Berpirsiyarê malpera "Mêrgesorê" ji min ra çend pirs şandibûn û xwestibû ku ez bersîva wan bidim.
Min bersîva pirsên wan îro jê ra şand. Lê ji ber ku hevpeyvîn ewê bi tîpên erebî were weşandin, loma jî xwendevanên ku bi elîfbeya erebî nizanin ewê nikanibin bixwînin.
Ji bo ku xwendevanên elîfbeya erebînezan jî bikanibin hevpeyvînê bixwînin ez pirs û bersîvên xwe li vir diweşînim.
***
Rêz silav mamosteyê hêja û bi rûmet Zinar Xamo .
Ev dem û her demn te başî û xweşî bin .
Ji bo ku xwendevanên malpera www.mergasor.org bi kar û xebata te a nivîskarî bizanebin û Zinarê Xemo ji nêzve binasin , ez dixwazim ko hûn bersiva van pirsan bidin, dîmane wê bi rênivîsa erebî bilav bibe .
-P1. Zinarê Xamo kî ye û ji kîjan herêma Kurdistanê ye, niha li ku akincî ye û rewşa wî a jiyanê çawa ye ?
Ez ji Kurdistana bakur ji qezeya Wêranşara girêdayî wîlayeta Rihayê me. Ez 60 salî me, zewicî me û çar zarokên min, 3 lawik û keçikek(Azad, Rûken, Serhat Arda û Rojen)hene.
Ev 30 sal in ku ez li Swêd li bajarê Stockholmê dijîm.
Ez li dahîreyeke dewletê kar dikim.
Ev 30 sal bûn ku ez ji welat û bajarê xwe dûr, li xerîbî û surgûniyê dijiyam. Ji ber ku cezayê muebetê li ser min hebû ez nikanîbûm biçûyama welatê xwe.
Cara pêşî îsal havînê, piştî ku cezayê min muhrîrûzeman bû ez çûm tewafa Kurdistanê û bajarê xwe Wêranşarê.
Wek min got, ez li dahîreyeke Swêd rojê 8 saetan kar dikim. Û di ber vî karî ra jî ez her şev di bloga(malpera) xwe da nivîsekê dinivîsim.
Bêyî blogê, malpereke min ya facebookê jî heye, ez her şev di wir da jî hin tiştan dinivîsim û diweşînim.
Bi kurtî jiyana min ya Swêd ev e, monoton, feqîr û sînorkirîye.
Ji bo ku kanibim debara xwe ya şexsî bikim her roj 10 saetên min li kar û çûn û hatinê diçe.
Û bi şev jî 2-3 saetan hin tiştan dixwînim û dinivîsînim.
-P2 . Kar û xebata te ya syasî çî ye ?Berê ez yek ji berpirsiyar û kadirê Partiya Pêşeng(partiya Dr.Şivan)û komeleya DDKD-yê bûm.
Min çend salan jî li Swêd berpirsiyarî û carê jî demeke kin serokatiya Federasyona Komeleyên Kurdisatnê kir.
Her wisa ez endamê redaksiyona kovara Federasyonê Berbangê bûm û demakê jî min serokatiya redaksiyona Berbangê kir.
Wekî din jî min di rojnameya Armanc û kovarên zarokan Hêvî û Hêlînê da jî nivîsîye û berpirsiyarî kiriye.
Bêyî van, min di gelek kovar, rojname û malperên kurdan yên din da jî nivîsön cûrbecûr nivîsîne.
Lê ev çend sal in ku min dev ji xebata rêxistinî berdaye. Ez tenê di bloga xwe da dinivîsim, carnan hin malperên kurdan nivîsên min diweşînin.
Heta nuha du kitêbên min(Hindik-Rindik, Antolojiya Çîrokên Kurdî) û wergereke min ji swêdî (Bide Dû Dilê Xwe/Susanna Tamaro)hatine weşandin.
Wekî din ez tu xebatê nakim.
-P3 . Xebata te ya nvîskarîyê li peî çî ye û ji bo çî ye ?Ez ji bo dinivîsim?
Ji bo ku ez jî wek xelkê bibim xwedî welat, xwedî dewlet, xwedî al û xwedî pasaporteke netewî û ji nasname û pasaportên xelkê xelas bibim, dinivîm.
