31 augusti 2010

Yûra Nebîev şeb û şekir tevhev dike

Yûra Nebîev di quncikê xwe yê malpera Netkurdê da li ser îslamê û tesîra wê ya li ser tevgera kurd ya netewî nivîseke pir balkêş û hêja nivîsî ye.
Mixabin kurdiya Nebîev hinekî xerab e û loma jî têgihîştina nivîsê piçekî zahmet dike.
Lê li gel vê kêmasiya zimên jî nivîske pir girîng e û pir hêja ye.
Mijara ku Nebîev li ser rawestiyaye ji bo tevgera kurd ya netewî û hemû siyasetmedar û ronakbîrên kurd gelkî girîng e.
Nebîev, di nivîsa xwe da(Kurd û Îslam)bi kurtî li ser rol û tesîra îslamê ya siyasî û kulturî ya li ser tevgera kurd ya netewî rawestiyaye û dîtinên ku îslamiyetê zirar daye kurdan, nehîşriye kurd şiyar bibin, bûye sebebê bindestiya kurdan rast nabîne û rexne dike.
Nebîev dibêje, hemû serekên kurdan yên nîveka sedsala 20-an (xên ji Qadî Mihemed ku ne şêx bû, lê dadwerê îslamê bû) şêxên Neqişbendî û Qadirî bûne. Şêx Ubeydullah û kurên wî – Seyid Taha û Ebdulqadir, Şêx Seîd, Şêx Mehmûdê Barzencî, Şêx Ahmed Barzanî û birayê wî Mele Mustefa Barzanî û yên din hemû jî dîndar ya jî şêx bûne.
Bi vê yekê ra helbet çanda kurdan jî di nava tradîsyonên zanyarî û kûltura îslamê da xuliqî û bi pêş ket.
Ev jî rast e.
Bavê neteweperweriya kurdayetiyê Ahmedê Xanî û şairê kurd yê herî mezin Melayê Cizîrî jî alim û zanayên îslamê yê mezin bûn.
E vana hemû rast in û dibê siyasetmedar û ronakbîrên kurdan li gor van rastiyên civata xwe siyasetê bikin û tifaqan deynin.
Heta vê derê dîtin û tesbîtên Nebîev hemû rast in .
Lê tiştê ku Yûra Nebîev, ji bo Fetullah Gulen gotiye û ew wek ”aqilmendekî kurdan” nîşan daye ne rast e û ji bin da şaş e..
Nebîev dibêje:
”Yek ji kesên ku dixwaze tradîsyonên sûfîtîyê nûjen bike, aqilmendê vê demê yê kurdan-tirkan Fetulla Gulen e, ku qedir û hurmeta wî li ku qedir û hurmeta wî li herêmên kurdan yên rohilata Tirkîyê pir bilind e. Tirkîyê pir bilind e.”
Li Kurdistana bakur di nava kurdan da tesîra Fetullah Gulen heye, hevalbendên wî pir in, ev rast e.
Lê belê Gulen ne ”aqilmendê kurdan û tirkan” e, ew aqilmend û nîjadperestekî tirk e û di her wesîleyê da jî vê yekê dibêje.
Dibe ku bi eslê xwe kurd be jî, lê axir xwe tirk qebûl dike.
Gulen him li dijî daxwazên kurdan yên netewî ye û him jî ji kurdan jî qet hez nake, naxwaze navê wan jî bigre devê xwe.
Ji ber ku Seîdê Kurdî kurd bû, Gulen destê wî maçî nekiriye, gotiye, wek tirkekî min nexwest destê wî ramîsim.
Ya din heta nuha Gulen bi şiklekî vekirî tu carî navê ”kurd” negirtiye devê xwe û ji dewleta tirk ra jî negotiye çima hûn mafê kurdan nadinê.
Di mekteb û pansiyonên wî da axaftina bi kurdî qedexe ye, hemû keftelefta wan ew e ku xortên kurdan bikin tirk.
Dibê kurdek nîjadperestiya Fetullah Gulen û ya tevgera wî hewqasî vekirî nefroşe kurdan.
Bala min kişand, Nebîev negotiye Kurdistan, wî jî weke tirkan gotina ” herêmên kurdan yên rohilata Tirkîyê” bikar aniye.
Di vê sedsala 21-ê da kurdekî ku ji Kurdistanê ra hîn jî dibêje ”rojhilata Tirkiyê”, bi rastî sosireteke pir mezin e.
Nebîev, dema hêzên îslamî yên Kurdistana başûr û parlamenterên AKP-ê jî weke hev kurd û welatparêz dibîne jî neheqî û şaşîtiyeke pir mezin dike.
Nebîev, dema wiha dibêje ya ezbere dipeyive ya jî bi zanetî rastiyê tahrîf dike û kurdan pir nezan û ehmeq dihesibîne.
Nebîev wiha gotiye:
”Mêze bikin, ka parlamêntarên parlamêntoya Îraqê yên ji partîya Yekîtîya Îslamîyê ya Kurdistanê û koma Îslamîyê ya Kurdistanê çawa bi dil û can berjewendîyên kurdan yên miletîyê diparêzin. Em eynî tişt dikarin derheqa parlamêntarên kurd yên Meclîsa Tirkîyê yên ji partîya AKP da jî bêjin, ku partîyake bi mêlgirtina îslamê ye.”
Ne rast e, em nikanin eynî tiştî ji bo parlamenterên AKP-ê bibêjin.
Partiyên îslamî yên Kurdistana başûr, partiyên kurdan yên serbixwe û Kurdistanî ne û dixwazin li welatê xwe werin ser hukim, bi xwe welatê xwe îdare bikn.
Ji bo miletê xwe federerasyon û serxwebûnê dixwazin.
Lê piraniya parlamenterên AKP-ê hîn newêrin bibêjin em kurd in. Newêrin bêhemdî be jî navê Kurdistanê bigrin devê xwe.
Avakirina partiyeke kurd weke perçekirina Tirkiyê dibînin û li dij in.
Ji bo miletê xwe bira ”federasyon” û serxwebûn li wir bimîne, hîn perwerdeya bi zimanê kurdî jî naxwazin.
Heta nuha ji bo kurdean me tu daxwazeke wan nedîtiye.
Partiyên îslamî yên Kurdistana başûr zilamên xwe ne, ji xwe ra xwe ra dixebitin.
Lê yên AKP-ê ji xelkê ra, ji bo ku tirk ji ser dilê kurdan ranebin dixebitin, rayan ne ji bo partiya xwe, ji bo partiya tirkan ji gelê xwe dixwazin.
Loma jî ne rast e ku meriv parlamenterên AKP-ê û yên başûrê Kurdistanê weke hev bibîne.
Muqayeseyeke wiha neheqiyeke pir mezin e.

30 augusti 2010

Zalim pir bêrû ne

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di hin propagande û axaftinên xwe yên referandûmê da careke din jî qerekterê xwe yê rastîn, yê dîktator û nîjadperest nîşanî kurdan da.
Ji bo ku dilê tirkan xweş bike, neqarata ”yek milet, yek al, yek dewlet, yek welat” dîsa ji devê Erdogan nakeve.
Erdogan gotinên Kiliçdaroglu yên derbarê efûyeke giştî da jî bi tundî rexne dike û dibêje, ”te selahiyeta derxistina efûyê ji ku girt? Kê ev selahiyet da te. Em xwediyê ji sedî 65-ê meclîsê ne, li wir em nahêlin tu qurtek av jî vexwî. Ne di genê min da û ne jî di yên hevalê min da tiştekî wiha(efû) tuneye.”
Wek tê dîtin vana ji gotinên merivekî demokrat bêtir, dişibin gotinên merivekî dîktator û nîjadperest.
Mêrik wek nîjadperestekî qala ”gen”an, xwînê û hucreyan dike, dibêje ”di genê min û hevalên min da” efû tuneye. Di kitêba me da efûya serokê terorîstan tuneye. Di dema îktîdara me da ebden ewê tiştekî wiha nebe.”
Camêr pir eşkre dipeyive, fikrên xwe yên derbarê kurdan û çereserkirina mesela kurd da vekirî dibêje.
Di van dîtinên wî da lihevkirin, çareseriyeke demokratîk tuneye, înkar, îmha, şerxwazî, teror û kuştin heye.
Dibê kurd van mesajên Erdogan baş fêm bikin û li gor wê jê hin "hêviyan" bikin.
Bi van gotinan diyar dibe ku di serê Erdogan da misqalê çareseriya mesela kurd tuneye, lê plan û daxwaza îmha tevgera kurd ya netewî heye.
Dema meriv li ser hin gotinên Erdogan baş raweste, meriv dibîne ku di rastiyê da ew çiqasî neyarê miletê kurd e, ji kurdan çi qasî aciz e û nefret dike.
Mesela gotiye:,
”Tiştên em ji bo zarokên Haîtiyê, Şîliyê, Pakîstanê dixwazin, bi cesaret û biryardarî ji bo zarokên Bexdayê, Gazeyê û Qudsê jî dixwazin.”Bala xwe bidinê, ji Haîtiyê bigre heta bi Gazeyê, navê welatan dijmêre, lê bi îtîna navê zarokên kurdan nagre devê xwe.
Ma qey zulma ku li her çar perçeyên Kurdistanê li zarokên kurdan dibe ji ya zarokên Haîtiyê, Şîliyê, Pakîstanê, Gazayê, Qudsê û Bexdayê hindiktir e?
Bêguman na, carê berê her tiştî ew bi xwe nahêle zarokên kurd bi zimanê diya xwe bixwînin.
Dewleta wî bi xwe, ji ber ku kevirek avêtine ji pûlisan da bi sedan zarokên kurd xistine zindanê û ew jî vê yekê diparêze.
Ew serokwezîrê vê dewlet û vê hukûmetê ye.
Û di ser da jî bêyî şerm qala heq, huqûq û edaletê dike, qala demokrasiyê dike…
Diyar e zalim gelkî bêrû û bêheya ne, haya wan ji kirin û zulma wan tuneye.
Heger hinek ûjdan û heya bi Erdogan ra hebûya ya jî merivekî pir ne cahil bûya, ewê ev gotina Hz. Alî ji xwe û kirinên xwe ra nekira numûne.
Erdogan dibêje, Hz. Alî gotiye, ”Yê li hember neheqiyê bêdeng bimîne, şeytanê bêziman e.”Hz. Alî xweş gotiye.
Lê li gor vê gotina Hz. Alî, Erdogan ”şeytanê bêziman” yê herî mezin e.
Çimkî Erdogan ne tenê li hember zulmê û neheqiyê bêdeng dimîne, di ser da ew bi xwe neheqî û zulma herî mezin li miletê kurd dike.
Nahêle kurd bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin, bibin xwedî dem û dezgehên netewî, bi sembolên xwe yên netewî şa bibin, navê welatê xwe bibêjin, ala xwe hildin û hwd…
Erdogan û dewleta wî bi darê zorê dixwazin kurdan bikin tirk.
Ma zulmeke ji viya mezintir heye?
Dewleta tirk bi milyonek hêzên xwe yên çekdar ve wek kabûsekî ketiye ser dilê miletê kurd û nahêle kurd bîna xwe bigrin.
Kî li hember vê îşxalê dengê xwe bilind dike, tavilê tê girtin û zindankirin, gava hinekî din jî bi pêş da here, tê kuştin.
Ji bo ku kurd bi darê zorê bibin tirk, Erdogan bi xwe tim dibêje ”yek milet, yek al, yek dewlet, yek welat) yanî hûn kurd mecbûr in ku bibin tirk.
Di meclîsa Erdogan da mebûsek nikane yek gotinê bi kurdî bibêje.
Bi sedan sond û gotinên ku mebûsên kurd qet jê bawer nakin û li dijin, bi darê zorê bi wan didin gotin û sondxwarin.
Ma ev ne zulm e?
Û di ser da jî yê îro vê zulmê dike Erdogan bi xwe ye.
Loma jî heger em gotina Hz. Alî ji xwe ra bibkin pîvan, wê demê Erdogan bi xwe û hemû kesên ku li hember zulma li kurdan dibe bêdeng in ”îblîsên bêziman” in.

29 augusti 2010

Bersîva pirsên malpera Mêrgasorê

Berpirsiyarê malpera "Mêrgesorê" ji min ra çend pirs şandibûn û xwestibû ku ez bersîva wan bidim.
Min bersîva pirsên wan îro jê ra şand. Lê ji ber ku hevpeyvîn ewê bi tîpên erebî were weşandin, loma jî xwendevanên ku bi elîfbeya erebî nizanin ewê nikanibin bixwînin.
Ji bo ku xwendevanên elîfbeya erebînezan jî bikanibin hevpeyvînê bixwînin ez pirs û bersîvên xwe li vir diweşînim.

28 augusti 2010

Telebetî û sûretên zaroktiyê

Birayê min M. Berzan, ev çend car in sûretên(rismên) xwe yên zaroktiyê, telebetiyê diweşîne.
Bi weşndina wan sûretan ra kêfa gelek kesî hat û bîra(hafizeya)gelek kesî tev ra bû, geş bû, bûyer û serpêhatiyên hatibûn jibîrkirin ji nuh ve teze bûn, însan hatin bîra hev…
Vê yekê tesîr li min jî kir, ez jî dilbijok kirim.
Lê ji ber ku jiyaneke min ya dibistanê tuneye, loma jî mixabin ez ji wan bîranîn û serpêhatiyên telebetiyê(xwendekariyê)bêpar im.
Ji ber vê yekê jî tu sûret û bîranînên min yên xwendekariyê tunene, ez ji vê beşa jiyanê bêpar im.
Lema jî ez carnan kêmasiya vê qonaxa zaroktiyê û xortaniyê his dikim, di jiyana min da xwe weke kêmasiyekê nîşan dide.
Tiştekî ku dibê hemû zarok bijîn, ez nejiya me.
Ev yek hestekî pir ecêb bi meriv ra peyda dike.
Hin caran dema heval qala bîranînên xwe yên telebetiyê dikin ez tenê li devê wan dinêrim, nikanim qala yek rojeke xwe, yek bîranîneke xwe ya dibistanê bikim, navê yek hevalekî xwe yê dibistana destpêkê bikim…
Ji dibistana destpêkê bigre, heta bi zanîngehê bi kêmanî 15 sal in.
Di nava van 15 salan da însan bi sedan kes ra dixwîne, diçe eynî mektebê, eynî sinifê, dibe dost û heval, dibe evîndar, bi hev ra gelek rojên xweş dijî, dibe şahidê gelek bûyeran, xwediyê gelek serpêhatî û bîranînên xweş û ne xweş, tahl û şîrîn.
Ev qonax, dema zaroktiyê û xortaniyê rengîn û dewlemend dike, dike xwedî gelek nas, dost û heval.
Îcar ji ber ku jiyaneke min ya telebetiyê çênebûye, loma jî yek sûretekî min ê zaroktiyê jî tuneye...
Yek hebû, ew jî wenda bûye, nuha tuneye.
Îcar ji ber vê yekê, min jî rabû çend sûretên xwe yên xortaniyê xiste malpera xwe ya facebookê.
Berê jî çend sûretên min yên rêwîtiyê tê da hebûn, min xwest ez hemû sûretên ku min di dema çûna xwe da kişandibûn jî têximê.
Lê hemû albûm wenda bûn, ez nizanim min çikir, keda min bi erdê da çû.
Ez ji teknîkê fêm nakim, lê di pêşerojê da qey yekê alîkariya min bike, ezê têximê.
Sûret, di jiyana meriv da bîranîneke bi belge ya gelkî xweş e, lê meriv him dilşa û him jî xemgîn dike.
Bi temaşekirinê hin bîranîn û serpêhatî ji nuh va tên bîra meriv, meriv pê kêfxweş dibe, lê bi dîtina sûretên xwe yê xortaniyê jî gelkî xemgîn dibe, dibîne ku jiyan çawa herikî ye, meriv çawa bûye tebayekî din…
Lê axir kîjan hestan bi meriv ra peyda bike jî temaşekirina sûretên kevn xweş e, meriv ji nişka ve dibe rojên berê, xeyala meriv şiyar dike…
Min got belkî îro ez hemû rismên xwe yên rêwîtiyê nîşanî we jî bidim, lê nebû, di ser da min yên hazir jî xera kirin…
Ê jiyan wiha ye, meriv bi vî hawî fêrî tiştan dibe…

26 augusti 2010

Gul bê stirî, facebook bê sohbet nabe

Saet nêzî nehê(21.00) şevê ez komputera xwe vedikim ku nivîsa xwe binivîsînim.
Ji bo ku ez kanibim zû binivîsînim ez him di messengerê û him jî di facebookê da tim offline xuya dikim, yanî fena ku ne li ber komputerê bim.
Îşev gava min vekir, min dît ku wa ye hemeşeriyekî min ê wêranşarî online, yanî ne meşxûl e, li ber makîneya xwe.
Min silavek dayê, me çend gotinên ji vir û ji wir kir.
Hîn me sohbeta xwe neqedandibû xortekî din silav da min, li halê min pirsî.
Min jî silav dayê û li halê wî pirsî.
Hîn ev sohbet neqediya bû, îcar yekî din, nasekî din silav da min, wî jî li halê min pirsî.
Min jî silav dayê û li halê wî pirsî, min ew xist dorê.
Dû ra yekî din, û yekî din…
Min ji xwe ra got, lawo tu meşhûr bûyî haya te ji te tuneye...
Helbet meşhûrî xweş e, ez ne li dij in, lê carnan min bêxew dihêle.
Tenê ev aliyê wê xerab e.
Ez serê we neêşînim min bala xwe dayê saet ji dehan buhurî û min hîn yek rêz jî nenivîsîye û ez nizanim ezê li ser çi jî binivîsînim.
Ji ber ku min ji nivîsa xwe ra hîn tu mijar nedîtiye.
Ji mecbûrî min messenger û facebooka xwe girt.
Ne xwe hemû şev ewê bi sohbetê derbas bibe.
Ez merivekî sohbethez im, ji sohbeta dost, heval û xwendevanan tu carî aciz nabim, belovacî wê, pê gelkê kêfxweş dibim, jê ezm û enerjiyê digrim.
Bi taybetî jî dema meriv kesên nuh nas dike, dîtin û hestên wan yên di heqê xwe û nivîsên xwe da dibihîze meriv pêkêfxweş dibe, meriv dibîne ku xwendevan di derbarê nivîsên meriv da çi difikire….
Di nav kurdan da adeta nivîsandinê hîn baş bi pêş neketiye, însan ji nivîskarekî çuqasî hez bikin jî van dîtinên xwe jê ra nanivîsin, ev kultur li ba me kurdan hîn xurt nebûye.
Lê di facebookê û messengerê da ji ber ku weke axaftinê ye, diyalogên kin in, loma jî însan li hev dipirsin, bi hev ra dipeyivin.
Lê problema wextê heye, ji xwe herî zêde 2-3 saet wexta min heye, di nava van du 2-3 saetan da dibê ez li posta xwe binêrim, meylên hatine bixwînim, bersîvên wan bidim, çavekî li malperên kurdan bigerînim…
Û dû ra jî nivîsa xwe binivîsînim.
Welhasil ji ber ku min îşev bi çend dost û hevalan ra di facebookê da hinekî sohbet kir, loma jî nivîsa min jî tevlihev bû.
Min xweşikî pê ra negîhand tiştekî bixwînim.
Lê ev îş wiha ye, gul bê stirî, facebook bê sohbet nabe...
Nuha di malpera Avesta Kurd da bala min kişand, di propagendeya referandûmê da qedexeya zimanê kurdî ye.
Li gor nûçeya Avesta Kurdê, Saziya Hilbijartinê ya Amedê, afîşê bi kurdî qedexe kiriye.
Sazîya Hilbijartinê gotiye, di propagandeya hilbijartinê da ji bilî zimanê tirkî tu zimanekî din nikane bê bikaranîn.
Lê wek tê zanîn, telewîzyoneke dewletê bi navê TRT6 ya bi kurdî heye û rojê 24 saetan jî weşanê dike.
Ev yek…
Ya din jî heta nuha berdevkên hikûmetê û AKP-ê jî çend caran îdîa kirine ku xwedêgiravî kurdî êdî weke berê ne qedexe ye, êdî serbest e.
Min bi xwe ji vî îşî tiştek fêm nekir...
Telewîzyonek dewletê ya bi kurdî heye…
Berdevkên hukûmetê dibêjin kurdî êdî dikane di propagandeyên hilbijartinan da jî were bikaranîin.
Lê dezgeha hilbijartinê afîşên bi kurdî qedexe dike…
Û serokwezîr jî li Wanê ji kurdan ra dibêje ew nûnerên gelê kurd in…
Çi nûner, çi nûner?
Nûnerê gelê kurd nahêle kurd bi kurdî afîşekî bidardakin…
Xwedê meriv bi qurbana nûnerê wiha ke…(!)
Dibê kurd sebebê vê qedexeyê ji AKP-ê û ji parlamenterên kurd bipirsin, wan rehet nehêlin…
Lê li gel vê qedexeyê jî dibê kurd di xebat û propagendeya referandûmê da bi kurdî bipeyivin û afîş û bandrolên bi kurdî daliqînin.
Yanî dibê qedexeyê nas nekin, îhlal bikin…
Ji bo ku kurd bi kurdî peyivîn bira bi sedan, bi hezaran kesî bigrin û têxin hefsan…

25 augusti 2010

Ez jî gelkî paş da mame...

Bawer bikin halê min hîn ne tu hal e, lê dîsa jî ez ji xwe nagerim…
Tu dibêjî qey bi van çend rêzên xwe yên tewşomewşo ezê qûna dinyayê rast bikim…
Min nêt hebû ku ez îşev jî xwe giran bikim, lê ez bi xwe nikanim, ez îşev jî nenivîsînim ewê xewa min neyê.
Loma jî ya baş ew e ku ez halê xwe bikim hal û çend rêzan li hev ragirim, bi vî hawî ezê bi dilekî rehettir rakevim.
Ji roja ku ez hogirî facebookê bûme û virda ye ez bûme weke ”erebê çav li penêrê ter keve”, hercara ku di facebookê da ez rastî wêranşariyekî xwedî marîfet, xwedî huner têm, ji kêfa devê min ji hev dihere, çavên min tibin tas û bask tunene ku ez pê bifirim.
Di dema min da(hinek dikanin bibêjin, tu tim dibêjiî ”dema min û dema min”, dema te sala berfa sor bû ya jî berî mîladê bû, gelo kînga bû?)ji Wêrfanşarê xwendevan pir kêm bûn, kesên ku li Stenbol û Anqerê dixwendin jî here were çend kes bûn.
Û ji wan jî kes nebûbû tu ”tiştekî mihîm…”
Lê nuha bi xêra facebookê ez rastî gelekan têm, êdî xwendevan, wêranşariyên xwedî huner zêde bûne.
Do ez rastî yekî din hatim, navê wî Mustafa Elbenîm e. Li gor tiştên min xwendin şanogerekî jêhatî ye.
Ji ber ku ji Wêranşarê jî tiyatrociyek derketiye ez gelkî kêfxweş bûm.
Min jê ra meylek şand û xwest wî hinekî nas bikim.
Heta nuha hîn bersîv nedaye min, lê hevalekî din(Alî Kaplan)mala wî ava ez agahdar kirim, got erê, Mustefa ji Wêranşarê ye, li zanîngeha Yuzyilê xwendevan e.
Ji ber ku ev serê salan e ez ji welêt û ji Wêranşarê dûr ketime loma jî ji pêşketin û guherînan baş haya min tuneye.
Di dema min da li Wêranşarê herewere du texsî, yek qadillaca mala Eboyê Kuran û yek jî Pejoya serokê belediyê Mustafa Keleşabdîoglu hebûn, lê nuha ji texsiyan di nava bajêr da meriv nikane gava xwe bavîje.
Li gor ji min ra gotin, êdî li gundan jî hema hema li ber deriyê her malê texsiyek heye.
Xêr guneh li hustê wan be…
Berê ji mala Ekînciyan tenê gorbuhuştê Kazim Ekîncî û birayê wî Hemo Ekîncî dixwendin, bira yek duduyên din jî hebûna.
Lê hew…
Lê nuha bi saya facebookê ez dibînim ku ji Wêranşarê bi sedan kesên paşnavên wan ”Ekîncî” kompîturê bikartînin.
Maneya xwe ew e ku bi sadan însan xwendine, dixwînin û kompîturê bikartînin.
Ez dibînim hinekên wan şaşomaşo be jî lê bi kurdî dinivîsin.
Bi giştî jî ev wiha ye, keç û xortên kurd hêdî hêdî li zimanê xwe vedigerin û fêr dibin.
Înternet îmkaneke pir mezin daye miletên weke kurdan bindest.
Di salên 1980-î da dema min li kurdan dikir gazî û hawar û digot kurdino, bi zimanê xwe binivîsin dengê min nediçû kesî, kesên guh bidana min pir hindik bûn û ew jî kesên li dervayî welêt bûn.
Lê nuha ne wiha ye, di facebookê da ez dibînim ku bi sedan xortên kurdan li zimanê xwe baniyan e û li dijî asîmîlasyonê dest bi şerekî giran kirine.
Helbet ev hemû guharandinên pir mezin in.
Yanî yê di ciyê xwe da maye û ”neguherîye” ez im, çavê min li çi tiştê nuh dikeve, ez pê pir kêfxweş dibim û matmayî dimînim.
Loma jî dema min dît ku wêranşarî jî bûne tiyatrocî kêfa min hat.
Lê ez pir meraq dikim, gelo bi kurdî jî tu xebatên wî hene ya na?
Ev gelkî girîng e.
Ji ber ku ji bo min ya girîng û ya ku ez gelkî qîmetê didimê xizmeta ji ziman û edebiyat gelê xwe ra ya.
Dixwaze bira kurdek li Tirkiyê tiyatrociyê herî meşhûr be, piştî ku ji ziman, edebiyat û tiyatroya gelê xwe ra xizmet nekir ez çi bikim pê?
Ez vi ya ji bo her sinet û her hunerî wiha difirkirim.
Şair e, romancî ye, nivîskar e, rojnamevan e, dengbêje, komînîst e, çep e, rast e, dîndar e axir çi dibe bira bibe, dibê yê gelê xwe be.
Bi hêvaya ku hemşeriyê min Mistefa Elbenîm jî di pêşerojê da bibe pêşengekî tiyatroya gelê xwe…

23 augusti 2010

Bapêşiyeke bêwext

Belkî hûnê bawer nekin lê vê germa havînê ji do da ye min serma girtiye, ez bi bapêşê ketime.
Xelk û alem li derve tazî digerin ez du hundur xênî da sermê digrim, bi zekemê dikevim.
Qey ev jî lotoya min e.
Ji çavê min bênabên hêsir dibarin, pozê min diherike û serê min diêşe û ez hinekî jî dikuxim.
Gewriya min zuha ye.
Madê min jî zêde tuneye.
Lê titşê herî zêde min nerehet dike, ava ji pozê min tê û hêsirên çavê min e, dismal wer di dest min da û ez tim pa dikim.
Ya xerîb, her cara ku ez bi bapêşê dikevim tim nîşan, elamet xwe li min didin der.
Yanî hemû bapêşin min eynî ne.
Ji do da ye min dest bi Îprenê kiriye, ez cot cot dixwum.
Lê bêxwediyê hîn tu tesîra nîşan nedaye, eynî tas eynî hemam e.
Belkî jî ez heba çewt dixwum.
Ji ber ku Alvedon li mal qediyaye loma ez Îprenê bikar tînim.
Netîce bi vê "lîçikê" û bi van hêdirên weke baranê dibarin ez nikanim tu nivîs-mivîsan binivîsînim.
Esas ez fikirîm ku van çand rêzan jî nenivîsim, lê min nexwest bê agahdarî avê li ser xwe zelal bikim.
Baştir e hûn bizanibin ku nenivîsîna min ya îşev ne ji ber qelpî û sersariyê ye, ji ruyê "bapêşeke" sivik lê qebîh û bêyom e.
Wek hûn jî dizanin ev bêxwediya "bapêşê/zekemê" ne tu nexweşî ye, lê meriv nereht dike, hişê meriv belav dike, meriv nikane hişê xwe topî ser hev ke...
Ez merivekî xwedî "dost" û "dijmin" im, ez naxwazim bi gotineke şaş "dijminên" xwe dilşa û "dostên" xwe jî xemgîn bikim.
Dibêjin bi ra avis be bira bi derengî be...
De heta sibe êvarî bimînin di nava kêf û xweşiyê da....

