Di siyasetê da ji bo ku meriv bikanibe bigihîje armanca xwe îstîkrar, sebir û tehamul şertên herî girîng û esasî ne.
Kes û hêzên ku di siyasetê da îstîkrarê nîşan didin, xwedî sebir û bînfireh in zû yan dereng miheqeq biser dikevin û digihîjin hedefên xwe.
Û yên ku îstîkrarê û berdewamiyê nîşan nadin û zû diwestin, bêguman ew jî zû pûç dibin, zû diqedin.
Îstîkrar, helbet nayê maneya ku meriv di şaşî û çewtiyên xwe da israr bike, xwe neguherîne.
Ev, nezanî û korfahmî ye.
Îstîkrar berdewamî ye(kontinuitet), israr e, devjêneberdan e.
Kîjan kar û xebat dibe bira bibe, îstîkrar, berdewamî, israr pir girîng e, şertê serkeftinê yê esasî ye.
Kes û hêzên ku di xebat û têkoşîna xwe da berdewamî nîşan dane xurt bûne, mezin bûne û gav bi gav gihîştine armancên xwe.
Îstîkrar, ne ji bo xebata siyasî tenê, di her warê jiyanê da, ji bo her kar û xebatê mihîm e.
Tucarê ku di tîcareta xwe da îstîkarê û berdewamî yê nîşan bide, miheqeq bi pêş dikeve û mezin dibe.
Nivîskarê ku di nivîskariya xwe da israr bike, berdewamiyekê, îstîkrarekê nîşan bide miheqeq meşhûr dibe û digihîje armanca xwe.
Hema meriv piçekî bala xwe bide dîroka kurdan ya van sed salên dawî, merivê bibîne ku kes û hêzên xwedî îstîkrar û bînfireh xurt bûne û biserketine û yên bêîstîkrar û bêsebir û bêtehamul jî têk çûne, pûç bûne...
Di siyasetê da ji bo xurtbûn û serkeftinê ne şert e ku meriv tim rast be û tiştên rast bibêje.
Heger wisa bûya dibê bi milyonan însan nebûna alîgir û êsîrên fikir û îdeolojiyên şaş û beradayî.
Dema israr û berdewamî hebe gelekê caran fikir û dîtinên şaşî jî xurt dibin û heta carnan jî biser dikevin.
Rastî û heqiya bêîstîkrar, bêberdewamî tu carî bi ser nakeve, mahkûmî têkçûnê ye.
Di facebookê da malpereke bi navê ”Zimanê kurdî” heye, melpereke xurrî bi kurdî ye û şertê wan jî ew e ku dibê endam bi kurdî binivîsin.
Lê li gel vê jî hin endam dîsa jî bi tirkî dinivîsin.
Li ser vê, do berpirsiyarê malperê ev gazina jêr kir, got:
”Hinek hevalên me carna ji bîr dikin ku ew di rûpela zimanê kurdî de ne û bi tirkî şîrove dikin.. Gelo ew çend roj in me qala çi kir û wan hevalên me çi fêhmkirin, qey wan mîjarên me yên li ser ziman giş hewante bûn?”Piştî ku ev gazina wan bi ber çavê min ket, min jî rabû got ku:
”Sebebê jibîrkirina wan, ji ber ku heta nuha daxwaza kurdîaxaftinê tim di gotinê da maye, tim wek henek hatiye fêm kirinê.
Loma jî ew him kurdîbûna malperê û him jî gotin, soz û qerarên we jî jibîr dikin.
Heger hûn dixwazin di cîhana farazî(sanal) da kurdî bipêş xin dibê hûn xwedî îstîkrar bin, yek rêza tirkî jî neweşînin .”Di warê zimên da heta nuha kurdan tu di biryarên xwe da îstîkrar nîşan nedane, soz dane, biryar girtine lê bi cî neanîne.
Loma jî axaftina kurdî di nava kurdan da nebûye adet, tim di ser guhê xwe ra avêtine, kesî negirtiye cidiyê.
Lê nuha bi riya înternetê ez dibînim ku hin xort bi rengekî cidîtir li meselê dinêrin û hin nîşan û tendensên îstîkrarê, berdewamiyê nîşan didin.
Ez vê meylê gelkî girîng dibînim û qîmeteke mezin didomê.
Ev meyla nuh hêviyekê dide min.
Heger bi rastî jî kurd bixwazin zimanê xwe fêr bibin û bidin fêrkirin(nezanîna kurdî me bêtir nêzî tirkan dike û zanîn jî me ji wan dûr dixe)înternet, teknîka danûstendinê ya îro ji bo kurdan nihmetekî pir mezin e, bi saya vê teknîkê hemû kurd xwe digihînin hev û dikanin ji hev ra bibin alîkar.
Êdî ne sînor û ne jî qanûnên dijmin dikanin rê li ber hevkariya kurdan û fêrbûna wan ya zimên bigre.
Ji bo xurtkirin û belavkirina kurdî tenê tiştek lazim e, ew jî îstîkrar, israr yanî biryardarî û berdewamiya xebatê ye.
Dibê em zû newestin, zû dev ji xebatên xwe bernedin.
Heger em di axaftin û nivîsandina kurdî da israr bikin, piştî demekê emê bibînin ku bi sedhezaran keç û xortên kurd fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bûne.
Hema heta nuha bi sedan kurd cara pêşî bi riya min kurdî nivîsîne û bere bere fêrî xwendin û nivîsandian kurdî bûne.
Li welêt jî cimata ez tê da bûm ew cimat bi kurdî bû.
Yanî dema meriv di biryara xwe da xwedî îstîkrar û di xebatê da jî berdewamiyê nîşan bide meriv biser dikeve.
Ma kurd li başûrê Kurdistanê wa ye nebûne dewlet?
Ev, netîceya îstîkrar, israr û berdewamiya xebata wan e.
Heger ew jî weke hinekên me zû biwestiyana, zû dev ji xabat û têkoşîna xwe berdana, nuha ew ne xwedî vê statuya siyasî bûn, nuha ew jî weke me hîn bindest û perîşan bûn.
Li Kurdistana bakur jî êdî xabat û têkoşîna kurdan ya netewî bûye xwedî îstîkrar û berdewamiyekê nîşan dide, weke berê êdî kurd zû ji ber hev da nakevin û belav nabin.
Ev yek îşarata serkeftina kurdan e.
Li Bakurê Kurdistanê jî di demeke nêz da weke li başûr, kurdên bigihîjin hin hedefên xwe, hin daxwazên xwe bidest xin.
Lê dibê em di xebat û micadeleya xwe da îstîkrar û berdewamiyê nîşan bidin, weke berê zû newestin û zû bêhêvî nebin….
"Heger hûn dixwazin di cîhana farazî(sanal) da kurdî bipêş xin dibê hûn xwedî îstîkrar bin, yek rêza tirkî jî neweşînin .”
SvaraRaderaMala te ava mamosta. Rastî jî ew e. Li herderê, Jîyan bi Kurdî xa$ e.! R. Sîtav