Wek ferdê miletekî bindest, bêwelat û bêdewleteke serbixwe, meşhûrî û dewlemendî tu kêf û zewqeke zêde nade min, ji meşhûrbûn û dewlemendbûnê bêtir, ez dixwazim bibim xwedî welatekî serbixwe, xwedî al û nasnameyeke netewî, xwedî dem û dezgehên netewî.
Ji bo ku ez bigihîjim vê armanca xwe, ji bo ku vê xeyala xwe birast bigerînim ez dinivîsim û heta ji min tê dixebitim.
Bêwelatbûn, bêdewletbûn, mahcirî, hêsîrî û pêsekiniya li ber deriyê xelkê bi min pi zor tê, janê dide dilê min, ji ber ku ez di vî halî da me, ez ji xwe gelkî fedî dikim...
Kurdekî weke min bêyî welatekî serbixwe û bêyî nasnameyeke netewî, mehşhûr be çi ye, dewlemend be çi ye?
Li ba min qet ne pênc pere ye jî...
Ez baş dizanim ku dema tirk nehêlin ez nikanim herim welatê xwe, ser gorra bavê xwe...
Ez dizanim, dema swêdî bixwazin dikanin min ji welatê xwe biqewitînin, çimkî ez mahcir im, min xwe avêtiye dexlê wan.
Ev firkir tim di serê min da na û ez pê pir diêşim û nerehet dibim...
Dema yek ji min dipirse, dibêje “tu ji kîjan welatî yî?”, ez şermezar dibim, ez nizanim ezê çi bersîvê bidimê, ez xwe wek qerçiyekî bêwelat(cîngeneyan) xwe reben û hustuxwar his dikim.
A ji bo ku berî mirina xwe, ez ji van hestan, ji vê rewşa kambax û bindestiya xelkê xelas bibim, ez bi hemû hêza xwe dixebitim, bi şev û roj difikirim û dinivîsim, ji bo ku rojekê berî rojekê dawiyê li rewşa miletê min ya trajîk were çi ji destê min tê texsîr nakim.
-P4 . Li gor babetên te di malpera te da keên di derbarê cida cida de dinvîsîn, kîjan li gorî hez û xwasteka te ye ?Na xêr, bêyî min tu kesên din di malpera min da nanivîsin, ez tenê, şevê nivîsekê dinivîsim.
Lê carnan dema ku xwendevan nivîsên min şirove dikin, ez jî bersîvên wan didim, bi vî rengî di nabêna min û xwendevanan da diyalogek çêdibe.
-P5 . Bi nerîna te xortên başûr kîjan rênvîsa kurdî, a latînî yan jî erebî bikar bînin ewê baştir bibe ?Helbet heta ku kurd bi Îraqê ra bin ne mimkûn e ku yekalî dev ji tîpîn erebî berdin.
Mayina bi Îraqê ra kurdan mecbûrî bikaranîna tîpên erebî dike.
Yanî kurd mecbûr in ku vê rastiyê qebûl bikin.
Lê ev nayê wê maneyê ku ji bo kurdên başûr û ji bo miletê kurd bi tevayî tîpên erebî baştir û rastir e.
Bi dîtina min dibê kurdên başûr li gel elîfbeya erebî, elîfbeya latînî-kurdî jî fêr bibin û di dibistanan da fêrî zarokên xwe bikin.
Fêrbûn û bikaranîna herfên latînî ewê kurdan bêtir nêzî hev û yekîtiya wan jî xurttir bike.
Piştî perçebûna Kurdistanê û avabûna dewleta tirk, ji bo ku kurdên başûr û bakur ji hev û du fêm nekin, kemalîstan nehîştin kurdên başûr elîfbeya latînî bikar bînin. J
i bo vê yekê, gelek zext dan ser îngilîzan, gotin dibê kurdên başûr tîpên latînî bikar neynin.
Heger ne zor û zextên tirkan bûya, di dema Şêx Mahmûd da îngilîzan demekê xwstin ku kurd elîfbeya latînî bikar bînin.
Lê tirkan rê li ber vê yekê girtin û nehîştin kurd dev ji elîfbeya erebî berdin.
Li gel ku wan bi xwe dev ji elîfbeya erebî berdan û ya latînî hilbijartin, lê nehî
Tirkan dû ra li Sovyetê jî eynî siyaset meşandin, li wir jî nehîştin kurdên Kafkasyayê elîfbeya latînî bikar bînin. Li wir jî kurd mecbûrî elîfbeya krîlî kirin.ştin kurdên başûr jî eynî tiştî bikin.