22 augusti 2010

Bi nivîsandina tirkî ew xwe pir bextewar his dikin

Endamekî koma Dîwanxanê yê bi navê Vedat, di meyleke xwe da piştgiriya hin dîtin û tespîtên Îbrahîm Guçlu kiriye û dû ra jî li ser mijareke pir cuda ”têbiniyek/dîpnot” pir balkêş daniye.
Esas ji dûr û nêzîk, tu têkilî di nabêna nivîsa Guçlu û têbiniyê da tuneye, lê li gel vê jî birêz Vedat, di têbiniya(jêrenotê) xwe da li ser minaqeşeya di nabêna min û Cevdet Akbay da piştgiriya xwe bi Akbay ra îlan kiriye û gotiye:
”Wek kurdekî bi koka xwe zaza ji bo ku ez nikanim bi kurmancî binivîsim dibê ez bibêjim ku ez muteesîr nabim. Bi minaqeşeyên berê ra girêdayî li gel îhtîmala ku ezê marûzî rexneyên hinekan(bi îhtîmaleke mezin qesta wî ez im), ”tu çima bi tirkî dinivîsînî” werim jî ez viya dibêjim.
Di vê mijarê da ez difikirim ku birêz Cevdet Akbay bi neheqî hate rexnekirin.”
Bala xwe bidinê, birêz Vedat negotiye, ”ez kurdekî zaza me” ya jî ”ez kurd im”, gotiye ”bi koka xwe…” ew ”kurdekî zaza” ye…

Mane û mesja bi dizî ya sifetiya ”kokê” pir û pir girîng e.
Loma jî dibê meriv li ser vê gotina ”ez bi koka xwe kurd im, zaza me” raweste û ”qesta” wê ya sembolîk û siyasî ya veşartî baş vençire, eşkere bike.
Li Tirkiyê pêvekirina gotina ”kokê” pir girîng e, him ji bo dewletê û him jî ji bo tirkan tê maneya, ”erê ez ji dê û bavekî kurd” hatime dinê, lê ez ne merivekî ”kurdperwer” û kurdçî me, yanî ez ne dilxwaz û hevalbendê ”terorîst” û ”kurdçiya” me.
Dewlet viya wisa fêm dike.
Û ji xwe qesta kesên ku gotina ”kokê” bikar tînin jî ev e.
Loma jî ferqa nabêna ”ez kurdekî zaza me” û "bi koka xwe kurdekî zaze me" pir mezin e.
Vê ferqê, vê mesaja sergirtî ne dewlet tenê, em kurd jî êdî fêm dikin heyran...
Ev li ser ferq û meneya peyva ”kokê.”
Nuha jî em werin ser meselên din…
Wek tê zanîn sê hefte berê li ser tirkînivîsîna Cevdet Akbay di nivîseke xwe da min, Akbay rexne kiribû.
Di wê nivîsa xwe da min gotibû ku bi nivîsên xwe yên bi tirkî Akbay, di Dîwanxaneyê da roleke xerab dilîze û dibe sebebê têkçûna kurdî û serdestiya tirkî.
Di nivîsa xwe da min negotibû ku dibê Akbay bi kurmacî binivîse. Min gotibû ku ew kurdekî zaza ye û bi zazakî jî dizane, lomajî dibê bi zazakî binivîse.
Yanî min tu carî doza nivîsandina bi kurmancî lê nekiribû.
Min gotibû heger ”Cevdet Akbay ne bi eslê xwe tenê, lê bi dil û fikrê xwe jî kurd bûya wî yê bi zazakî binîsiya.”
Çimkî bi zazakî dizane.
De îcar neheqiya ku min li Cevdet Akbay kiriye çi ye?
Ma dema meriv ji yekî zaza ra bibêje bi zazakî binivîse, çima ewê neheqîbe min qet fêm nekir?
Ma ji bo ku bi tirkî dinivîse, dibê min jê ra bigota eferim?
Min gotiye ku tu kurd î, tu bi kîjan leheçeyê dizanî bi wê lehçeyê binivîse.
Di vê daxwaz û rexneya min da tu neheqî tuneye.
Tiştekî din yê herî balkêş û seyr ku Vedat di dilê xwe da nehîştiye, gotiye, ji ber ku ew nikane bi ”kurmacî” binivîse ew qet muteesîr nabe.
Rast e, ez texmîn dikim ku tu muteesîr nabî, belkî ji bo vê yekê tu kêfxweşî jî, ji xwe tu ”muteesîr” bibûya te yê gotineke wiha nekira.
Ev gotin heta dereceyekê îfadeya nehezkirina ji ”kurmancan” û ji kurmancî ye jî.
Ev, îfade û îfşaya zeîfiya hestên netewî ye.
Ya normal ew e ku meriv weke kurdekî bixwaze bi hemû lehçeyên kurdî bizanibe, pir hindik ji wan fêm bike.
Mesela min dixwest ku ez bi hemû lehçeyên kurdî bizanibim.
Wek welatparêzekî, wek nivîskarekî gava ez bi hemû lehçeyên kurdî nizanim, ez vê nezaniya xwe weke kêmasiyekê dibînim û pê ”muteesîr” dibim.
Û dibê her kurdê bîrewer jî bi kêmasiyeke wiha pê muteesîr bibe.
Ji xwe gava meriv xwe weke ferdekî miletê kurd bibîne û ji lehçeyên hemû miletê xwe fêm neke, dibê meriv pê biêşe, pê biqehere.
Lê Vedat ne xema wî ye, bi îhtîmaleke mezin nezanîna zazakî jî ne xema wî ye û ji xwe belkî bi zazakî jî nizane.
Lê ji bo ku li dijî kurmancî derkeve, nepeyive, fêr nebe ”zazabûna” xwe ji xwe ra dike mertal, îstîsmar dike.
Bêguman di nava kurmancan da jî kesên ku qedir û qîmetê nadin zimanê xwe, bi zimanê xwe nanivîsin pir in, lê tiştê ez dibînim ev meyl di nava kurdên zaza û elewî da pir xurttir û berfirehtir e.
Kurdên zaza, elewî li gor kurmancan bêtir asîmîle bûne, loma jî zimanê tirkî di nava kurdên zazaaxêf da bêtir reh û şax berdaye.
Tu dema ji wan ra dibêjî bira tu zazayî, bi zazakî binivîse, fena ku tu heqaretê lê bikî, diqehere, ji bo ku nenivîs hezar û yek maneyan dibîne.
Cevdet Akbay û birêz ”Vedat” beg jî du kesên ji van tîpan in, naxwazin kes nivîsandina bi zazakî bi bîra wan xe, ji daxwazeke wiha pir aciz dibin…
Çimkî bi zanîna tirkî ew xwe pir dilşa û bextewar his dikin, naxwazin kes vê huzûra wan xera bike…

21 augusti 2010

Civîna mêrên bindest...

