Her ku roja 12-ê îlonê ya referandûmê nêz dibe şerê di nabêna hukûmet û mixalefetê da jî germtir û gurtir dibe.
Hukûmet jî mixalefet jî ji bo ku hevûdu zeîf bixin û dengên cepheya xwe zêde bikin her riyê diceribînin, her babet ”çamûrê” davêjin ji hevûdu da û hin ”sabiqeyên” hevûdu jî îfşa dikin.
Wisa xuyaye ku hukûmet rewşa referandûmê hinekî krîtîk dibîne û loma jî serî li rê û metodên ”nenormal” dide, bi kurdên başûr li MHP-ê û hukûmetên berê dixe, wan bi hevalbendiya kurdan îtham dike.
Girêdayî vî şerî, rojnameya Sabahê ev çend roj in îdîa dike ku koalîsyona DSP, ANAP û MHP-ê di dema îktîdara xwe da bi milyonan dolar û gelek çek û cebilxane daye YNK-ê û PDK-ê.
Sebebê ku hukûmet nuha vî ”sirê” dewletê îfşa dike ew e ku serkeftina referandûm ketiye tehlûkeyê, ya jî bi kêmasî rewş pir krîtîk e.
Loma jî hukûmetê dest avêtiyee arşîwên dewletê û bi hêviya ku ewê feydeyê bigihîne wan, hin ”sirên veşartî” yên dewletê û hukûmetên berî xwe eşkere dikin…
Li gor nivîsên rojnameya Sabahê, di dema hukûmeta Ecevît da Mesûd Barzanî û Celal Talabanî ji Tirkiyê alîkariya peran û çekan xwestine û koalîsyona wê demê jî(DSP, MHP, ANAP)ev daxwaza kurdan qebûl kiriye û alîkarî daye herdu aliyan jî.
Gelo ev îdîa rast e?
Herçiqas heta nuha ne YNK-ê û ne jî PDK-ê di vî warî da tu beyan nedabin û ev îdîayên tirkan teyid ya jî red nekiribin jî, bi baweriya min ev ”îdîa” ewê rast be, YNK-ê jî, PDK-ê jî ji Tirkiyê alîkarî xwestine û pir hindik girtine jî.
Miheqeq, pir hindik ji Îran û Sûriyê jî girtine.
Ji xwe ne mecal, rêdan û alîkariya van dewletan bûya, wê demê li ser niga mana kurdan jî gelkî zahmet bû.
Ji ber ku kurd wê demê di rewşeke pir xerab da bûn û muhtacî her babet alîkariyê bûn û ev yek jî pir vekirî digotin.
Heger ne xêra hin îmkan û pasaportên Tirkiyê bûya Talabanî û Barzanî nikanîbûn derketana dervayî Kurdistanê.
Haya hemû kurdan ji van têkilî û alîkariyan heye.
Yanî rast e, tirkan pere jî û çek jî dane kurdan.
Lê dibê em baş bizanibin ku ne ji bo xêrê, ji bo ku kurd hevûdu bikujin, ji bo ku YNK û PDK li dijî PKK-ê şer bikin, ji bo ku kurdên başûr têkin bin kontrola xwe ev ”alîkarî” bi wan ra kirine.
Bi kêmasî hêvî û armanca wan ev bû, lê biserneketin, ”qazix” xwarin.
Tirk ji bo xêrê dilopek av jî li gewriya kurdan nakin, kurdên başûr jî vê nêta baş tirkan dizanin.
Tirkan dîtin ku bi hêza xwe tenê, bi artêşa xwe nikanin zora PKK-ê bibin û bi serkevin.
Loma jî xwestin ji kurdên başûr feydeyê bibîbin, wan li hember hev û PKK-ê bikar bînin, kurdan bera hev din.
Û bi vî şiklî jî karê xwe hêsa bikin.
Çimkî mecbûr siyaseteke wiha bimeşînin, bêçare bûn.
Him hukûmetên wê demê û him jî leşkeran wisa bawer dikirin ku bi van alîkariyên peran û çekan ewê bikanibin kurdên başûr bi xwe ve girê bidin û her daxwazên xwe bi wan bidin kirin.
Yanî sebebê ”alîkariya” wan ev bû…
Helbet serokên kurdan jî ev nêt û hesabê tirkan baş dizanîbûn û loamjî him alîkariya xwe girtin û him jî bi ya wan nekirin.
Yanî îşê xwe baş bi tirkan meşandin, ew baş bikaranîn û tu carî jî li gor daxwaza wan hereket nekirin.
Meriv dikane bibêje ku kurdên başûr di vî warî da ji tirkan zîrektir û hostetir derketin, tirk nuha vê yekê dibînin û pir jî pê diqeherin.
Loma jî tirk ji bo wan ”alîkariyên xwe” pir dikin ax û of, lê êdî dereng e, kurdan dersek baş da wan, kurdan ne di şer tenê da, di siyasetê da jî ew mat kirin.
Mesela rojnamevan û karmendê tirk Îlnûr Çevîk dibêje ku li ser destûra serfermandariya giştî, bi hêviya ku ewê bibe alternatîvê ROJ TV-ê, ew beşdarî avabûna Kurdistan TV-ê bûye û bi riyên dizî malzemeyên hewce gîhandiye kurdan.
Lê Mesûd Barzanî rê nedaye ku Kurdistan TV-ê têkeve bin tesîra tirkan û bibe ”alternatîva” Roj TV-ê
Û ji ber vê yekê jî tirk xeyalşikestî bûne, yanî weke gelekê caran, di vir da jî hesabê wan şaş derketiye.
Wek tê dîtin, leşeker û Bahçeliyê ku her roj dijminatiya kurdên başûr, Talabanî û Mesûd Barzanî dikin, ji bo avabûna Kurdistan TV-ê bi wan ra bûne alîkar, li gel ambargoya li ser Îraqê, malezemeyên lazim ji wan ra şandine, di warê teknîkî da ji wan ra bûne alîkar.
Ji bo ku ROJ TV-ê îzole bike, ji bo ku kurdan berde hev, ji bo ku fêsadî û gelaciyê têxe nabêna kurdan û ji vê yekê feydeyê bibîne.
Lê kurd jî êdî ne kurdên berê ne, bi rewşa îro nîşan dan ku ew ji tirkan hostetir bûne.
Di teşbîhê da xeta tuneye, dibêjin ”çû heyfa bavê qûna dê da ser…”
Ya tirkan jî bû ev mesele, xwestin PKK-ê biqedînin bûn ”alîkarê” avabûna deleteke kurd…
Dema kurdan dîroka xwe nivîsîn bêguman ewê qala van ”alîkariyên” tirkan jî bikin…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar