar û serbilindiyeke pir mezin got, di dema wan da dayik dikanin di zindanan da bi zarokên xwe ra bi kurdî jî bipeyivin.
Demokrasiyeke wiha li Swêd jî tuneye....
Wek tê dîtin Erdogan serbestkirina axaftina girtiyan ya bi kurdî ya bi dê bavên xwe ra weke pêşketineke demokratîk dibîne, li serê me kurdan dike minet û dibêje me destûr daye hûn dikanin bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin...
Ma hûn hîn çi jî dixwazin?
Lê ev destûra wî jî tenê di zindanan da ye, di jiyana resmî da, li mekteban na, li van deran kurdî dîsa ewê qedexe be, di civîneke partiyekê da dîsa kesê nikanibe bi kurdî bibêje:
“Merheba, hûn çawa ne, hûn baş in?”. ..
Di meha gulanê da berpirsiayrekî BDP-ê yê bi navê Salîh Baykal û Huseyîn Bariş, ji ber ku di kongreya partiyê da çend gotin jî bo kurdî gotine di heqê wan da lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Erdogan ne li dijî viya ye, vê lêpirsîna dozgerê xwe mahkûm nake, normal dibîne.
Normal dibîne, çimkî ew jî ji kurdan ra mefekî ji viya zêdetir nafikire.
Heger bifirkiriya ewê li dij derketa, ewê mahkûm bikira, ewê soza serbestkirinê bida, ewê ew maf têkira pakêta referandûmê...
Wê rojê li ser pirsa ronjnamevanekî, “hûnê li Diyarbekrê çi bibêjin”, Erdogan gotibû:
”Me li Anqereyê çi gotibe emê li Amedê jî eynî tiştî bibêjin. Me li Anqerê got yek ziman, yek milet. Zimanê resmî yek e, tirkî ye, zimanekî din nabe.”
Ji xwe wekî din jî tim dibêje,”qurs hene, kesên bixwazin dikanin herin qursan, di hefsan da axaftina kurdî serbest e, TRT6 heye....”
Ev gotin bi serê xwe tenê nîşan didin ku Erdogan bi çi çavî li mesela kurd dinêre...
Li gor vê dîtina Erdogan, wî mesela kurd çare ser kiriye, loma jî dibê kurd êdî devê xwe bigrin û tiştekî din jî nexwazin.
Belê, bêyî avakirina zindaneke nuh, di warê siyasî da soza Erdogan ya herî girîng, got, heger ew di vê referandûmê da biser kevin û piştî hilbijartinên 2011-an careke din jî werin ser hukim, xwedêgiravî wê demê ewê çêkirina destûreke nuh bînin rojevê.
Pîrê memir buhar tê, kerê memir qîfar tê…
Lê di destûra nuh da ji bo kurdan ewê çi hebe ew jî ne diyar e, ya jî ji ber ku nafikirin ku tiştekî têxinê, loma jî qurnaziyê dike nabêje
Baş e gelo Erdogan di demeke wiha pir nazik da ku hewcedariya wî gelkî bi rayên kurdan heye, çawa dikane li Diyarbekrê bi yek gotinê jî qala daxwaz û mafên kurdan yên esasî neke û ji dêlî wê, mizgîniya zindanekê(girtîxaneyekê)bide kurdan?
Çima?
Ji ber ku bi rastî jî Erdogan wiha difikire, di dil û serê xwe da ji bo kurdan tiştekî din nafikire, heger bifikiriya ewê do bigota.
Yanî çareseriya ku Erdogan û AKP îro ji bo mesela kurd difikirin hewqas e, li gor Erdogan, wan hemû maf dane û ji nuha û pê va jî tiştekî bidin kurdan nemaye.
Helbet ev nayê wê maneyê ku di pêşerojê da Erdogan û partiya wî ewê qet xwe neguherin, ewê mecbûr nebin ku hin tiştên din qebûl nekin...
Dewlet çawa ku bi zora têkoşîna miletê kurd ji mecbûrî hat rewşwa îro, bêguman Erdoganê jî weke berxikan xwe biguherîne û daxwazên miletê kurd yên netewî qebûl bike.
Bes ev tiştekî dine, ez dibêjim ku îro di “pakêt makêta” Erdogan da tiştekî din duneye, dibê em viya bizanibin.
Heta hin tiştên ku tirkan weke taktîk îro dane jî (mesela TRT6 û dersên zanîngehan) dikanin di rojên pêş da paş da bigrin.
Dibê em kurd hesabê vê jî bikin.
Yanî di van “mafan” da jî ne ji dil in, van gav û tawîzan ne weke mafekî miletê kurd yê rewa, weke şerekî li hember “terorîzmê” dibînin.
Loma jî dibê ew kurdên ku hêviyên pir mezin ji AKP-ê û Erdogan dikin zêde xeyalperest nebin û zêde nebin dixwaz û zilamên AKP-ê.
Erê di şerê îktîdarê da AKP zora leşkeran, nîjadperestên MHP-yî û kemalîstan bibe baş e, di vir da kara me heye, zirara me tuneye.
Lê ev nayê wê maneyê ku AKP îro dixwaze bi kurdan ra rûne, perwerdeya zimanê kurdî serbest bike, bike mafekî qanûnî û nasnameya kurd têxe qanûna esasî...
Yanî çareseriya kurd jê fêm dikin û ya di serê Erdogan da ye pir dûrî hev in, ya Erdogan hîn jî îmha û tasfiyekirin heye...
Esas Erdogan pir vekirî dibêje ku bi şerê çekdarî tenê “terorîzim” naqede, dibê di gelek waran da, di warê siyasî, aborî û kulturî da jî ev şer were dayin.
Û bi “terorîzimê” jî qesta wan ne tenê PKK ye, BDP û hemû tevgera kurd ya netewî ye, kî îro doza mafê miletê kurd bike ji bo Erdogan û AKP-ê ew “terorîst” e û loma jî dibê ji ortê were rakirin.
Lê ji bo ku cepheya wan zêde fireh nebe, dewlet jî û hukûmet jî ji mecbûrî ji hin tiştan ra çavên xwe digrin, weke taktîk zêde naçin ser yên zeîf...
Ji ber ku divê berê yên çekdar, yên îro tahlûke ne ji ber xwe da bixînin, dema ew çûn ewê dor were ser yên din jî....
Di viya da dibê qet şika me tunebe.
Ma di hemû serîhildanên kurdan da jî wisa nekirine, berê li yê xurt xistine, piştî ku ew ji ber xwe da xistine, îcar berê xwe da ne yên zeîf jî…
Yanî hesabê dewletê û hukûmetê û bi taybetî jî yê Erdogan ev e...
Heger ne ev hesab û planên îmhakirinê bûya Erdoganê heta nuha guh bida qare qare “bariş barişa” Evdila, PKK-ê û BDP-ê, ewê “pakêta” xwe vekira, do li Amedê ji dêlî mizgîniya zîndaneke hîn mezintir û moderntir, ewê xebereke xêrê, sozeke çareseriyê bida kurdan.
Lê neda, çimkî îro hîn nafikire ku tiştekî din bide...
Û loma jî camêr çi difikirî do li Amedê ew soz da kurdan...
Li gel rîska wendakirina referandûmê û beyan û gaziyên bi sedan rêxistin û saziyên kurd yên Kurdistana başûr û bakur jî Erdogan ev şêla xwe ya "înkar û îmhayê" neguherand û tu sozeke hêvîdar neda kurdan....
keko wexta rewşa kurda dıfıkırım.gotınekı peşiye wan te biramın;jı bona pire pire lı heva xwe şewitand.-pire için yorgan yakmak. faik kumruaslan
SvaraRadera