Carnan li ser hev tê, meriv nikane tiştekî bike...
Do êvarî roja îzna min bû, ez pir dereng hatim mal, ji bo nivîsê pir û pir dereng bû.
Îro jî Mamoste em çend heval ezimandine xwarina masiyan, nuha dibê ez bi rêkevim herim wir.
Îcar ji wir jî ezê kînga bikanibim vegerim Xwedê zane...
Belkî jî wek do saet di yekê da werim mal û raste rast herim serê xwe deynim.
Ev hevdîtina me ya salê carê ye û tenê ya peyan /zilaman e, ji jinan ra qedexe ye.
Li Swêd ji vê hevdîtinê/festê ra dibêjin "kîlltraff", yanî mêr xwe bi xwe.
Ji ber ku li Swêd yên bindest mêr in, loma jî jin destûrê didin ku feqîran salê carê werin ba hev derd û kulên dilên xwe ji hev ra bibêjin.
Ez hêvî dikim ku we nuha fêm kir...
Emê bîsteke din çend hevalên bindest li hewşa Mamoste werin ba hev û derdên xwe ji hevûdura bibêjin.
Tabî di civînên wiha da em tecrûbe û serpêhatiyên xwe jî ji hev ra dibêjin û bi vê yekê jî ji tecrûbeyên hev feydeyê dibînin.
Îcar ji ber ku piştî van civînan xanimên me dibînin ku em qala hin maf û azadiyên nuh dikin, loma jî destûra me tenê salê carê heye, nahêlin em salê du sê caran bên ba hev.
Dibêjin di civênên wiha da hûn ji hev fêrî tiştên xerab dibin.
Bi dizî jî em newêrin werin ba hev, çimkî guhê kevir û dîwaran heye, em çuqasî bi dizî digrin jî dîsa xanim dibihîzin, ya ji me hinek ya bi devê xwe nikanin ya jî newêrin înkar bikin.
Dema xanim ji wan dipirsin, dibêjin "hûn li ku bûn?", ew jî ji tirsa dibin bilbil û her tiştî rast dibêjin.
Îcar ne tenê civînê, di ser da ji hevalên xwe çi fêr bûne wi ya jî dibêjin.
Axir li vî wealtî halê me ne tu hal e, piştî 30 salan cara pêşî li Kurdistanê min xwe mêr û tiştek hesiband.
Piştî hewqas sal cara pêşî zarok hatin destê min, hinekan gotin "xalo, hinekan gotin apo", xaniman qîmet dan min, xortan li min guhdarî kirin, mezinan ez tiştek hesibandim.
Li vir meriv wek leşkerekî bêrutbe ye(er e), ne kes meriv nas dike û ne jî meriv bi tiştekî dihesibîne.
Loma jî heftxwezî bi dilê kesên li wir dijîn, lê çi heyf ku bi vê yekê nizanin....
Wexta min nema, dibê ez rabim, hevalek li bende min e, dibê camêr zêde nepê...
De hela ka Xwedê çawa dike, heger di civînê da ez tiştekî nuh fêr bûm ezê ji we ra qal bikim, belkî bi vî hawî xêra min bigihîje we jî....

19 augusti 2010

Vegerê agirê dilê min gurrtir kir

Ji roja ku ez ji Kurdistanê vegeriyame û virda ye qalibê min li Stockholmê ye lê hiş û aqilê min li Kurdisranê, li Wêranşara xopan e.
Ez ji welatê xwe, ji bajarê xwe, ji nasên xwe, ji meriv, dost û hevalên xwe têr nebûm.
Her tişt pir zû derbas bû, wek ku ez xewnekê bibînim.
Min hew dît ku wa ye ez dîsa li Stockholmê li mal im.
Min hew dît ku rêwîtiya min kir, derên min dîtin, dost û hevalên ez bi dîtina wan şa bûm, textê ku li mal Muzaferê xwarziyê xwe ez bi şev li ser raketim, dilşadiya meriv û malbata min, hêsirên kêfxweşiya diya min, wasiteyên ez lê siwar bûm, hemû bi yek derbê ra bûn wek xewn û bîranîneke xweş.
Ez nuha ji kûrahiya dilê xwe, bi hesreteke pir mezin dixwazim di zûtirîn wextê da vê xewnê dîsa bibînim, dîsa li wan deran bigerim, dîsa di wan cimatan da rûnim…
Berî çûyinê ez pir bê sebir bûm, min dixwest hema ez rabim bi peyatî têkevim rê û herim xwe bigihînim cî û warên xwe yên zaroktiyê, ciyên xewn û xeyalên xwe, nava dost û hevalan, li kuçe û kolanên bajarê xwe tenê bigerim, ji nişka ve rastî hevalên xwe yên kevn werim, rastî cîranên xwe werim, bi wan ra têkevim şêwir û mişêwiran û bîraanîn xwe tevrakim.
Min dixwest mezinbûn û guherîna bajarê xwe bibînim, lê wenda bibim, ji xelkên ku do hatine Wêranşarê wek xerîbekî, wek turîstekî rê bipirsim, însanan bipirsim.
Kalbûna dost û hevalên xwe bibînim, zarokên wan nas bikim, derceya kurdayetî û kurdperweriya wan bipîvim, hestên wan yên li hember xwe nas bikim…
Ez newêrim qala hemû fantaziyên xwe bikim, lê bi şev û roj min pir xeyalên wiha dikir, min di serê xwe da gelek senaryo çêdikirin, min gelek xewnên dûrî rastiyê didîtin.
Çîrok dirêj e...
Hemû bûn derew, bûn wek surê bayekî kurr, bîstekê dilê min î ji hesretê dişewitî honik kir, lê zû qediya...
Nuha, piştî ku min çû hinek ji wan dost û hevalan dîtin jî, li hin kuçe û kolanan geriyam jî agirê dilê min dîsa jî venemirî, hesreta dilê min dîsa nekewiya, bîrîkirina min dîsa jî aş nebû.
Însan mexlûqatekî ecêb e.
Tu carî çav û dilê wî têr nebe...
Çûnê, tewafa wê axa miqedes ev dilê min ê har û dîn aş nekir, li min kir weke mozeke sor, bêtir azirand û bera bedena min da.
Bi çûn û dîtinê, tahmê da biçika min, ez xerab fêr bûm.
Dibêjin pîrê bawer nedikir mêr bike, piştî mêr kir, doza heftik û heyştikan dike.
Yê min jî bû ew mesele.
Nuha ez hîn bêtir kercala çûyinê dikim, ez dixwazim roj, hefte, meh zû herin û sal zû biqede, havîn zû were, tehtîl zû dest pê ke…
Sal zû bibe 65, teqawitî zû were, ya jî berî wê loto zû lêxe, ji bo ku ez zû ji vê zindanê xelas bibim, bigihîjim welatê xwe, nava qewmê xwe, bi wan ra bikenim, bi wan ra bigrîm, bi wan ra bitirsim, bi wan ra kêf bikim...
Lê ji bo ku ez zû herim gelşeke me ye…
Xanim dibêje, bi mîvanî, li malên ”xelkê” nabe, dibê kusêxekî me hebe…
Helbet tiştê xanim dibêje rast e, lê belê, ”lê” ya wê heye.
Çimkî bidestxistina ”kusêxekî” jî wiha ne rehet e…
Bi rastî jî dema meriv li bajarê xwe bê mal be meriv xwe wek feqîrê li kuçêmayî his dike, meriv hustuxwar e.
Li bajarê xwe bêmalî kul û derdekî pir giran e, emê vê kêmasiya xwe çawa ji ortê rakin ew jî ne diyar e…
Gava li bajarê meriv maleke meriv ya ku meriv her êvar berê xwe bidê tunenebe, meriv xwe pir bêçare û hustuxwar his dike, xwe wek sêwiyekî li kuçêmayî dibîne...

18 augusti 2010

Dibê em van zincîrên koletiyê zû bişkînin...