Çimkî wan dizanîbû ku dema hemû kurd yek elîfbayê bikarbînin ewê tesîrê li hev û du bikin, ewê ji hev û du fêm bikin, devokên herêmî ewê kêm bibin, lehçe ewê nêzî hev bibin.
Yanî ji bo ku kurdên bakur ji berhemên kurdên Kafkasan û yên başûr îlham û feyzê negrin, di warên siyasî, ziman û kulturî da muteesîr nebin nehîştin kurd bibin xwediyê yek elîfbayê.
Yanî di vê rewşa kurdan ya îro da tiliya dewleta tirk heye, wan nehîştiye li başûr û li Kafkasan kurd tîpên latînî bikar bînin.
Netîce, bi dîtina min dibê kurdên başûr li gel elîfbeya erebî ya latînî jî fêr bibin û bikar bînin.
Bikaranîna elîfbeya latînî him ewê kurdan bêtir nêzî hev bike û him jî nêzîkbûn û entegrasyona kurdên başûr ya bi Ewrûpa û bi cîhanê ra hêsantir bike.
Heger kurd dixwazin di pêşerojê da bibin yek “milet” berî her tiştî dibê ji hevûdu fêm bikin, dibê bibin xwediyê yek elîfbayê.
Û elîfbeya herî hêsan û maqûl jî ya latînî ye, him piraniya kurdan ji nuha da bi wê dizanin û him jî fêrbûna wê gelkî hêsan e.
-P6. Tu dixwazî serdanek a herêma Kurdistana azad bikî , eger tu dixazî çima nahî başor welat ?Helbet ez dixwazim Kurdistana azad bibînim, ala rengîn li ser serê min jî hêl be, weke gelek kurdî ez jî wê azadiyê bijîm û tenefus bikim...
Ji bo ku meriv nexwaze Kurdistana azad bibîne ya dibê meriv ne kurd be ya jî ji hemû hest û ruhê kurdayetiyê, bêpar û şuştî be.
Bêguman ez dixwazim û him jî pir dixwazim, lê ya rast heta nuha îmkanên min yên şexsî çênebûn, mimkûn nebû.
Li aliyê din ez nizanim bi kesên xwedî desthilat ra xweş zêde bikim, xwe têxim çavê wan, xwe bi wan şîrîn bikim, ji bo ku min jî dawetî ”konferans û civînekê” bikin...
Û helbet ji bo vê jî “torpîl” lazim e...
Lê ziyareta Kurdistana azad di dorê da ye. Piştî 30 salan cara pêşî vê havînê ez çûm Kurdistana bakur û bajarê xwe.
Dibê min berê wira bidîta.
Nuha jî dora Kurdistana azad e, bi xêr di rojên pêş da ezê carê jî wê axa pîroz tewaf bikim.
Ev ziyaret nuha hedefa min ya sereke ye...
-P7. Zinarê Xamo di medîa a kurdî cihek taîbet heye , lê çima ji bo başûr qelem wî nanivîse ?Gelek sipas ji bo gotinên we yên dostane. Lê gotina “ez ji bo başûr nanivîsim” ne rast e. Dema hûn li malpera min binêrin hûn bibînin ku li ser Kurdistana Federe û kurdên başûr bi dehan nivîsên min hene.
Ji xwe ez cudahiyê tu carî naxim nabêna beşên Kurdistanê û kurdan, ji bo min hemû beşên Kurdistanê û têkoşîna hemû miletê kurd yek û weke hev e.
Lê ji ber ku ez nikanim bi tîpîn erebî binivîsînim û ji bo weşandina nivîsên xwe jî nizanim “torpîlê” çêkim, loma jî ez li başûr nayêm nas kirin.
Ji bo ku meriv li başûr were naskirin, dibê meriv vê yekê ji xwe ra bike armanc, dibê meriv bi hin kes û dezgehan ra xwediyê têkiliyên xurt be.
Yanî dibê li başûr “merivên” meriv hebin û mixabin yê min jî kesekî min tuneye û ez naxwazim hebe jî.
Û xebat tenê jî têrê nake...
Gelek sipas ji bo ku we ev derfet da min ku ez bikanim xwe bi xwendevanên we bidim nasîn.
Ji bo vê dostanî û dilxwaziya we mala we ava....
Zinarê Xamo
Stocholm
29/8-10
Mamo,
SvaraRaderaEv hevpeyivin hineki xav bu, wek tu li qalibe xi