Ajansa ANF-ê du roj berê li ser xortekî kurdê futbolcî yê bi navê Şahan Şanli xeberek weşand.
Li gor xebera ANF-ê, Şanliyê 17 salî, futbolciyekî gelkî jêhatî û zîrek bûye û di tîma Beşîktaşê ya xortan da çar salan jî qelebanî kiriye.
Şanli dû ra fêm kiriye ku heger ew kurdbûna xwe înkar neke ne mimkûn e ku ew bikanibe bi pêş keve.
Loma jî Şanli, dawiya dawî xelasî di derketina serê çiyan da ditiye û çûye ketiye nava refên gerîlayên PKK-ê.
Şahan Şanli di sala 1993-an da li Geverê hatiye dinê û di zaroktiya wî da malbata wî koçî Stenbolê kiriye.
Li Stenbolê li ser israra apê wî, Şanli di qulûba Beşîktaşê da dest bi lîstika futbolê kiriye û bûye lîstikvanekî baş.
Şanli, futbol û mekteba xwe bi hev ra meşandine û ji herduyan jî pir hez kiriye û di herduyan da jî serkeftî bûye.
Lê ew jî wek hemû keç û xortên kurd him li mektebê û him jî di sporê da rûbirûyî nîjadperestiya li hember gelê xwe bûye û ew ji nêz va nas kirye.
Şanli, çar salan qelebaniya tîma ciwanên Beşiktaşê kiriye.
Di sala 2007-an da di maça Super Lîgê da bi forma Beşîktaşê qeleya xoratan parastiye.
Di hin maçên li derveyî welêt yên di nabêna tîmên xortan da forma li xwe kiriye.
Yanî bi kurtî Şanli lîstikvanekî jîr, jêhatî û bi qabîliyet bûye, dikanîbû bibûya lîstikvanekî meşhûr..…
Lê nebûye, nikanîbûye bibe.
Ji ber ku ew kurd e û eslê xwe jî înkar nakiriye.
Li Tirkiyê, wek di her kar û biranşê da, di sporê da jî dema tu eslê xwe înkar nekî, kurdbûna xwe weke sirekê veneşêrî pêşketin û serkeftina te ne mimkûn e, pir û pir zahmet e, mûcîzeye.
Şahan Şanli ev rastiya tahl di zaroktiya xwe da , pir zû dîtiye, lê teslîmî wê nebûye, hustuyê xwe li hember vê nîjadperestiya li hember gelê xwe xwar nekiriye, bi vacayî li dijî, nîjadperestiyê, zulmê serî hilda ye, îsyan kiriye.
Û dû ra jî derketiye serê çiyê, bûye gerîlayekî kurd.
Şanli di hevpeyvîna xwe da gotiye:
“Ez di futbolê de serkeftî bûm. Lê ji ber ku ez kurd bûm, li pêşiya min astengî datanîn.”Ji ber ku ew kurd bû ye, ew negirtine Tîma Netewî ya Ciwanên Tirk, jê ra gotine "tu ne tirk î..."
Ji ber ku Şanli bi xwe jiyaye loma jî çerx û sîstema nîjadperestiya tirk baş nas dike, gotiye, li Tirkiyiyê di sporê da şovenizim serdest e.
Şanli, ji jiyana xwe nimûneyeke konkret daye, gotiye:
”Antrenorê tîma netewî yê wê demê Umît Davala bû, bi zelalî ji min re got, ‘Jiber ku tu ne tirk î, te nagirim tîma netewî’.Rast e, siyaseta dewleta tirk ya li hember kurdan tim ev bûye: eslê xwe înkar bike bibe her tişt, tirkî bipeyive zêde bipeyive…
Dema dê û bavên kurd van rastiyan dibînin û dibihîzin bi piranî ji dêlî ku eşkere bikin, biçin ser, vedişêrin, naxwazin kes bibihîze, çapemenî li ser raweste, qalê bike.
Ev şaş e, bûyerên wiha dibê neyên veşartin, dibê werin îfşa kirin.
Zulma li me dibe bi veşartinê, bi ”îdarekirinê” kêm nabe, dibê em bi xurtî li dij derkevin, îsyan bikin, doza azadî û mafên xwe yên netewî bikin.
Ji bo ku kurd bêyî ku xwe înkar bikin bikanibin di her warî da biserkevin dibê nîjadperestiyên wiha ”îdare” nekin.
Wek min got, Şanli xortekî jîr e, çerxa dewleta tirk zû nas kiriye, loma jî gotiye:
”Ez di dibistanê de jî serkeftî bûm, ger min nasnameya xwe û nirxên xwe yên netewî înkar bikira, ez ê bigihiştama pileyek bilind. Heger tu li Tirkiyeyê kurd bî, wê çaxê garantiya dahatuya te tuneye. Min dixwest hiqûqê bixwînim. Herî zêde ezê bibûma parêzer. Ew jî ne garantî bû. Gelek mînakên vê hene. Ciwanên kurd li zanîngehan bi zextan re rû bi rû ne. Ji dibistanê têne qewitandin, davêjin binê zîndanan, heta li kolanan li ber kamerayan l iwan dixin û dikujin. Cara yekem min di jiyana xwe de biryar da, ez dixwazim çi bikim? Tevlî gêrîlayan bûm.”Şanli, li gel ku hîn xortekî 17 salî ye, lê dîsa jî sîstema dewleta tirk baş nas kiriye, dizane heta ku gelê wî bi vî rengî bindest be, wek ferd ew jî tu carî azad nabe, ew bibe çi jî garantiya pêşeroja wî tuneye.
Loma jî dibê hemû kurd baş bizanibin, heta ku em wek milet azad nebin, nebin xwedî statuyeke siyasî, xwedî dem û dezgehên netewî, azadiya me ya ferdî jî ne mimkûn e.
Ferdê miletekî bindest jî bindest û kole ye.
Yê vê rastiyê nebîne xwe dixapîne.
Lê li alî din, li gel vê zulm û nîjadperstiya civata tirk, pitepit û zixtên dê û bavan yên ji bo ”xwendinê” jî gelekê caran zarokan ji dîn û îmanê dike û wan bi çolê, bi serê çiyan dixe.
Erê zarok bixwînin, bibin xwedî kar, xewdî sinet baş e, lê dibê meriv zêde zorê jî nede xortan, wan di hilbijartinên wan da serbest û azad bihêle.
Çawa ku zewaca bêdil ne rast e, xwendina bi zorê, ya bêdil jî ne rast e, dikane bibe sebebên hin netîceyên bi jan, bi êş.
Netîce, heta ku em wek milet wiha bindest bin, nebin xwedî dewlet û statuyeke siyasî halê zarokên me jî ewê tim û tim ev be….

17 augusti 2010

Îcadeke kurdan ya nuh...

Ev çend car in yekî bi navê Welat Perîncek bi riya facebookê ji min ra û ji endamên grûba Azadiya Welat ra nûçeyan dişîne.
Diyar ez jî di facebookê da bi hawakî bûbe endamê vê komê.
Diyar e Welat Perîncek perpirsiyarekî rojnameya Azadiya Welat yê facebookê ye.
Çimkî agahiyan tim li ser navê Azadiya Wealt dişîne.
Ez ji endametiya komê û girtina meylan ne aciz im, dema ez nexwazim ezê jê derkevim.
Lê tiştê min matmayî dihêle, sernivîs û nivîsên ji bal Welat perîncek ve tên şandin ne bi eynî zimanî ne.
Sernivîs bi kurdî ne, lê nivîs bi xwe bi tirkî ne.
Qey ev jî adeteke nuh e.
Wek kovarên kurdan, nav bi kurdî, lê naverok bi tirkî ne…
Eynî merivî(Welat Perîncek) do dîsa agahdariyek şandiye.
Weke her car, vê carê jî tenê sernivîsa agahdariyê bi kurdî ye, lê naverok bi tirkî ye. Û ew sernivîs jî hemû şaş e, kurdiyeke pir xerab e.
Sernivîs wiha ye:
”SLAW U HÜRMET Jİ WERE HEWALNO SERKEFTİN”
Û dû ra jî nivîsa bi tirkî dom dike:
“UZUN Bİ ZAMANDAN SONRA YİNE BURDAYIZ YOLDASLARIM SİZDEN RİCAM GURUBUMUZU ARKADAS LİSTENİZE ÖNERMENİZ HER GÜNE BİR HADİS VE BİR AYET, VİDEO, FOTO, VE GÜNLÜK SON DAKİKA HABERLERİ İLE YENİDEN BURDAYIZ İLGİNİZ İÇİN SPAS U SAYGILAR....
WelaT_PerinceK”
Nuha min ji vê meselê tiştek fêm nekir, çima sernivîs bi kurdî, lê agahdarî bi xwe bi tirkî ye?
Azadiya Welat rojnameyek kurdî ya rojane ye, bi sedan xabatkar û nivîskarên wê ne. Dema bixwaze, cidî bigre dikane vî karî tekûztir bike.
Wisa xuyaye ku berpirsiyar guh nadinê.
Bi ya min dibê meriv guh bidê û pir jî cidî bigre.
Çi kar dibe bira bibe, dixwaze bira agahdariyên di facebookê da be ya jî meyleke bi du rêzan be, dibê bi çavê suxrê lê neyê nêrîn, dibê rast were nivîsandin
Çima xeber û agahdariyên li ser navê rojnameyeke wek Azadiya Welat bi vî rengî tên belavkirin min tu maneyek nedayê?
Azadiya Welat rojnameyeke mezin û cidî ye, dibê qedir û qîmetê bide navê xwe û bi tevliheviyên wisa îmaja xwe xerab neke.
Meriv sernivîsê bi kurdî û xeberê bi tirkî nanivîse, ev ne rast e û ne xweş e, mijara pêkenînê ye.
Dibê berpirsiyarên Azadiya Welat rê li ber vî biraderî bigirin û nehêlin di platforma facebookê da be jî li ser navê wan tevliheviyên wiha bike.
Meriv meylekê, agahiyekê bi zimanekî dinivîse; sernivîsê bi zimanekî û nivîsê jî bi zimanekî din nanivîse.
Bêyî kurdan kes tiştekî wiha nake.
Û di ser da ew sernivîs jî ne rast e, şaş e.
Gelo Azadiya Welat, nivîskar, endam û xwendevanên wê, qet meylên vî camêrî nabînin?
Ji ber ku ev ne cara pêşî ye, heta nuha gelek carên din jî bi eynî rengî ji min ra hatiye.
Wê demê çima kes ji vê tevliheviyê aciz nabe?
Nuha dema meriv ji rojnameyekê tim nivîsên wiha tevlihev û ji alî rastnivîsê ve tije şaşî bigre gelo merivê di heqê wê rojnameyê da çi bifikire?
Bêguman ewê bi meriv ra hin qenaetên ne baş peyda bibe.
Dibe ku Welat Perîncek bi kurmancî nizanibe.
Lê wê demê jî dibê ew nebe berpirsiayarê vî karî, ji ber ku ji heq dernakeve, bi kurmancî nizane.
Kurmanciya wî tenê têra “sernivîsan” dike û ew jî tije şaşî ne...

16 augusti 2010

Artêşa tirk di nava milet da bêîtîbar dibe

Li gor anketeke dawî baweriya gel ya bi serokerkaniyê û artêşê, Dadgeha Bilind û sîstema edaletê pir kêm bûye, êdî milet weke berê baweriya xwe bi artêşê nîne, jê bawer nake.
Êdî milet bi derewên bêterefî û serxwebûna Dadgeha Bilind, mahkimeyan û sîstema edaletê nayne.
Ji dêlî van dezgehan, bawriya milet bi siyasetê, bi siyasetmedaran û bi meclîsê zêdetir bûye.
Li ser pirsa, ”baweriya we herî zêde bi kîjan dezgehê tê?”, pûlis pûana herî zêde girtiye.
Piştî pûlisan, serokkomar, meclîs û serokwezîr tê.
Artêş, Dadgeha Bilind, dad û sîstema edaletê daketine rêza herî xerab, dereceya ku êdî piraniya milet baweriya xwe bi van dezgehan nayne.
Ji îtîbarketina van dezgehan da bêguman rol û tesîra tevgera kurd ya netewî pir mezin e, ji ber ku van hêzan bêqanûnî li hember kurdan kirine, kurd qetil kirine, mal û gundên kurdan wêran kirine û tiştek jî bi kesî nehatiye.
Îro ev sûc û cînayetên yek bi yek eşkere dibin, çapemenî dinivîse, bîrûraya giştî fêr rastiyê dibîne, fêr dibe.
Berê çapemeniya tirk û qelemên kemalîst tim bi pozbilindî digotin dezgeha(saziya)ku milet herî zêde baweriyê pê tîne ”artêş” e, ”serekerkanî” ye, edalet e…
Lê di van salên dawî da piştî ku hemû pûrên artêşê û serekerkaniyê derket, bi dehan derew, qetil, cînayet, planên darbeyên leşkerî û yên qetlîamên mezin yek bi yek eşkere bûn, milet êdî nema baweriya xwe bi artêşê tîne.
Berê, artêşê çi bikira jî xwedêgiravî milet dîsa jî jê hez dikir, lê êdî ew dewran qediya, êdî milet naxape.
Helbet leşker û berdevkên wan ewê bibêjin ku ev netîceya şerê psîkolojîk yê li hember wan e, hukûmeta AKP-ê û dijminên wan, artêş ji çavê milet da xistine, îtîbara artêşê şikandine.
Lê çi dibêjin bira bibêjin, netîceyê naguhere, milet hêdî hêdî fêm dike ku artêş ne layiqê wê îtîbarê û baweriyê bûye.
Ji bo pêşeroja Tirkiyê ev, pêşketineke pir baş e.
Leşkeran, berê bi riya çapemeniyê û dezgehên kemalîst yên di bin emrê xwe da milet dixapandin, nedihîştin kes bêqanûnî, nelirêyî, sextekarî û terora wan fêr bibe, bibîne.
Lê di van salên dawî da beşekî çapemeniyê jî ji bin kontrola wan derket, êdî weke berê nikanin sextekarî, dizî, qetil û cînayetên xwe veşêrin.
Planên darbeyan, leşkerên ew bi xwe dikujin, qereqolên ew bi xwe bomberdûman dikin yek bi yek îfşa dibin.
Û ev yek jî çavê milet vedike, milet dibîne ku heta nuha derew li wan kirine, ew xapandine.
Di anketê da tiştekî din yê ku meriv kêfxweş dike zêdebûna baweriya bi siyasetê û siyasetmedaran e.
Berê li gel baweriya bi artêşê, di nava milet da bêbaweriya bi dezgeha siyasetê û siyasetmedaran ra jî di dereceya sifirê da bû.
Lê bi vê anketê diyar dibe ku ev rewş jî guherî ye, baweriya bi artêş kêm û ya bi siyasetê û siyasetmedaran jî zêde bûye.
Dema milet hêviya xwe ya çareserkirina gelşan ji artêşê qut bike, bi çavê hêz û dezgeha xelaskar lê nenêre, ji dêlî wê ve baweriya xwe bi siyasetê û siyasetmedaran bîne pir baş e, demokrasî ewê li Tirkiyê bi pêş keve, çareserkirina mesala kurd ewê hêsantir bibe.
Ji ber ku kurd ancax dikanin bi siwîlan ra rûnin, bi wan ra mesela xwe nîqaş û çareser bikin, ev yek bi leşkeran ra ne mimkûn e.
Aliyên kurd ne leşker û general in, siaysetmedar in.
Lema jî tesîr û hegemonya leşkeran ya li ser siyasetê û siyasetmedaran çiqasî zû bişkê, kêm bibe ji bo kurdan hewqasî baş e.
Loma jî ji tirkan û AKP-ê bêtir, dibê kurd bi vê ”bêîtîbarbûna” artêşê kêfxweş bibin.
Çimkî zeîfketina leşkeran ewê karê me kurdan hêsantir bike…

15 augusti 2010

Ez dixwazim Cevdet Akbay bikim ronakbîrekî kurd lê ew qebûl nake

Di nivîsa xwe ya 4-ê tebaxê da min tirkînivîsîna Cevdet Akbay ya di platforma Dîwanxaneyê da rexne kiribû û gotibû ku di Dîwanxaneyê da bi nivîsên xwe yên tirkî ew bûye sebebê têkçûna kurdî û serkevtina tirkî.
Çend rojan deng jê derneket û tu bersîva neda min.
Qey kêfa dostê min M. Latîf Yildiz ji nivîsa min ra hatibû û loma jî e-meylek ji Dîwanxaneyê ra şandibû, gotibû, ” We Zinarê Xamo xwend? Heke we nexwendiye bixwînin, bira ji were bibe dersek.”Li ser vê, Cevdet Akbay bersîveke bi çiv û konewariya rûviyekî daye M. Latîf Yildiz û têda li ser min hin gotinên ne rast û zimandirêjiyeke bêbingeh kiriye.
Ji dêlî ku efendî were seadetê û li ser meseleya ku mijara rexneyê ye raweste, konetî kiriye, çiv daye xwe û qala tiştekî tune kiriye.
Akbay di bersîva xwe ya ji M.Latîf Yildiz ra gotiye:
“Min Zinarê Xamo xwend û mixabin min tu dersek jê dernexist. Di nivîsê da li hember kesên xwedî fikrên cuda (bi taybetî jî li hember min) bi uslûbeke cihê bêtehamuliyê nîşan dide. Ya rast ji xwe meriv nikane tiştekî dinjî ji muqalîdên Ocalan bipê. Bira Ocalan li birêz Xamo bimbarek be, emê rexnekirina xwe bidomînin.”Helbet tu yê tu dersê jê dernexî, çimkî tu merivekî zexel î, tu naxwzî tiştekî baş fêr bibî.
Evîna Tirkiyê û zimanê tirkî ketiye hestiyên te, tu zimanê xwe biçûk dibînî, tu naxwazî peyva ”bi zimanê xwe binivîse” bibihîzî.
Loma jî ji dêlî ku tu bersîva pirsên minbidî, tu ”çamûrê” davêjî ji min da, tu min bi bêtehamuliyê îtham dikî.
Carê di serî da îdîeya ku li hember kesên xwedî fikrên cuda û bi taybetî jî li hember Akbay ez merivekî bêtehamul im ne rast e û vireke bêbingeh e.
Di nivîsa xwe da min negotiye çima ew li Ocalan rexne digre ya jî çima weke min nafikire?
Rexneya min ne li ser fikrên wî yên cuda û rexneyên wî ye, min li tirkînivîsîna wî rexne girtiye, min gotiye tu çima bi tirkî dinivîsînî?
Ew, Oclan rexne dike, diparêze ne derdê min e û ji xwe di nivîsa xwe da ez li dijî rexnekirina wî ya Oclan jî derneketime.
Lê ji bo ku ew bersîva pirsê nede û tirkperestiya xwe veşêre, ew bi zanetî berê meselê digujere û min bi bêtehamuliya li hember fikrên cuda û ”muqelîdiya/teqlîdcîtiya” Ocalan îtham dike.
Ez ”muqelîdiya” Ocalan nakim û min tu carî jî nekiriye, Akbay jî baş dizane ku heta nuha her cara ku pêwîst bûye min Ocalan rexne kiriye.
Lê li gel vê jî Akbay vê buhtanê li min dike, çamûrê davê ji min da, dibêje belkî şopa wê bimîne.
Gotinek heye, dibêjin, ”nuha yê ji dînê min ra xeberan didebi xwe ew misilman bûya…”
Dibêjin gurriyo kumê min li serê te, ”dost û muqelîdê” tirkan dixwaze navê xwe li min ke…
Di nivîsa xwe da li ser tirkînivîsîna Akbay min wiha gotiye,
”Cevdet Akbay weke abone her roj li ser Ocalan û PKK-ê tiştekî dinivîse, hin rojan çend caran.
Û her cara ku ew bi tirkî PKK-ê û Ocalan rexne dike, êrîşî dibe ser wan, dost û hevalên PKK-ê û heyranên Ocalan jî bi tirkî bersîvê didin wî.
Dû ra Cevdet Akbay bersîva wan dide.
Dû ra dîsa ew bersî didin Cevdet Akbay…
Dû ra dîsa Cevdet bersîvê dide wan.
Dû ra hinekên din jî, hinekên ku kêm caran bi tirkî nanivîsîn jî(mesela Serger Barî)xwe tevê dikin.
Îcar hinek bersîvê didin wî.
Û ew bersîvê dide wan...
Carnan li ser Ocalan û PKK-ê rojê bi dehan, belkî hîn jî zêdetir nivîs, rexne û bersîv ji komê ji min ra tên.
Û ev yek her roj wiha dom dom dike…
Lê hemû jî bi tirkî.
Çimkî nivîsên Akbay bi tirkî ne.
Kurdî ji bin da rabûye, êdî kes bi kurdî nanivîse.(…)”
Û ez dom dikim…
”Loma jî ez dibêjim, Cevdet Akbay bi eslê xwe kurd be jî, bi kirin û xizmetên xwe tirk e û ji tirkekî tirktir e.
Di nava vê komê(Dîwanxaneyê) da zirara ku wî daye kultur, ziman û edebiyata kurdî(1000 kurd)ji ya mamoste û qerdiyanekî tirk ne kêmtir e.
Bi serê xwe tenê zimanê komeke ji 1000 kesî guherî kir tirkî.
Heger meriv kurd be û xwedêgiravî kurdayetiyê jî bike, wê demê dibê meriv ji zimanê xwe jî hez bike…
Û nîşan û îspata hezkirinê jî nivîsandin e.
Heger Cevdet Akbay ji binda bi kurdî nizanîbûya dîsa heta dereceyekê rê tê hebû, me yê bigota de bi kurdî nizane…
Lê baş dizane, têra xwe dizane.
Nenivîsîna wî ya bi kurdî ne ji ber nezanînê, ji ber nexwestinê û nehezkirinê ye.”
Wek tê dîtin di van rêzan da min ji Akbay ra negotiye Ocalan rexne neke, min gotiye çima tu bi tirkî dinivîse ?
Û bi vê yekê jî di nava Dîwanxaneyê da tu dibî sebebê rabûna kurdî û bicîbûna tirkî.
De îcar ”bêtehamuliya li hember fikrên cuda û bi taybetî jî li hember wî li ku ma.
Ka min çi bêtehamulî nîşan daye?
Ka min lik Ocalan parastiye ya jî ew texlît kiriye?
Ma îthameke wiha ne bêexlaqî, vireke bêbinake û demagojîyeke vala ye…
Ez dibêjim Akbay efendî, tu kurdekî zaza yî û tu bi zazakî jî baş dizanî, wê demê tu çima bi zazakî nanifîsînî?
Ez ji te ra nabêjim hutibatil bi kurmancî binivîse, ez dibêjim heger bi rastî jî tu kurd î û tu ji milet û zimanê xwe dikî, weke ”ronakbîrekî kurd” dibê tu ne bi zimanê tirkî, bi kurdî, bi zimanê diya xwe binivîse.
Di vir da tiştekî ne zalal, neyê fêmkirin tuneye, bêtehamuliya li hember te û parastina kesî jî tuneye.
Lê tu bi zanetî li ser mijarê ranawestî û qala tiştên tune dikî.
Ev jî durrûtî û sextekarî ye.
Heger bi te ra piçek exlaq û cesareta medenî hebe tu yê bersîva rexneyên min yên di vî warî da bidî û li ser van meselan bi min ra têkevî minaqeşeyê.
Ne ku min bi hin tiştên tune îtham bikî…
Çawa ku akademîsyen, nivîskar, edîb, dîroknas û ronakbîrên tirk ji ziman, kultur û edebiyata miletê xwe ra xizmetê dikin, tu ne kor, ne kût û ne jî dîn î, dibê tu jî wekî wan ji gel, ziman û edebiyata miletê xwe ra xizmetê bikî.
Bêyî hestên te yên kurdperwerî û welatparêziyê tu tiştekî te ji akademîsyen û ronakbîrekî tirk ne kêmtir e, tenê ev hestên te kêm in.
Û loma jî ji dêlî kurdî tu bi tirkî dinivîsî.
Birêz Cevdet Akbay, bi van rexneyên xwe ez dixwazim te bînim ser riya rast, hestên te yên tirkperestiyê kor bikim, bikujim û di dewsa wan da yên kurdperwerî û welatparêziyê vejenim, geş bikim…
Lê çi heyf ku tu naxwazî…

13 augusti 2010

Sohbeteke nostaljîk

Eliyê* delal, gelek sipas ji bo nameya te ya psikoanalitik...
Eliyê hêja, bi vê nameya xwe vê sibehê te ji nişka ve him ez gelkî kêfxweş kirim û him jî dîsa kul û keder û xemên min ji nuh ve tevrakir.
Di mesela heval Zeher da miheqeq tu rast dibêjî, miheqeq te ji min ra qala Zeher kiriye.
Û ji xwe ez dizanim ku min jî lê pirsî, lê çawa bû ez nizanim, min ji bîr kir.
Çimkî kêf û matmayinê hiş li serê min nehîştibû.
Û ji ber vê kêmhişiya xwe jî nuha ez gelkî şermezar û xemgîn im.
Ji ber ku Zeher yek ji wan kesên ku ez gelkî jê hez dikim.
Lê wek min ji wî ra jî got, ”îcar nebû carek dinê…”
Analîza te ya li ser hevalên li dervayî welêt pir ne rast e.
Hevalên li dervayî welêt dijîn di vegera cara pêşî da matmayî û şeqizî dimînin, lê nebûne ”biyaniyên” xwe û civata xwe.
Yanî ”yabancılaşmiş” nebûne, hesret û evîna wan ya li hember welêt, dost û hevalên wan zêde, dîn û har bûye.
Sirgûnî, xerîbî û dûriya ji welêt ya bi slan, ji cî û warên ku meriv zaroktî û xortaniya xwe lê derbas kirye, lê dildar û serxweş bûye, meriv ji ”biyanîbûnê” wêdetir, pir hesas, diltenik û dilzîz dike.
Evîn û hezkirina meriv ya li hember her tiştê welât, li hember dost û hevalan, heta li hember ”nerind û xeraban” jî diguherîne, dil nermtir û henûntir dibe.
Rast e, helbet ev jî guherandineke, lê ne biyanîbûn/yabancilaşma” ye, nostaljî ye, bîrîkirina rojên berê ye…
Xerîbî, surgûnî kerasekî ji êgir e, heta meriv li xwe neke meriv nizane ku bê ev keras çi dojeheeke nedîtîye.
Dema însan piştî 31 salan vegere welatê xwe û bajarê xwe nas neke, riya mala xwe nebîne, ji nişekave bigihîje gelek dost, heval û hezkiriyên xwe, bigihîje malbata xwe û bi sedan xwarzê û biraziyên ku tu carî nedîtiye, di rewşeke wiha da helbet ew însan ewê matmayî û şeqizî bimîne.
Helbet dil ewê wek yê zarokekî rabe pêdarê…
Min tam 31 salan xeyala dîtina Wêranşarê, xeyala ku ezê tenê li nava bajêr, li kuçe û kolanên wê bigerim kir, xeyala rûniştina li parka belediyê, li qahwa Şaban, û sohbeta bi hevalan ra kir…
Lê tu tiştek weke xwe nema bû, Wêranşar, riya mala min, taxa min, park, qahwe, Şaban, dost, heval hemû guherïbûn, bûbûn tiştekî din.
Vê guherandinê(her çiqas min dizanîbû jî)ez gêj û sermest kirim, min nizanîbû ez li ku me û çi dikim, hestên min serî ji min stendin...
Nuha hêdî hêdî ez ferq dikim ku min ne baş dibihîst û ne jî baş guhdarî dikir. Ji ber ku ji kêf û heyretê ez serxweş û mest kiribûm.
Qalibê min li wir, hişê min li rojên berê bû.
Min gelkî dixwest ku nuha ez helbestvanekî baş bûma û li ser wan salên surgûniyê hemû hestên xwe yeko yeko bianiya zimên…
Surgûn, xerîbî, dûriya ji dost û hevalan û ji welêt meriv pir dilzîz û xemxur dike, meriv dike weke zarokekî ku bêsebir bîriya himêza diya xwe bike…
Gelek sipas ji bo ku tu bû sebebê nivîsîna min ya van çend rêzan…

*Ali Kaplan, li ser nivîsa min ya do bi tirkî nameyek ji min ra şandiye. Her çiqas bi tirkîye lê ez dîsa jî meyla wî û bersîva xwe bi we ra jî parve dikim.
MERHABA
VİRANŞEHİRDEKİ GÖRÜŞMEMİZDE ,ARKADAŞLARDAN KİMLER VAR DİYE
SÖYLEMİŞTİN.BENDE SENİN KADİM DOSTLARINDAN "ZEHER"den bahsetmiştim.demek dalgınlığa geldi.Görüşemediniz.
Dikkatimi çeken şey yurtdışından gelen arkadaşların duygu yoğunluğundan mı bilinmez ama büyük bir aşkınlık ifadesi yüzlerinde okunuyor.
yabancılaşmanın derin izlerini üzerlerinde taşıyorlar.farklı coğrafyalarda aynı zaman diliminde değişim aynı doğrultuda seyretmediği için olsa gerek.
herşeye rağmen 30 yıl sonra insanın dünyaya merhaba dediği topraklara ayak basması ve o havayı tenefüs etmesini sözcüklerle ifade edilemez bir duygu.gelişiniz iyi oldu .
"VERBE OLENT SİGRİTİ MONET"SÖZ UÇAR YAZI KALIR.
MUHABETLE KALIN

PARVE BIKE